Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê

  • 09:04 8 Îlon 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn 
 
QAMIŞLO - Endamên Hêzên Ewlehiya Hundurîn ên tevlî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya di 25'ê Tebaxê de li Kampa Holê, hat destpêkirin, bûn wiha gotin:"Armanca me ya esasî ya pêngavê ev bû ku em li kampê bikaribin zelalbûnekê çêbikin û xetereya heyî rakin. Di heman demê de em parastina jinan a li vê kampê erka xwe dibînin. Li vê kampê jinên fikra cîhatê qebûl nakin tên kuştin. Em wekî jin di hemû beşên pêngavê de cihê xwe digirin, ji ber ku li Kampa Holê bêtir jin hene. Em ji ewlehiya kampê berpirs in."
 
Li Kampa Holê ya ku bi êrîşên DAIŞ'ê û mirinên jinan re her tim di rojevê de ye, DAIŞ çawa xwe bi rexistin dike? Piştî rizgarkirina Baxozê ku keleha dawî ya DAIŞ'ê bû, çeteyên DAIŞ'ê jî ketin nava Kampa Holê. Bi deh hezaran penaber lê hatin bicihkirin. Bi destên DAÎŞ'ê û hêzên alîkariya DAÎŞ'ê dikin hinek çete li kampê hatin bicihkirin û rasterast ji bo sûcên wekî avahiyên şaneyê yên çalak, rêxistinên şaneyê û çalakkirina înfazan hatin bikaranîn. Lê hinek çeteyên DAÎŞ'ê bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 25'ê Tebaxê de hat destpêkirin, hatin girtin.  
 
Hewldanên Mîta Tirk
 
Li gor çavkaniyên herêmî û îtifarên çeteyên DAÎŞ'ê Istixbarata Tirkiyeyê jî, ji bo jinên DAIŞ'î yên di kampê de dimînin, yekîneyek taybet ava kir. Bi rêya Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH), hemû karên ji rêxistinbûyîna revandinê heta fînansmana revandinê ji aliyê personelên MÎT'ê bi xwe tên meşandin. Îtîrafên gelek çeteyên DAIŞ'ê yên ku hewl didan ji kampê birevin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hin organên çapemeniyê ve bi raya giştî re hatin parvekirin Tevî ku gelek caran hate belgekirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên hewl didan birevin, reva ji kampê ji aliyê saziya alîkariyê ya bi navê ÎHH'ê ve hatiye birêxistinkirin û rayedarên îstîxbarata tirk her şêwe destek dane jî, hêzên navneteweyî li dijî vê mijarê bêdengiya xwe didomînin û xemsar in.
 
Çima pêwîstî bi operasyoneke li Kampa Holê hebû?
 
Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê di 28'ê Adara 2021'ê de dest pê kir. Di encama operasyona 9 rojan û operasyonên nokteya piştî wê de bi dehan hucreyên razayî hatin bêbandorkirin û zêdetirî 300 çete hatin girtin. DAIŞ'ê ku di operasyonê de derbên giran xwar, ji bo mekanîzmaya zext û zilmê ya li kampê ji nû ve bixe meriyetê, endamên çete yên pasîf ku weke penaber ketin nava kampê seferber kirin. Çeteyên ku hatin çalakkirin heta qonaxa duyemin a operasyonê bi dehan jinên penaber qetil kirin. Li hemberî zêdebûna komkujiyan li kampê û zêdebûna seferberiya DAIŞ'ê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25 'ê Tebaxa 2022'yan de ragihand ku wan qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê dane destpêkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di operasyonê de 5 hedefên sereke li pêşiya xwe danîne, heta niha operasyonên xwe bi serkeftî didomînin. Bi dehan çeteyên DAIŞ'ê yên ji kuştina jinên li kampê hatin kuştin, berpirsyar in, hatin girtin.
 
Têkildarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya di 25'ê Tebaxê de hat destpêkirin endamên Hêzên Ewlehiya Hundurîn ên di nava pêngavê de cihê xwe girtine axivîn. 
 
'Ji bo ewlehiyê me Operasyona Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin'
 
Ji Hêzên Ewlehiya Hundurîn, Silava Qamişlo da zanîn ku ji bo ewlehiya kampê wan Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 25'ê Tebaxê de dest pê kirine û wiha got:" Ji ber ewlehiya kampê me ev operasyon da destpêkirin. Ji ber ku li kampê gelek bûyer çêbûn. Ji bo em pêşiya van bûyerana bigirin me di 25' ê Tebaxê de dest bi pêngava duyem a mirovî û ewlehiyê kir. Pêngav heta astekê hat. Me di vê pêngavê de dît jinên DAIŞ'î, zarokan li ser fikrên cîhatê perwerde dikin. Zarokên 15 salî fêrî çekê dikin. Wekî hêza ewlehiyê armanca me ya vê operasyonê ewlehiya jinan û ya civakê ye."
 
