'DAIŞ dixwaze bi destên jinên li Kampa Holê, xwe bi rêxistin bike'

  • 09:02 7 Îlon 2022
  • Rojane
Hêlîn Asmîn
 
QAMIŞLO - Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 25'ê Tebaxa derbasbûyî de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Holê hatiye destpêkirin, bi desteka Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin didome. Têkildarî vê pêngavê û rewşa li Kampa Holê jinan nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"DAIŞ dixwaze bi destên jinên li Kampa Holê, xwe bi rêxistin bike. Ev rêxistina teror ji bo hemû cîhanê xeter e, ji ber vê pêwîst e pêşî lê bigirin.''
 
Kampa Holê ku 45 km dûrî bajarê Hesêkê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, sala 1991'ê ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate avakirin. Ev kampa ku ji bo penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê direvin bû stargeh, di sala 2003'yan de bi ketina DYA'yê li Iraqê, careke din bû cihê penaberiyê. Kampa ku piştî DAIŞ'ê Mûsil dagir kir, careke din penaberên Iraqê kir mêvan, di sala 2015'an de ket bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Piştî rizgarkirina Baxozê di sala 2019'an de, hejmara şêniyên kampê ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê bi cih bûne, gelekî zêde bû.
 
Li kampa ku "Yek ji kampên herî xetere yên cîhanê ye" 54 hezar 390 kesên ji 50 welatên cuda yên weke Tirkiye, Tirkmenîstan, Ozbekîstan, Azerbaycan, Kirgizîstan, Çeçenîstan, Rûsya, Elmanya, Misir, Fas, Cezayîr û Tûnis ku piraniya wan Iraqî û Sûriyeyî ne, dimînin. Di kampê de bi giştî 35 hezar û 172 jin dijîn. Her wiha 15 hezar û 728 zarok hene.
 
Penaberên Iraqê: Hejmara giştî 27 hezar û 816 e Hejmara jinan 17 hezar û 73 ye. Hejmara zarokan 8 hezar 19 e. 
 
Koçberên Sûriyeyî: Hejmara giştî 12 hezar û 366 e. Hejmara jinan 12 hezar û 366 e. Hejmara zarokan 5 hezar û 349 e. 
 
Di beşa bi navê Muhacir de ji 50 welatên cuda 8 hezar û 91 jin, her wiha 2 hezar û 360 zarok dimînin.
 
Kamp ji 9 beşên bingehîn pêk tê 
 
Kampa ku ji navçeya Holê ya ku lê ye mezintir e, ji 9 beşên sereke pêk tê û 1 ji wan ji malbatên DAIŞ'yên biyanî pêk tê. Her beş li ser beşan hatiye dabeşkirin. Penaberên Iraqê bi giranî li beşên yekemîn, duyemîn, sêyemîn û heftemîn ên kampê dimînin. Di beşên mayî de koçberên Sûriyeyî dimînin.
 
Gelo li kampê çi diqewime? 
 
Li Kampa Holê ku bi êrîş û înfazên jinan tim di rojevê de ye, çeteyên DAIŞ'ê ji bo ku jinan biçewisînin û bi navê xîlafetê xwe biparêzin serî li her cure zordariyê didin. Bi pêkanînên xwe yên darizandinê yên bi navê El Hîsba re, heta niha bi dehan jin bi heman rengî bi hovane qetil kiriye. Her wiha jinên Iraq û Suryan di kampê de neçar dimînin ku di bin navê perwerdeyên xîlafetê de derbasî perwerdeyên bîrdozî û terorê yên DAIŞ'ê bibin. Jinên ku li gorî bendên DAIŞ'ê di kampê de tev nagerin, bi rêya qaşo rêxistina El-Hîsba bi awayekî veşartî têne darizandin û bi alavên wekî çakûç bi awayekî hovane tên qetilkirin. An jî bi rijandina benzînê ya bi ser wan de tên şewitandin. Bi vî rengî peyama tirsê li jinên din ên li kampê dimînin, belav dikin
 
Herî dawî jî Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir. Û di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê 3 jinên kelemçekirî ku li ser wan şopên îşkenceyê hene rizgar kirin. Di roja 9'an a qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de zarokeke êzidî bi navê Wefa Elî Ebas jî hatibû rizgarkirin.
 
Li ser rewşa Kampa Holê ji Hevseroka Kampa Holê, Cîhan Henan ji ajansa me re axivî. Her wiha jinê li kampê dimînin jî metirsiyên xwe anîn ziman û gotin ku bi zorê çarşefa reş li ser wan tên ferzkirin. 
 
'DAIŞ dixwaze bi destên jinên li kampa Holê xwe bi rêxistin bike'
 
Cîhan Henan bi lêv kir ku di kampê de du xet hene, yek a mirovî ye, ya din jî ya terorî ye û wiha pê de çû:" Di kampê de du xet hene, aliyê wê yê ku penaber û koçberên Sûriye û Îraqê ku ji ber şerên li welat û herêmên wan çêbûbûn xwe spartin kampê, aliyê wê yê din jî jinên di  kampê de bi rêya perwerdeyê tevlî DAIŞ'ê bûne ye. Terora DAIŞ'ê bi rêya van jinan dixwazê ji nû ve, şaneyên xwe di kampê de bi rêxistin bike û sal bi sal bingeheke xurt ji xwe re ava kirin. Bi vê rêbazê xwestin kampê bikin bin kontrola xwe û hovîtiya xwe belav bikin. Ji ber wê jî aliyekî kampê yê mirovî heye û aliyê wê yê din jî terorî ye. Ev rêxistina teror ji bo hemû cîhanê xeter e, ji ber vê pêwîst e pêşî lê bigirin.''
 
