Sûcê îşkenceyê li dijî Aysel Tugluk tê kirin

  • 10:59 10 Îlon 2022
  • Ramyarî
Dilan Babat
 
ENQERE - Siyasetmedarên HDP'yî Ebru Gunay, Meral Daniş Beştaş ên diyar kirin ku rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye her diçe xirabtir dibe wiha gotin:"Îktidar li dijî girtiyên siyasî polîtîkayên cudaker pêk tîne."
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a bi nexweşiya demansê ye û li 1'emîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Kocaeliyê tê girtin do di saetên serê sibehê de ne rehet ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin Ayselê li serwîsa lezgîn hatiye tedawîkirin. Di heman rojê de Hevseroka HDP'ê ya Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag a ku li di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt got Ayselê di demeke nêz de bi nexweşiya Virusa Koronayê ketiye û ji wê rojê de ye nehatiye ser hemdê xwe. Fîgenê got:"Me îro ew şand beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Ji ber rewşa neyînî ya girtîgehê rewşa tendirustiyê ya Ayselê her diçe zehmetir dibe."
 
Piştî tedawiyê Ayselê dîsa birin girtîgehê. 
 
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay û Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş derbarê rewşa tendirustiyê ya Aysel Tugluk ji ajansa me re axivîn. 
 
'Rastiyeke îktidarê ya mafê jiyanê tehdît dike, heye'
 
Ebruyê bi lêv kir ku polîtikayeke cudaker li dijî Ayselê di meriyetê de ye û wiha got:"Sepandinên AKP û Wezareta Dadê ên li dijî girtiyên siyasî yên demeke dirêj e dewam dikin 'Polîtîkaya dijminatiya li dijî kurdan e'. Çevik Bir ê bi nexweşiya demansê bû hat tehliyekirin lê belê negihaştina derfetên jiyanî ya Aysel Tugluk a li girtîgehê binpêkirina mafê jiyanê ye. Bi taybet ev 4-5 sal in li girtîgehan girtiyên nexwşe bi hejmareke zêde jiyana xwe ji dest didin. Di salên 90'î de çawa kurd bi cinayetên kiryarên wan ne diyar dihatin kuştin îro jî AKP vê polîtîkayê li girtîgehan pêk tîne. Mehpûsên nexweş li girtîgehan nikarin bigihêjin mafên xwe yên tedawiyê yan jî tên tehliyekirin şûnde di demeke kurt de jiyana xwe ji dest didin. "
 
'Lêpirsîn jî nayê vekirin'
 
Ebruyê bi lêv kir ku li welatên demokratîk dema ewqas binpêkirinên mafan pêk bên wê demê Wezîrê Dadê îstifa dike û li îdareya girtîgehê lêpirsîn tê vekirin û wiha got:"Dev ji îstifayê berdin lêpirsîn jî nayê destpêkirin. Mirin bi guman man. Ev rewş ji ber polîtîkayên dijminatiyê û yên cudaker ên AKP'ê ye. Em dizanin ku raporên ATK'ê ji nirxên mirovan û tibbî dûr in."
 
'Va rewşa hiqûqa dijminatiyê jî derbas dike'
 
Meralê jî diyar kir ku Ayselê du serdeman parlamenterî kiriye, serokatiya giştî kiriye, ji aliyê raya giştî ve tê naskirin, hem siyasetmedar hem hiqûqnas e û wiha got:"Li dijî ayselê sepandineke taybet heye. Ev nêzîkatiya îktidarê ye. Îradeyeke siyasî li holê heye. Ayselê bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Me ev bi caran got lê belê ATK nêzîkatiyeke polîtîk nîşan dide û derbarê Ayselê de dibêje 'dikare di girtîgehê de bimîne'. Va rewşa hiqûqa dijminatiyê jî derbas dike."
 
'Tevî hemû daxwazên me Aysel Tugluk nayê berdan'
 
Meralê bi lêv kir ku mayina her saniyeyê ya Aysel Tugluk a di girtîgehê de îşkenceya li dijî gelê kurd e û wiha pê de çû:"Hevala me pêdiviyên xwe yên rojane bi saya Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Edibe Şahin û hevalên din pêk tîne. Ev sûcê îşkenceyê ye. Tevî hemû daxwazên me Aysel Tugluk nayê berdan."
 
'Ya Aysel Tugluk bernade jî îradeya siyasî ye'
 
Meralê herî dawî wiha got:"Dema li Stenbolê Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat binçavkirin jî helwesta bijîşk ne rast bû. Cudakeriyek pir mezin heye. Ev îktidara kê dixwaze wan serbest berdide. Ya Aysel Tugluk bernade jî îradeya siyasî ye. Devlet Bahçeli dibêje 'Mumtazer Torkone nikare di girtîgehê de bimîne'. Piştre tê berdan. Devlet Bahçeli diçe serdana Alaattin Çakici. Em piştre dinêrin ji bo wî zagona înfaza taybet tê derxistin. Çimkî ev hiqûq ne ji bo herkesî ye. Kesên dixwazin bi rehetî berdidin."