Mexdûr û şahida salên 90'î: Li dijî zilmê serî rakin

  • 09:02 9 Îlon 2022
  • Rojane
Rojda Aydin  
 
ŞIRNEX - Leyla Hîlal, hem bû şahid û hem jî bû mexdûrê zilm û zextên salên 90'î. Leyla ne tenê li hemberî dewletê li hemberî serdestiya mêr jî serî rakir û niha ji bo jin û ciwanan di nav xebatên siyasî de cih digere û banga têkoşînê li jinan kir. 
 
Leyla Hîlal, dayika 4 zarokan e û bi eslê xwe xelkê Wanê ye, di sala 1981'an de hatiye dinê. Zext û zilma dewletê piştî tevlîbûna pismamê wê ya Tevgera Azadiyê dest pê kir. Leyla di temenê biçûk de hem şahîdiya zilm û zextan kir û hem jî bi îşkenceya dewletê re rûbirû ma. Ligel binçavkirina ferdên malbatê Leyla jî di salên 90'î de hatiye binçavkirin û bi îşkenceyan re rûbirû maye. Leylaya ku di jiyana ewqas zehmet de bû xwedî tecrûbe niha ji bo jin û ciwanan di nav têkoşînê de cih digire. Leylayê serpêhatiyên xwe ji ajansa me re vegot. 
 
'Her zilm û zext hebû' 
 
Leyla, anî ziman ku di sala 1995’an de di zarokatiya xwe de tişta ku jê bandor bûye bûyerên kuştinên kiryarên nediyar in û got: “Wê demê pir zêde bûyerên bi wî şiklî pêk dihatin.  Wesayitên toros hebûn, rojekê ji erebeyekê 3 kesên sîvîl derketin û hatin deriyê mala me xistin. Pirsa bavê min kirin û gotin îfadeyekê wî heye. Bavê min agahiya wî ji wan tiştan hebû ji ber wê ne li malê bû. Di wê salê de gelek kes hatin windakirin û hîn jî hestiyên wan nehatine dîtin. Jiyan her bi zilm, zordestî û neyartiya Dewleta Tirk ve derbas bû. Gelek kurd li dijî zilm û îşkenceya li hember Gelê Kurd tevlî refên PKK’ê bûn.”
 
16 saliya xwe de bi îşkenceyê re rûbirû dimîne 
 
Leyla, di 16 saliya xwe de ji hela leşkeran ve hatiye binçavkirin û bi îşkenceyeke mezin re rûbirû maye û wiha behsa wan rojan kir. "Şevekê bi ser mala me de girtin, ez di xew de bûm. Wê demê min got dîsa ji bo bavê min hatin. Ez zarok bûm û tirsiyam. Gelek zêde leşker hatibûn. Hemû li dora min kom bûn. Ez rakirim û wêneyekê min nîşanê min dan. Ji min re gotin amadekariya xwe bike em ê te bibin. Dayika min li dijî wan derket ku min nebin. Lê gef li dayika min xwarin û jê re gelek gotinên nebaş kirin. Min kirin ew erebeyan û piştre birin emniyetê. Çavê min girêdabûn. Polîsên ji tevgerê taybet hebû, ez gelek ditirsiyam, min nedizanî dê çi bikim. Zendikek bi rengê keskesorê hebû û ew derxistin û ez xistim nezaretxaneyê. Îşkenceyek giran li min kirin. Min tazî kirin, bi copan li min xistin. Destê min ji paş ve girêdabûn. Ji jor ve hildikişandin û bêhna min diçû. Ji ber copan hemû laşe min reş kiribûn. Bi destdirêjiyê min tehdît dikirin. Di binçavan de îşkenceyek giran li min kirin, piştre birin cihê binçavkirinê. Ji wir dîsa derbasê cihê îşkenceye kirin. Pirsa pismamê min a ku tevlî PKK’ê bûye kirin. Bavê min jî hatibû girtin, lê min wî nedît. Min gelek lêdan xwar. Êdî min nedizanî ku şev û roj çi ye, tenê dengê îşkenceyê dihat min." 
 