'Li Kampa Holê zêdetir zarok û jin dimînin'
 
Cîhan Henan da zanîn li kampê gelek zarok jî hene û wiha lê zêde kir:"Ev kamp kampek fermî ye û Rêveberiya Xweser di her aliyî de alîkariyê dide vê kampê. Em wekî Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû penaberên ku ji derve hatine dibin alîkar. Li vir jî ji gelek welatan gel hene. Lê herî zêde welatiyên Iraqî ne, bi giştî 54390 kes li kampê, hene. Di kampê de hinek beşên mîna tendirustî, pêdiviyên jiyanî û xizmetên mirovan didin hene. Em ji bo van beşan xizmetê didin. Ji ber piranî jin û zarok in, alîkariya ji derve jî tê piranî ji bo wan tê. Lê ruxmê vê jî gelek caran tên astengkirin.''
 
'Ji ber xetereya DAÎŞ'ê me pêdivî bi hemleyek wiha dît'
 
Cîhan Henan da zanîn ku di vê pêvajoyê de destpêkirina Operasyona Mirovî û Ewlehî, ji bo wan pir girîng bû û wiha bi dawî kir. ''Ji ber sûc û bûyerên kuştina jinan, di hundirê kampê de gelek zêde bûn, gefên ku li ser koçberan dihatin kirin jî her diçû pirtir dibûn. Yên DAÎŞ'î bi zorê jin perwede dikirin, ên fikrê wan qebûl nedikirin jî dikuştin. Ji ber di her çadirê de şaneyên xwe yên veşartî çêkirine. Ji ber kamp mezin e her çiqas em dixwazin, di aliyê ewlekariyê de biparêzîn jî hakîmiyet çênabe. Ji ber li gelek aliyan, şaneyên DAIŞ'ê hatine çêkirin. Loma jî me pêdivî bi hemleyeke wiha dît. Ji ber xetereya DAÎŞ'ê me pêdivî bi hemleyek wiha dît. Her wiha em di dawiyê de jî bang li hemû hevkarên xwe yên ku di nava hêzên navdewletî de cih digirin dikin ku bi me re di nav hevkariyê de bin. Ji bo ku em bikaribin şaneyên DAIŞ'ê bi dawî bikin. Yek ji armanca me ya sereke ew e ku em penaberên Iraq û Sûriyeyê radestî dewletên wan bikin. Bila hemû dewletên li derve, welatiyên xwe bigirin. Çimkî gelek kes li vê kampê di bin xetereyê de ne."
 
'Çarşefa reş li me tê ferzkirin'
 
Yek ji jinên penaberên Iraqê yên di kampê de dimîne Emîra Ebdulah diyar kir ku ev 5 sal in ew di kampê de dijîn û wiha lê zêde kir: "Divê em li kampê bi çarşefên reş tev bigerin. Çarşefa reş li me tê ferzkirin. Me çarşef jî li malê li xwe dikir lê ev nebû. Li kampê tiştin diqewime. Lê em nizanin. Ji tirsa em ne dikarin bipirsin ne jî agahiyê bigirin."
 
'Ez di jiyana xwe da cara pêşîn çarşefa reş, li xwe dikim'
 
Ilfet Xalid Mûsa yek ji penaberên Iraqê ye ku li kampê dimîne. Ilfet diyar kir ku piştî rizgarkirina Baxozê hatine kampê û got:"Dema em bûyerên li kampê diqewimin dibihîzin, em ditirsin. Ji ber vê tirs û fikarê, êdî danê êvarê kes li kampê nalive. Divê em çarşefên reş li xwe bikin. Ez di jiyana xwe da cara pêşîn çarşefa reş, li xwe dikim. Zehmet e, lê ji bo em bijîn em mecbûr in."
 
'Em ne DAÎŞ'ê ne jî zilma DAÎŞ'ê dixwazin'
 
Jina bi navê Bidûr Xalef a ji bajarê Enbarê yê Iraqê ye ev 4 sal in li kampê dimîne. Hevserê wê endamê DAÎŞ'ê ye û niha li girtîgehên di bin kontrola QSD'ê de ye. Bîdûr li ser komkujiyên li kampê û ferzkirina çarşefa reş a li ser jinan ev tişt parve kir: "DAIŞ vegere jî em wan naxwazin. Em ne DAÎŞ'ê ne jî zilma DAÎŞ'ê dixwazin. Zarokê min nexweş e. Êvarê nexweş bikeve jî, ji ber tirsa li kampê em neçar in heta sibehê li bendê bin ku biçin bijîşk." 
 
D'ê de ye. Bîdûr li ser komkujiyên li kampê û ferzkirina çarşefa reş a li ser jinan ev tişt parve kir: "DAIŞ vegere jî em wan naxwazin. Em ne DAÎŞ'ê ne jî zilma DAÎŞ'ê dixwazin. Zarokê min nexweş e. Êvarê nexweş bikeve jî, ji ber tirsa li kampê em neçar in heta sibehê li bendê bin ku biçin bijîşk."