Girtiyên di roja 79’emîn a grevê de ne:Tecrîd sûcê herî mezin yê ahlaqî ye
- 09:40 4 Adar 2019
- Rojane
STENBOL - Ruhşan Bozan ya li girtîgeha Jinan a Gebzeyê di roja 79’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ye diyar kir ku li dijî bêrûmetî û bêdadiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û got divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve û hestiyar tevbigere.
Çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 117’ê de berdewam dike. Tevî hemû bangên tên kirin hikûmeta AKP’ê heta niha tu gav navêtiye û ji ber vê hemû girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehan ji 1’ê Adarê şûnde tevlî grevê bûn.
Ruhşan Bozan ya di 1981’ê de li Êlihê hat dinê û di Gulana 2013’an de hat girtin ku rastî 23 sal ceza hat, li girtîgeha Jinan a Gebzeyê ev 79 roje di grevê de ye û der barê grevê de nameyek nivîsî. Ruhşanê got berê neketibû grevek birçîbûnê ya wisa demdirêj û got: “Ez li dijî zilm, bêrûmetî û bêdadiyê bi greva birçîbûnê serî hil didim. Ez bi berxwedanê xwerzdariya xwe xurt dikim.”
Ruhşanê wiha dirêjî da axaftina xwe: Tecrîda di şexsê Rêbertiyê de pêk tê di esasê de li hember hemû gelên Tirkiyeyê pêk tê. Birêz Ocalan îrade û nûnerê kesên li alî aştî, dadê, wekhevî û azadiyê ye. Her roj bedena min hinek din dihele , ez bêrîkirin û hestrea mîlyonan kesî di canê xwe, xwîna xwe de hîs dikim. Bedel çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin.”
‘Tecrîd sûcê ahlaqî yê herî mezin e’
Ruhşanê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan 21 sale di bin tecrîdê de ye û got: “Di 2015’an de ji dema pêvajoya çareseriyê xerabûye heta niha hevdîtin pê re nehatiye kirin. Tenê du caran hevdîtin pê re hatiye kirin. Mafên telefon û nameyê hatiye xespkirin. Ev pêkanîn sûcên mirovahiyê ne. Di hiqûqa navneteweyî de jî ev derveyê mirovahiyê ye. Lê dema mijar Kurd û Rêberê Kurdan be, bi hiqûqa ku bixwe avakirine vê nabînin. Ev sûcê herî mezin yê ahlaqiye.”
‘Kontrol peywirdarê revîrê dike’
Ruhşanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku roja 79’an a çalakiyê li pey xwe hiştine û got: “Em roj bi roj dihelin. Roj bi roj tenduristiya me hinek din xera dibe. Êşa mîdê, serî, hestiyan dest pê kiriye. Em nikarin razên. Germbûna laşê me zêde dibe. Em vîtamîna B1 nagirin. Em vîtamîna B12 digirin lê bîhna wê girane ji ber vê em zehmetiyan dikşînin. Doktorê girtîgehê ji çend hefteyan carê tê kontrolê. Xebatkarên tenduristiyê yên girtîgehê kontrolên me dikin.”
‘Her kes divê xwedî li vê çalakiyê derkeve’
Ruhşanê ev bang li rayagiştî kir: “Em ji gelê xwe, ji aliyên demokratîk dipên ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê gelê me bizane ku tecrîd, zext, zilm û polîtîkayên çewisandinê, di şexsê Rêbertiyê de li gelê Kurd pêk tê. Yên di vê çalakiyê de cih girtine zarokên vî gelî ne. Ji ber vê divê her kes xwe lêpirsîn bike û xwedî lê derbikeve. Her ku li dijî faşîzmê bêdengî hebe wê gelê Kurd û zarokên wan winda bikin. Ji ber vê divê her kes kesên di grevê de ne hinek be jî di dilên xwe de hîs bikin û ev jî wê ji bo guherîna gelek tiştî têr bike.”