'Bavê min dengê min dibhist' 
 
Leyla, diyar kir ku piştî 4 roj şûnde ji bo îfadeyê wê birine dozgeriyê û got: “Min wan 4 rojan de qet bavê xwe nedît. Dîsa çavên me girêdan û me birin dozgeriyê. Piştî ku îfadeya min girtin, min berdan û ez çûm malê. Dayika min hêvî nedikir ku ez sax vegerim malê. Şeva ku em hatin binçavkirin cenazeyê jinek û mêrek hat dîtin. Dayika min jî fikiriye ku ez û bavê min e. Ji ber îşkenceyê laşê min hemû reş bibû. Bavê min jî berdan û lê ew jî bawer nedikir ku bi saxî bê berdan. Dema îşkence li min kirin dengê min diçû bavê min. Piştî ewqas îşkenceyan carek din hatin bi ser mala me de girtin. Ez gelek ji wan ditirsiyam." 
 
Di 17 saliya xwe de zewicî 
 
Leyla, wiha bal kişand ser zewaca xwe: "Derfeteke min tunebû û min nedikarî ez wisa jî bijîm. Min digot heke ez bizewicim ev zilm û zex dê bi dawî bibe. Ji xwe ez hêj 17 salî bûm. Rojekî kesî ku min lê nas nedikir hat daxwaza zewacê kir. Min jî malbat jî qebûl kir. Lê belê tişta ku ez li bendê bûm ne bû. Jiyana min bêtir serûbinû bû. Daxwazên min û xeyalên min têk çûn. Piştî 4 salan şûnde ez ducanî mam. Min zaroka xwe anî dinê lê bijîşkan ji min re got heke tu zarokek din binê dinê dê jiyana te bikeve xetereyê. Ev 23 sal in zewicî me û tu carî jî xewn û xeyalên min pêk nehatin."
 
Li hember pergala mêr û dewletê serî radike
 
Jiyana ku wisa derbasbûyî gelek tecrûbe jî bi xwe re tîne û Leyla êdî biryar dide ku tevlî xebatên siyasî bibe, li dijî zilma mêr û dewletê dest bi têkoşînê dike. Leylaya ku dayika 4 zarokan e wiha behsa tevlîbûna xwe ya xebatan dike: "Piştî ku zarokên min mezinbûn şûnde min xwest ku di nav kar û xebatên siyasî de cih bigirim. Min di nav rêveberiya bajaroka Şêxan de cih girt. Piştî demekî hevalê me hatin girtin û rêvebiriya partiyê jî belav bû. Pişt re ez tevlî rêvebiriya Qilebanê bûm û hîn jî di nav xebatan de me. Jiyana min her zilm û îşkence bû. Têkane rêya xilasiyê ji bo min xebatên siyasî bû. Ez niha waye 41 salî me, lê ew hêrs û nifrîn di dilê min de heye. Kengê ez bi ciwanan re biaxivim, dibêjim tişta ku hatiye serê min bila neyê serê we, bê çare nemînin. Lê belê dema ku ez zewicîm min zanî ku rêya xilasbûnê ne zewac e.”
 
'Ez ji bo jin û ciwanan dixebitim' 
 
Leyla, di jiyana xwe de ligel zilma dewletê bi zilma bav û mêr re jî rûbirû maye û wiha bi lêv kir: "Ger ku min gotina mêr bikira min nedikarî ez gavekî jî bavêjim. Lê min qebûl nekir û min got êdî bes e. Heta kengê ez ê di bin bandora mêran de bimînim. Ez niha di nav kar û xebatên HDP’ê de cih digirim. Lê bi taybetî ji bo jinan xebatan dimeşînim. Ez dixwazim xwe bigihînim hemû jin û ciwanan."
 
'Li dijî zilmê serî rake'
 
Leyla, banga têkoşînê li jin û ciwanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tişta diqewime divê tu kes vê qebûl neke. Bindestiya dewlet û mêr wek hev in. Mafê jinê jî heye, kes maf nade, divê jin ji bo bidestxistina mafê xwe têbikoşe. Bila jin xwe di bin zilma mêr de xilas bikin. Ez jî mirov im û daxwazên min jî heye. Ji ber wê divê tu jinek di bin zilma mêran de nemîne û serî rake."