Dosyaya 16 rojnamegerên girtî wê bibin DDB’ê

  • 09:02 11 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
Derya Ren
 
AMED - 16 rojnamegerên ku ev 3 meh in girtîne der barê rewşa wan a girtinê de sê îtîraz hatin kirin. Parêzer Resul Temur da zanîn ku her sê îtîraz jî hatine redkirin û got wê dosyayê bibin DDB’ê.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat kirin de di 8’ê hezîranê de bi ser JINNEWS, Pel û şîrketên Piya û Arî û malên rojnamegeran de hat girtin. Di çarçoveya operasyonê de 20 jê rojnameger 22 kes 8 rojan di bin çavan de man û di 15’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî kar û barên li dozgeriyê 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de hatin girtin.
 
Di nav de midûra Nûçeyan a Ajansa me Safiye Alagaş jî heye 16 rojnameger hatibûn girtin û piştî vê parêzeran der barê rewşa girtina wan de sê caran îtîraz kiribûn lê her sê jî hatibûn redkirin.
 
Parêzer Resul Temur da zanîn ku ji serlêdanên kirine encamek negirtine û bi lêv kir ku wê dosyayê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB).
 
‘Mafê parastina adîlane tê astengkirin’
 
Resul da zanîn ku rojnameger sê meh in girtîne û di vê pêvajoya girtinê de yek ji pirsgirêka herî mezin xwegîhandina dosyayê bûye û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Dema mirov xwe negihînin dosyayê pirsgirêka muxatabî û zanebûnê tê jiyîn. Dema kesek bê binçavkirin, bê girtin an jî der barê de lêpirsînek hebe, ji bo xwe biparêze divê xwe bigihîne dosyayê û bibîne. Lê sê meh in li ser dosyayê biryara sînorkirinê heye û nahêlin em xwe bigihînin dosyayê. Ev jî bêguman mafê parastina darizandinek adîlane asteng dike. Hevalên rojnameger ji roja hatine girtin heta niha bi sûcekî ku tê îstînatkirin re nehatine rû hev. Rojnameger ji ber nûçe, bername û faliyetên rojnamegeriyê hatin darizandin. Lêpirsîn jî ji ser vê hat meşandin.”
 
‘Em ê serî li DDB’ê bidin’
 
Resul di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di van sê mehan de her meh bi rêk û pêk ji aliyê Dadgeriya Cezaya Suh ve Lêkolîna girtinê hatiye pêkanîn û wiha dirêjî dayê: “Vê mehê ya sêyem hat kirin. Biryara berdewamkirina girtina wan hat dayîn. Parêzerên li dijî vê îtîraz kirin û ev îtîraz yek di çarçoveya dosyayê de nehatin nirxandin. Îtîraz hatin redkirin. Ji ber vê jî derdikeve holê ku mekanîzmayeke ku mirov bi awayekî adîlane serî lê bidin tune. Ji ber vê jî em ji tu serlêdanên xwe encamekê nagirin. Ji ber vê jî em ê serî li DDB’ê bidin.”
 
‘Biryara berdewamkirina girtinê tê dayîn’
 
Resul axaftina xwe wiha domand: “Di esasê de hinceta girtina wan ev bû. Em di pêvajoya darizandinê de bi vê re tên rû hev. Ji ber şahidên vekirî û veşarî di çarçoveya dosyayê de nînin, ji ber bi dosya yan jî rojnamegerê tê darizandin re ne têkildar e ji dervê dosyayê tê girtin. Dadgeh dibeje hewce bi guhdarkirina van tune. Bi îfadeyên şahidên vekirî û veşarî biryara berdewamkirina girtinê tê dayîn. Ev jî rê li ber binpêkirina darizandina adîlane vedike.”