'Bi girankirina tecrîdê re şer jî giran dibe'

  • 09:05 6 Îlon 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê destnîşan kirin ku bi girankirina tecrîdê re şerê li dijî kurdan tê kirin jî giran dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd bê bidawîkirin ne tenê ji bo kurdn ji bo hemû gelên Rojhîlata Navîn dê bibe destkeftiyeke mezin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiyta Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Biryara qedexeya hevdîtina wî ya bi parêzeran re ku di 12’yê Cotmeha 2021'ê de hatibû dayîn, di 22’yê Nîsanê de bi dawî bû. Piştî vê rakirina qedexeyê bi mebesta hevdîtinê gelek caran hem parêzeran û hem jî malbatê serlêdan kirin, lê tu bersiv nehatin dayîn. Jinên Şirnexê bertek nîşanê tecrîda girankirî dan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.
 
Kiymet Ecer, diyar kir ku li Tirkiyê ji bo kurdan ne hiqûq ne jî qanûnên navneteweyî nas dike û wiha axivî: “Em naxwazin şer çêbibe, şer bi xwe re mirinê tîne. Em hem tecrîda  li ser girtiyan hem jî ya  li ser birêz Ocalan şermezar dikin. Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser gel jî dike. Heke ji bo Abdullah Ocalan çûyîn û hatin hebûya dê şer jî evqas berdewam nekira. Bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û her ku diçe tecrîd tê girankirin. Bi girankirina tecrîdê re şer jî giran dikin. Lê em şer naxwazin. Serok aştîyê dixwaze û ji bo aştiyê çareseriyê pêşniyar dike. Heke tecrîd bê bidawîkirin ji bo  gelên Rojhîlata Navîn dê destkeftiyeke mezin be.”
 
‘Tecrîd girêdayî pergalê ye’
 
Kiymet, destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser jinê û gel e  û wiha pêde çû: “Li dijî jinan şerekî mezin tê meşandin. Ev pergal naxwaze jin ji bindestiyê rizgar bibin. Tecrîd jî girêdayî pergalê ye.Li  dijî tecrîdê û pergala heyî berxwedana herî mezin jin didin. Heke serokê me azad bibe ji bo hemû gelên bindest û gelên aştîxwaz aramiyek mezin dê pêk bê.”
 
’24 sal in li ber xwe dide’
 
Zerê Aytiş jî daxuyand ku Gelê Kurd bi salan e ji bo aştîyek mayînde dengê xwe bilind dike û li ber xwe dide. Zerê, got: “Ji bo ku ev şer bidawî bibe û aştiyek mayînde pêk bê divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Ev 24 sal in Abdullah Ocalan di nav çar dîwaran de li ber xwe dide. Heta ku serokê me azad nebe ne şer xelas dibe ne jî rijandina xwînê tê sekinandin. Dilê me ji bo aştiyê lêdide û em aştiyê dixwazin."
 
‘Gava serokê me azad bibe em ê jî azad bibin’
 
Êmîne Oruç jî anî ziman ku divê  kurd rê nedin xiyanetê  û ji bo serkeftin, azadî û aştiyê destê xwe bidin destê hevdû. Emîne, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zilmekê mezin hem li ser me hem jî li ser Serokatiyê heye. Em dewleta Tirkê şermezar dikin û rûreş dikin. Li dijî serokê me hemû qanûn hatine binpê kirin. Em dixwazin Serokê me bi parezer û malbata xwe re hevdîtinê bike û bigihêje azadiya xwe. Gava serokê me azad bibe em ê jî azad bibin.”
 
‘Kurd azadiya Ocalan dixwazin’
 
Herî dawî jî Nuriye Atmiş axivî, bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan û got: “Kurd tenê doza hebûna xwe dikin. Ji ber vê jî azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Ji bo ku kurd dibêjin em hene zordestî li wan tê kirin. Tu mafê Erdogan nîne ku êrîşî Rojavayê bike û êrîşî gelên Rojhîlata Navîn bike. Erdogan li dijî kurdan êrîşeke berfireh daye destpêkirin û bi vê re sûcê şer dike. Em dayik bang li her çar parçeyên Kurdîstanê dikin û dibêjin bila kurd bibin yek û ji bo aştî û azadiyê tifaqa xwe pêk bînin. Heke tîfaqa me hebe tu kes nikare pêşiya me bigire. Ji Tirkan dost nabe. Dema kurd xwe bikin yek dê bi ser kevin.”