ÎHD li dijî konsepta şer dengê aştiyê bilind dike

  • 09:03 11 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ji rêveberiya ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kîzaroglu da zanîn ku di şer de mirov binpêkirinên mafan yên herî giran dijîn û got: “Li dijî konsepta şer em hewl didin dengê aştiyê bi dengekî xurt bilind bikin.”
 
Nobeta Aştiyê ya ÎHD’a Îzmîrê her rojên înê dest bi çalakiyên xwe kir. Çalakiya nobeta ku her meh bi temayên cuda pêk tê tema wê ya ewil wek ‘Hewcedariya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye’ hat diyarkirin. Ji rêveberiya ÎHD’ê Ayşenur Kîzaroglu da zanîn ku di vê pêvajoya ku şîdeta li hember jinê û pirsigirêka Kurd û penaberan tên jiyîn de parêzvaniya maf dikin û banga tevlibûna çalakiyên nobetê kir.
 
‘Li dijî neçareseriyê daxwaza maf’
 
Ayşenurê daxuyakirin ku di şer de mafê jiyan, tenduristî û ewlehiyê bi awayekî herî giran tê binpêkirin û hewl tê dayîn ku ev binpêkirin neyên dîtin. Ayşenurê ev tişt anî ziman: “Em her roj bi kuştinên jinan şiyar dibin. Gumanbarên tecawiz û tacîzê tên parastin bê ceza tên hiştin. Daraz li ser navê serdestan dibe alav û bi hevkariya qeyûman azadiya hilbijartinê tê xespkirin. Di pirsgirêka Kurd de neçareserî tê ferzkirin û penaber nikarin mafên xwe yên esas jî daxwaz bikin. Em jî ji bo jiyaneke mirovane bi şîara aştiyê dest bi nobetan dikin.”
 
‘Li dijî şer bilindkirina dengê aştiyê’
 
Ayşenurê daxuyakirin ku her roja înê ya ewil a mehê bi temeayên cuda wê çalakî pêk bên her meh wê temayek cuda bê hilbijartin û wiha dawî lê anî: “Mijara vê mehê ‘Hewcedariya vê erdnîgariyê bi aştiyê heye’. Li dijî şer, xespkirina mafan li dijî senaryoyên konseptên şer ji bo em dengê aştiye hîn bêtir bilind bikin em xebatan dimeşînin.”
 
Ayşenurê her wiha destnîşan kir ku her meh wê mijarek cuda bigirin dest û ji bo çalakiya din bang kir.