Di Nobeta Edaletê de ev bang li Wezîrê Edaletê hat kirin: Îstîfa bike

  • 12:10 6 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 294'an de berdewam kir. Xizma girtiyê nexweş Încî Guler, bang li Wezîrê Edaletê kir ku û got, "Ger ku tu nikarî peywira xwe bikî îstîfa bike." 
 
Malbatên girtiyan ên Amedê bi daxwaza ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan, dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 294’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam kir. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya 78'an piştgirî dan malbatan. 
 
'Bila Wezîrê Edaletê îstîfa bike'
 
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Güler, İnci Güler axivî. Încî daxwaza xwe ya edalet dubere kir û got ku hikûmet bila qanûnên xwe pêk bîne. Încî, bi lêv kir ku roj bi roj rewşa girtiyan giran dibe û wiha axivî "Heta niha nêzî 50 xizmên me yên girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Daxwaza me ji hikûmetê ew e ku girtiyên me serbest berdin.  Wezîrê Edaletê bila peywira xwe bîne cih. Ger ku nikare bîne cih bila îstîfa bike. Bila kesek din bê. Hikûmet dijminantiya me kurdan dike. Dema em gotinek dikin deriyê gertîgehan ji me re tê vekirin.  Bila ev bêedaletî bi dawî bibe. Ger ku em îro li vir li edaletê digerin divê Wezîrê Edaletê ji xwe fedî bike. Em mirinê naxwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan."
 
'Kanî xwa biratî' 
 
Încî, destnîşan kir ku di girtîgehê de "poşmanî" li girtiyan tê ferzkirin û wiha domand: "Dema hilbijartin tê Serokkomar dibêje 'xwîşk û birayên me yên kurd.' Kanî xuşk û biratî? Bila li pişt gotinên xwe bisekine. Heta ji girtiyên me yên nexweş re azadî neyê em ê li her derê bin. Bila înfazên girtiyan neşewitînin." 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet"  bi dawî bû.