Dayikên Aştiyê banga tevlîbûna Nobedên Edaletê dikin

  • 09:36 10 Îlon 2022
  • Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê yên banga beşdariya Nobeda Edaletê ya li Wanê kirin wiha gotin:"Dem dema yekîtiyê ye."
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Wanê dabûn destpêkirin didome. Dayikên Aştiyê yên ku çûn serdana xizmên girtiyan û piştgirî dan Nobedên Edaletê banga mezinkirina nobedê kirin. 
 
'Armanca me tenê ew e ku edalet bê cih'
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ya diyar kir ew li gel xizmên girtiyan e wiha got:"Em tim tên serdana xizmên girtiyan. Li vir daxwaza me ew e ku cenaze ji girtîgehan dernekevin û edalet bê cih. Edalet ji bo hemûyan pêwist e. Loma divê herkes dengê xwe derxe."
 
Îşkenceya li cenazeyan
 
Zekiyeyê bi lêv kir ku kîn û nefret çareseriyê bi xwe re nîne û wiha pê de çû:"Tu telafiya tiştekî ku bi mirinê bi encam dibe tune ye, çareserî bicihanîna edaletê ye." Zekiyeyê bal kişand ser Hakan Aslan ê ku li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dabû û 7 sal şûnde cenazeyê wî di tûrikekî de teslîmî bavê wî hatibû kirin û wiha lê zêde kir:"Divê tu kes vêya qebûl neke. Heq û hiqûq li ku ye? Hestiyên zarokan bi di tûrikan de teslîmî malbata wan tên kirin. Edalet li ku ye? Mirin ne çare ye, tenê çareserî edalet û aştî ye."
 
'Tundiya derûnî jî tê kirin'
 
Zekiyeyê da zanîn ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitanin nayên berdan, ji xeynî îşkenceya fîzîkî ya derûnî jî li wan tê kirin û wiha got:"Girtiyên cezayê wan diqedin û divê bên berdan nayên berdan. Bi hestên mirovan dilîzin. Her wiha tiştên li girtîgehê li Aysel Tugluk tê kirin jî em qebûl nakin. Divê hemû girtî serbest bên berdan."
 
'Ew ê tim serê me bilind be'
 
Zekiyeyê bi lêv kir ku ew ê baweriyên xwe winda nekin û bêhiqûqî û bêedaletiyê qebûl nakin. Zekiyeyê da zanîn ew ê çareserî bi rêya aştî û edaletê pêk were û got:"Tiştên bi serê Semra Guzel de anîn ne adîl e. Ez hewldana serîtewandina bi zorê ya ji bo jinên kurd û îşkenceya li wan tê kirin şermezar dikim. Tu aliyê vî tiştî yê bê qebûlkirin tune ye. Serê me bilind e û wê her tim jî bilind be. Ez hemû dayikan vedixwînim Nobeda Edaletê. Dem dema yekîtiyê ye."
 
'Zext û tecrîdeke mezin heye'
 
Dayika Aştiyê Hurşe Turgut a bal kişand ser rewşa girtiyê bi nexweşiya giran ê 83 salî Mehmet Emin Ozkan wiha got:"Bila herkes bibîne. Li ser girtiyan zext û tecrîdeke mezin heye. Divê dawî li vê yekê bê."
 
Hurseya ku da zanîn tenê daxwaza wan bicihanîna edaletê ye û wiha got:"Heta dilopa xwîna min a dawiyê jî ez ê tiştên girtî pê rû dimînin bînim ziman. Ne tenê ji bo xwe ji bo hemû mirovan ez aştiyê dixwazim."