‘Xwendekaran ji civakê îzole dikin’

  • 09:16 8 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Ji Faliyetên Xwendekaran Elîf Kuçukakgul da zanîn ku Giştînameya Tedbîrên Ewlehî û Parastinê tê wateya xespkirina mafê rêxistinbûnê û desthilatdarî hewl dide ku xwendekarên makul bigihîne û divê her kes li dijî vê têbikoşe.
 
Wezareta Karê Hundir di 11’ê Tebaxê de Giştînameya Tedbîrên Parastin û Ewlehiyê ya li Zanîngehan weşand. Li gorî giştînameyê her beriya sala akademîk di bin serokatiya walitiyan de bi rêveberên zanîngeh û amîrên ewlehiyê re wê ‘Komîsyona Navenda Zêdekitina Bawerî û Aramî ya li Zanîngehan’ wê bê avakirin. Di giştînameyê de îbareya ‘Têkilî bi Rêxistina Terorê re hatiye nirxandin’ cih digirin û bi vê giştînameyê kulubên xwendekar û platformên jinan hedef hat girtin.
 
Ji Faliyên Xwendekaran Elîf Kuçukakgul diyar kir ku desthilatdarî bi giştînameyê armanc dike ku xwendekarên zanîngehên ji mijarên civakî îzole bike, hêza erzan a kar ji bo sermayeyê bigihîne û got: “Desthilatdariya ku beriya hilbijartinê di krîzê de ye mafê rêxistinbûnê xesp dike. Ev pirsgirêk hemû aliyan eleqeder dike û divê hemû alî têbikoşin.”
 
Tiştên li herêmê tên kirin li zanîngehan jî tê kirin
 
Elîfê destnîşan kir ku AKP’ê di pêvajoya berxwedana Bogazîçî de hewl da tevgera xwendekaran hem li kolanê û hem jî li kampusê biçewisîne û wiha pê de çû: “Bi vê giştînameyê riya êrîşa li hember îrade û pêkhateyên zanîngehê vedibe. Hewldana wan ev e ku xwendekar li dijî tiştên li welat pêk tên deng nekin. Xwendekarên zanîngehê û tevgera xwendekaran dînamîka esas a civakê û mînyatura welat e. Li welat çi pêk bê li zanîngehan jî bandor dike. Qeyûman tayînî bajarên kurdan dikin bandor li zanîngehan jî dibe û bi heman zihniyetê qeyûm tên tayînkirin. Ev di esasê de êrîşek li hember îradeyê ye.”
 
‘Li dijî mafê rêxistinbûnê êrîş’
 
Elîfê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Zanîngeh ji welat serbixwe nikarin bên fikirîn. Pirsgirêkên welat zanîngehan jî eleqeder dikin. Kesên zanîngehê parçeyek ji vî welatî ne. Mafê wan heye ku gotina xwe bêjin. Xespkirina azadiyan, tayînkirina qeyûman, giştînameyên tên weşandin êrîşek li hember azadiya rêxistinbûnê ya xwendekaran e. Tê gotin ku wê kulubên jinan, kubulên LGBTÎ, faliyetên wan bên qedexekirin, li deriyan alava x-ray bê bicihkirin. Ev hemû bi armanca pêşîgirtina têkoşînê tên kirin. Desthilatdarî beriya hilbijartinê di krîzekê de ye. Ji ber vê jî êrîşan zêde dikin. Hemû tişt nîşan didin ku desthilatdarî krîzekê dijîn.”
 
Ji bo kesên cuda difikirin dibêjin 'terorîst'
 
Elîfê axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî armanc dike ku aliyekî ku patron û sermaye dikare bi kar bîne li zanîngehan ava bike. Niha zanîngeh wek hêza kar a erzan tên dîtin. Hewl didin xwendekarên makul, profila xwendekarên makul derxin holê. Yên ku ji wan cuda difikirin jî wek teroîst tên binavkirin. Bêguman wê xwendekar nekevin kalibên makulbûnê û bişkînin. Divê li dijî van zextan em deng bilind bikin. Divê em têkoşîna ji bo pêşerojê ji îro de bidin. Ev ji bo civakê gelek girîng e. Em ê bi hev re têbikoşin. Ji bo azadî û pêşeroja xwe em xwendekarên zanîngehê û pêkhateyên zanîngehê wê bi hev re têbikoşin.”