Seroka baskên jinan a CHP’ê: Gelê Erdexanê guhertinê dixwaze

  • 09:14 4 Adar 2019
  • Rojane
ERDEXAN - Gelên Tirkiyeyê  dê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan. Pêşiya hilbijartinê li gelek bajaran HDP û CHP’ê biryara hevkariy dan. Yek ji van bajaranên ku ev biryar ji bo wî hat girtin jî Erdexan e. Têkîldarî xebatên hilbijartinê ji seroka baskên jinan a  CHP’ê Menekşe Bekmez axivî. 
 
Pêşiya Hilbijartinên ku dê 31’ê Adarê pêk bên, HDP û CHP li gelek bajaran biryara hevkariy dan. Li gorî vê biryarê cihên ku hilbijêrên CHP’ê pir wê CHP namzet nîşan bide. Mijara mereqê ye ku ev biryar dê bandorek çawa li sindoqan bike. Yek ji bajarên ku  dê hevkarî lê bê kirin jî Erdexan e. Li Erdexanê CHP’ê dest bi xebatên xwe kir û mal bi mal digere. Têkîldarî xebatên hilbijartinê ji seroka  baskên jinan ya CHP’ê Menekşe Bekmez axivî.
 
‘Gelê Erdexanê hem ji îktîdarê û hem jî ji şaredariyên wê bi bertek e’
 
Menekşeyê di berdawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtikayên şaredariya AKP'ê ya li bajêr  û got ku heta niha bi tu awayî ji gel re xîzmet nehatiye dayîn û wiha berdewam kir:” Di destpêkê de hilbijartina ku dê 31’ê Adarê pêk bê ji gelên Tirkiyê re pîroz be. Li Erdexanê wê AKP têk biçe.  Ev 2 serdemin Erdexan ji aliyê îktîdara AKP’ê ve tê rêvebirin. Gel ji vê ne kêfxweş e. Erdexan bajerekî biçûk e, lê pirsgirîkên wê pir zêde ne. Şaredariya heyî heta niha bi tu awayî ji gel re xîzmet nekiriye. “
 
'Tu xebat ji bo jinan nehatine kirin'
 
Menekşeyê bi lêv kir ku li Erdexanê şaredariya AKP’ê bi polîtikayên tunekirinê qadên aborî ji holê rakirine û wiha dom kir;”demên berê li vir gel bi çandin û sewalkariyê debara xwe dikir. Lê niha ev qadên aboriyê li heremê  hatine tunekirin. Li dijî polîtikayên tunekirinê divê polîtîkayên çareseriyê hebin. Gel ji AKP'ê ne razî ye. Ji ber ku gel êdî dixwaze biguhere. Em bawerîn ku gelê me dê 31’ê Adarê berpirsyariyê bide hêzên çareseriyê. Li Erdexanê divê di qadên aboriyê de ji jinan re cih bê veqetandin. Em daxwazên jinan guhdar dikîn. Divê tevgerek li gorî van xebatan bê kirin. Li bajarê Erdexanê jin herî zêde di qada aborî de pirsgirîkan dikşînin. Divê ev pirsgirêk ji holê bên rakirin û ji jinan re qadên aboriyê bên vekirin. AKP’ê li vir ji bo jinan tu xebat nekiriye. Ji bo vê divê rêveberiya bajêr bê guhertin. ” 
 
‘Gel ji AKP’ê bêzar bûye û êdî guhertinê dixwaze’
 
Menekşeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li vî bajarê pirçand divê di navbera nasnameya gelan de cudahî neyê kirin û wiha bi dawî kir;”Li dijî polîtîkayên yekparêz divê polîtîkaya wekheviyê bê pêşxistin. . Gava ku 31’ê Adarê AKP rêveberiyê ji dest bide wê demê wê deriyên şaredariyê gel ji bo xwe veke. Şaredariya ku niha heyî deriye wê ji nasname û zimanên cuda re girtî ye. Yek reng e. Ji her bîrdozî nasnameyê gel heman nêzîkatiyê nabîne û cudakarî tê kirin. Ji ber ku bi pirsên tu ji kîjan zimanî, nasnameyî û tu piştgirîyê didî kîjan partiyê re rû bi rû dimînin.  Gel ji şaredariya AKP’ê û ji AKP’ê bêzar bûye. Ji ber wê jî gel êdî li Erdexanê guhertinê dixwaze.”