Li Stenbolê ji bo mêran atolyeyên jineolojiyê dest pê dikin

  • 09:11 8 Îlon 2022
  • Rojane
STENBOL - Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê ku eleqeyek mezin dît, dema nû de ji bo mêran wê atolyeyan pêk bînin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovarê Rojda Yildiz da zanîn ku ji mêrtiya pergala heyî rizgar bûn ji Jineolojiyê derbas dibe. Endama atolyeyê Sevcan Kadîroglu jî daxuyakirin ku di rêwitiya ‘xwebûn’ de mêr divê para xwe ferq bikin.
 
Xebatên zanista jinê Jinelojî her diçin berfireh dibin. Jineolojî baviksalariya di civakê de hatiye avakirin, ji destpêkê heta niha bi berfirehî bi lêkolînan şênber dike. Armanca Jineolojiyê ev e ku mêr bi zîhniyeta desthilatdar re bên rû hev. Jineolojî li hemû cîhanê eleqeya jinan dikşîne.
 
Jineolojî ku xwe bi atolyeyan teşe dike, li Stenbolê jî di vê esasê de xebatan dimeşîne. Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê di 27’ê tebaxê de li Navenda Çanda Mezopotamya li ser 25’emîn hejmara kovarê ya bi sernavê ‘binpêkirinê’  hat weşandin hevdîtin pêk anî û di vê mijarê de nîqaşên berfireh meşand.
 
Zanista jiyan û civakî
 
Endama Atolyeya Jineolojiyê ya Stenbolê Sevcan Kadîroglu der barê mijarê de axivî û da zanîn ku jîneolojî ‘zanista civakî û jiyanê’ ye û wiha daxuyand: “Jineolojî bi armanca ku heqîqeta ku dewletan hewl dida jinê bidin jibîrkirin û hişan bê paqijkirin, derxe holê peywira pirê dibîne. Jineolojî hewl dide zîhniyetên qirêj yên binpêkirin û serdestiyê ji holê rake.”
 
Mekanîzmaya dîtina heqîqeta jin û mêr
 
Sevcanê daxuyakirin ku perspektîfa ku jineolojiyê daniye holê ne tenê jinan esas digire û wiha dirêjî dayê: “Tenê jinan nagire navenda guherînê ya ku têkoşîna wê dide. Ji ber em civakbûnê wek riya ku jin û mêr bi hev re dimeşîne, şîrove dikin. Di vî alî di rêwitiya em dibêjin xwebûn de ji bo guherînê peywirên mezin dikevin ser milê mêr û jinan. Di vê nokteyê de mêrên riya wan bi jîneolojiyê re dibe yek guherîna wan hêsan dibe û dema heqîqetê bi jîneolojiyê re ferq bikin guherîn jî pêk tê. Di sohbetên em dikin de  pirsên hevalên mêr dikin, em dikarin bêjin ku jineolojî tenê jinan esas nagire, mekanîzmaya hevdîtina heqîqeta jin û mêr e.” 
 
Mêr jî hewl didin xwe bibînin
 
Sevcanê destnîşan kir ku di esasa paradîgma ‘Hev-Jiyana-Azad' de tenê jin esas nayên girtin û got: “Em jiyaneke komunel, wekhev, kolektîf ya jin û mêr hevpar dibin, hedef digirin. Di civaka xwezayî de, dema neolojîk de jiyanek hevpar hebû. Di vê nokteyê de civak, mêr û ya herî girîng jî jin xwe bibînin, gelek girîng e. Di hevdîtinên tevlihev de tevlibûna mêran zêde bû. Mêr jî hewl didin xwe bibînin. Divê ewil pirsgirêk bê zanîn ku û xwe ji vê berpirs hîskirin. Bi giştî mêr xwe ji pirsgirêkên civakî berpirs hîs nakin. Zêdetir lêgerînek, têkoşînek bi keda jinê dimeşiya hebû. Lê mêrên xwe berpirs dibînin jî ji bo guherînê pêngavê davêjin.”
 
‘Daxwazek mezin ji bo atolyeyan heye’
 
Sevcanê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo dema nû atolyeyên wan hene û mêr zêdetir atolyeyên tevlihev dixwazin û wiha dawî lê anî: “Em hemu kesên ku dixwazin şopa heqîqetê bimeşînin vexwendiyê atolyeyan dikin. Hem jin hem mêr dikarin tevli atolyeyan bidin. Ji ber ku li wir xwebûn, lêgerîn heye. Divê em hemû di atolyeyan de bên gel hev.”
 
‘Divê her mêr teqez tevli atolyeyan bibin’
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ozcan Tekel jî yek ji kesên tevli atoleya tevlihev bûye. Ozcan balkişand ser têgeha jineolojiyê û ev tişt diyar kir: “Dema em jineolojiyê wek zanista civakê bigirin dest, mirov wê demê pêvajoya dîrokî jî dinirxînin. Yên di xeta hevjiyana azad de têkoşînê didin û bi taybet jî ji bo mêran jineolojî zanisteke pêwiste. Gelek mêrên ku jiyana pergala kapîtalîst red dikin hene. Di vî alî de lêgerîna wan heye û xwe dibînin. Ev jiyana alternatîf jî bêguman bi jineolojiyê pêkane. Di jiyaneke ku jin wek nesne tên dîtin, bê nirx tên dîtin û wek meta tên dîtin de atolyeyên jineolojiyê xwedî roleke pir girîng in. Dema mêr dîroka jinan bizanibe wê jiyanê çareser bikin. Yên vê nekin jî yên esasa wê nizanibin nikarin jiyana ber xwe bijîn. Yên hîmê vê bavêjin atolyeyên jîneolojiyê ne. Her mêr divê teqez tevli atolyeyan bibin. Divê nîqaş bikin û vê belav bikin.”
 
‘Xebatên hevpar tên meşandin’ 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan Mucahît Demîrcîoglu jî bi lêv kir ku Jineolojî li seranserê cîhanê xwedî rolek girînge û wiha pê de çû: “Di civakê de jin, mêr, dar, zindî hemû dijîn. Tiştên li vir tên axaftin nîqaşên der barê hevalên jin û mêr de ne. Mijarên tên axaftin mijarên hevpar in. Di vir de mêrên di têkoşînê de ne wê bêtir pêşkevin. Em çiqas bi rêxistin bin em ê evqas bi serkevin. Wê atolye bi me re guherînan pêk bîne.”
 
Jineolojî ji bo guherînê rehbere
 
Endama Lijneya Weşanê ya Kovarê Rojda Yildiz jî da zanîn ku ji mêrtiya pergala heyî rizgar bûn ji Jineolojiyê derbas dibe û wiha dawî lê anî: “Ji bo jiyanek weatedar, ji bo riyeke nû û rêbazên nû bên dîtin yek ji qadên ku ev nîqaş lê tên meşandinê ye. Ji her aliyê civakê kes xwe di vir de dimînin û ji bo guherînê, jîneolojîk yek ji rehberên herî girînge. Wek tê zanîn pergala kapîtalîst tenê bandor li jiyana jinan nake. Bandor li hemû jiyana civakî dike. Zayend ferq nake koletiyê li her kesî ferz dikin. Ji bo guherina vê , ji bo mêr ji vê xilas bibin, divê têbikoşin û em bang li hemû kesî dikin ku li dijî patrîarka têbikoşin.”