Berteka li dijî tundiya li Semra Guzel: Hûn ê nikaribin qirêjiyên xwe veşêrin

  • 09:04 6 Îlon 2022
  • Rojane
WAN - Jinan bertek nîşanê  girtin û şîdeta  li hember parlamentera HDP’ê Semra Guzel dan û gotin: “Hunê nikaribin ser lîstikên xwe bigirin. Semra Guzel rumeta me ye, îradeya me ye. Em ê bi rêxistinbûnê bersiva we bidin.”
 
 Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel a ku hedef hat nîşandan, parêzbendiya wê hat rakirin û demildest derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin, berî bi du rojan jî li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Semrayê di destpêkê de ji aliyê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu û Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ve ji ser hesabê medyaya dîjîtal hat ragihandin. Li gorî dîmenên derketine holê di dema binçavkirinê de polîsan li Semrayê şîdet  kirine û xwestine ku serê wê bitewînin. Li dijî van pêkanînan jinên siyasetmedar ên Wanê bertek nîşan dan.
 
‘Semra îradeya me ye’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica da zanîn ku polîtîkayên zextên wê bi wan şûnde gavê nedin avêtin û got: “Girtin, surgun, mirin nikarin me serî li me bitewînin. Em ê li her qadê bi rêxistinê nîşan bidin ku divê li dijî jina kurd rêzdar bin. Semra Guzel rumeta me, îradeya me ye. Wê ew di van kumpas û lîstikên xwe de bifetisin.”
 
‘Hewl didin qirjiyên xwe veşêrin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan jî bertek nîşanê girtin û şîdeta li hemer Semrayê da û got azadiya Semrayê ji aliyê AKP-MHP’ê ve bi kumpasek qirêj hatiye xespkirin û wiha dirêjî dayê: “Pêkanînên li hember Semrayê nikarin bên qebûlkirin. Ne di hiqûqê de ne jî di mirovahiyê de ev nikare bê qebûlkirin. Hewl didin nelêrêtiyên xwe veşêrin. Ev kesê wezîrê karê hundire bi çeteyan re bi nelêritiyan re rêz bi rêz wêneyên wî hene û kumpasek wisa dike ku qirêjiyên xwe veşêre.”
 
‘Jina rêxistinkirî hedef tê girtin’
 
Muazzezê wiha dawî lê anî: “Jinên kurd kumpas vala derxistine. Tu lîstika qirêj nikare vê îradê tune bike. Em ligel Semra Guzel in. He roj 4 jin tên qetilkirin û polîtîkayên dijminê jinê di asta herî jor de ye. Bêguman yên têkoşîna jinê didin hedef tên girtin. Semra Guzel siyasetmedarek ku ew deşîfre dikir bû û tu car li dijî şîdetê serî neditewand.”
 
Em ê têkoşînê bilind bikin’
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun jî bi lêv kir ku wezareta karê hundr partiya wan her tim hedef nîşan dide û di şexsê Semra Guzel de têkoşîna jinê hedef hatiye girtin. Handane her wiha destnîşan kir ku gelê Kurd di ferqa  armanca êrîşan de ye û got: “Helwesta desthilatdariyê ya li hember parlamentera me her tiştî nîşan dide. Dawiya deshtilatdariyê hatye. Şîdetê li parlamentera me dikin û  dixwazin serî pê bidin tewandin. Lê wê negihêjin armanca xwe. Em ê têkoşîna xwe li qadan bidin û bersiva herî baş bidin wan.”