'Me xwest jiyana li kampê em ewle bikin'
 
Silava da zanîn ku di operasyonê de li dora 25 çeteyan hatine girtin û wiha domand:"Çeteyên hewl didan birevin, hatin girtin. Wekî şervanên azadiyê armanca me têkoşîna ji bo hemû jinan e. Ji ber hîn gelek jin hene ku hîn nizanin wê di jiyanê de çawa têbikoşin û çawa bijîn. Li vê kampê me dîsa dît ku jin çawa ji rastiyê dûr ketine. Bi vê operasyonê me xwest jiyana li kampê em hîn ewle bikin." 
 
'Li vê kampê jinên fikra cîhatê qebûl nakin tên kuştin'
 
Ji Hêzên Ewlehiya Hundurîn, Nalîn Ebdilqadir jî wiha qala operasyonê kir: ''Me di sala derbasbûyî de operasyona yekem dabû destpêkirin îsal me ya duyem da destpêkirin. Ji ber di hundirê kampê de tirs û guman gelek in, ev guman ji bo hemû cîhanê jî derbas dibe. Me ev operasyon bi alîkariya hêzên QSD'ê da destpêkirin. Ji roja destpêkê heta niha em bi hevdu re didin meşandin. Heta em bigihêjin aramanca xwe jî wê berdewam bike. Di vê operasyonê de me gelek kes girtin û niha lêpirsîna wan didomin. Armanca me ya esasî jî ev bû ku em li kampê bikaribin zelalbûnekê çêbikin û xetereya heyî rakin. Di heman demê de em parastina jinan a li vê kampê erka xwe dibînin. Li vê kampê jinên fikra cîhatê qebûl nakin tên kuştin. Em wekî jin di hemû beşên pêngavê de cihê xwe digirin, ji ber ku li Kampa Holê bêtir jin hene. Em ji ewlehiya kampê berpirs in."
 
'Armanca me ya esasî ewlehiya Kampa Holê ye'
 
Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîdar Masûm diyar kir ku oparasyona wan bi awayekî bi rêk û pêk didome û wiha berdewam kir: ''Me di 25'ê Tebaxê de ev operasyon da destpêkirin. Ji wê rojê heta niha bi awayekî bi rêk û pêk berdewam dike. Beriya ku em dest bi vê operasyonê bikin me di destpêkê de şervanên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi cih kirin, ji ber ku di Kampê de piranî jin û zarok hene me gelek endamên ewlehiyê yên jin jî bi cih kirin. Ji bo em pêwistiyên rojane yên jiyanê bikaribin bi cih bînin me amadekarî kirin. Armanca me ya esasî ewlehiya Kampa Holê ye. Ji ber di roja me ya îro de Kampa Holê ji bo hemû cîhanê bûye xeteriyek mezin. Rojane jin di kampê de tên kuştin. Ev jî ji ber fikrên wan e. Ji ber fikrên DAÎŞ'ê naparêzin. Jinên DAIŞ'ê di hundirê kampê de xwe bi rêxistin kirine. Şanêyên veşartî hene, ev şaneyên veşartî jinên penaber ên kampê perwerde dikin, ger jinên din li gor fikrên wan nerin tên kuştin." 
 
'Ji bo birevin xendek kolandine'
 
Sîdar da zanîn ku cihên jin li wir tên perwerdekirin zarok jî hene û axaftina xwe  wiha domand: ''Piştî herêma Baxozê rizgar bû şûnde, ji ber gelek malbatên çeteyan li Kampa Holê hatin bicihkirin loma xetereya vê kampê zêdetir bû. Ji ber ku piranî jinên DAIŞ'ê hatin nava pênaberên li kampê diman, vê jî bi xwere xetereyek anî. Me  di operasyonê de jî gelek tiştên girêdayî wan dîtin. Mînak, me di beşa 2 û 4'an de xendeq dîtin. Di wan xendeqan de cepxane û malzemeyên din hatin dîtin. Di heman demê de malbatên DAÎŞ'yan jinan dikujin û di hundirê van xendeqan de vedişêrin. Hinek xendek jî ji bo derkevin derveyî kampê kolandine. Ji bo birevin xendek kolandine."
 
'Jinên hatin girtin, bûne sedema kuştina gelek kesî'
 
Sîdar bi lêv kir ku ew jinên hatin girtin xeter bûn û wiha dirêjî da gotina xwe: "Destên jinên hatine girtin, di gelek bûyerên di kampê de hene. Van jinan perwerdeyên girêdayî DAÎŞ'ê di hundirê kampê de didan zarokan. Jinên ku çek li gel wan hatin dîtin, gelek penaber û kesên din qetil kiribûn. Jinên hatin girtin, bûne sedema kuştina gelek kesî. Di gerandina kampê de me alên tirkan dîtin. Ev jî diyar dike ku çeteyên vir bi tirkan re kar dikin. Şerê xûweran mînaka vê ye. Di vî şerî de gelek jinên DAÎŞ'î yên li kampê êrişî cihên me kirin û hewl dan ji kampê derkevin. Li dijî van bûyerana me cara duyem operasyona li Kampa Holê da destpêkirin."