Ayşe Acar Başaran: Li neynikê binêre

  • 14:51 4 Îlon 2022
  • Rojane
 
AMED - Di daxuyaniya DAKAP’ê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, girtina Semra Guzel şermezar kir û got: “Yek heye ku bê darizandin û ew jî 'Wezîrê Karên Sûc e'. Lê qet şerm nakin û partiya me hedef digirin. Em ji vir ji wan re dibêjin heke hûn li sûc digerin, têk çûyinê digerin biçin li neynikê binerin.”
 
Platforma Jinan a Amedê ya Dicleyê (DAKAP) girtina Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel li Parka Rojeva ya navçeya Peyas a Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, sazî û dezgehên civakî û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Girseya ku dirûşma “Semra Guzel vîna me ye” berz kir, pankarta “Semra Guzel vîna gel e, hûn nikarin serê me bitewînin” hat vekirin.  Daxuyanî ji aliyê Berdevka DAKAP'ê Kîymet Yildiz ve hat xwendin.
 
‘Di neçareserkirina pirsa kurd de israr dikin’
 
Kiymet, anî ziman ku Parlamentera HDP’ê ya Amêdê Semra Guzel a ku ji aliyê îqtîdarê ve hedef hatiye girtin, bi komployekê azadiya wê hatiye desteserkirin û wiha got: “Yên ku her carê bi feraseteke nû yên êrîş û kînê nêzî jinan dibin; ev polîtîkayên ku dixwazin vê krîza piralî ya ku tê jiyîn veşêrin, wekî duh dê îro jî nikaribin bi pêş bikev. Kesên ku her cure gendelî û diziyê dikin, li vî welatî bi awayekî aşera karê xwe dimeşînin. Yên ku parlamentera me Semra dikin hedef, di neçareserkirina pirsa kurd de israr dikin. Êşa ku gelê Kurd û jin dijîn tune tê hesibandin.”
 
‘Em serî natewînin’
 
Kiymet, destnîşan kir ku Semra Guzel bi awayekî derqanûnî hatiye binçavkirin û medyaya alîgir carek din bi nûçeyên derew dijminatiya xwe ya li hemberî jinan da nîşandan û axivî: “Bi êrîşên li hember jinê re diyar dikin ku  tehemûlê dîtina jinan di nava siyasetê de nakin. Li ser medyaya civakî û qenalên nûçeyan dîmenên rêhevala me Semra Guzel ku duh hat binçavkirin û birin edliyeyê ku tê de sûcên îşkence, muameleya xerab û heqaret hene hatin parvekirin. Aşkere ye ku siyaseta çewisandin û tirsandinê ya li dijî siyasetmedarên jin û bi taybet jinên têkoşer ên kurd hertim li ber çavan e. Bêşik ev rêbaz di her qada giştî, siyasî û takekesî de; Weke ronîkirina zexta li ser jinê, têkoşîna jinê, demokrasî û mafên mirovan tê xwestin ku têkoşîna jinê jî bê tunekirin.   Ji bo hemû jinên ku ji berê heta niha li dijî pergala serdest a mêr bi israr têdikoşin; ji aliyê rayedarên dewletê ve bi taybetî li ser jinên kurd zext, îşkence û muameleya xerab heye. Em serdestiya sîstematîzekirina mêtingeriyê; ji mûameleya li Semra Guzelê hat kirin, em ji Aysel Tugluk, Sevîl Rojbîn Çetîn, Ayşe Gokhan, Leyla Guven, gelek jinên kedkar û hevşaredarên hilbijartî yên ku qeyûm tayînî şûna wan kirine nas dikin. Sûcên li hemberî Semra Guzel hatin pêkanîn, li dijî vîna jinan û gelê Amedê êrîşek e. Îqtîdara mêr bila baş bizanibe ku em jin serî natewînin.”
 
‘Hertim têk çûne’
 
Pişre Ayşe Acar Başaran a HDP’yî axivî. Ayşe, anî ziman ku desthilata AKP-MHP’ê demekê direje desthilatdariya xwe li ser dijminatiya gelê Kurd û jinan didomîne û got ku desthilatdariya AKP di sala 2015’an de dev ji çareseriya pirsgireka kurd berdaye û vegeriyan polîtikayên dewletê yên tune hesibandinê ku bi salanê li ser gelê Kurd hatiyê ferzkirin. Ayşe, destnîşan kir ku ew politiqayên wan hertim têk çûne û dê têk jî biçe. Ayşe, bi lêv kir ku piştî 2015’an desthilatdariya AKP bi polîtkayên qeyûman destdanîn ser şeredariyan û wiha got: “Ew polîtikayên AKP’ê bi dîl girtina hevalên me û talan kirina bajaran berdewam dike. Ji wê salê heta niha li Amedê 2 caran qeyûm avetin ser  şeredariyên me. Şeredariyên me 2 caran ji aliye desthilatdariya AKP’ê hat dagirkirin. Parlamenteriya gelek hevalên me rakirin û niha jî di girtîgehan de dîl girtine. Girtina Semra Guzel jî giredayî wan polîtiqayan e.”
 
‘Biçin li neynikê binêrin’
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşe, bi bîr xist ku wêneyên Semra Guzel ji pêvajoya çareseriye de hatine kişandin û ev tiştan anî ziman: “Di pêvajoya çareseriye de çapameniya AKP’ê jî diçû wan deran. Lê niha heman çapameniye li ser wan wêneyan kampanyayêk lînçê da destpêkirin û piştî kampanyaya lînçe di meclise de dest danîn ser parlamenteriya hevala me. Dûh jî bi avayêkî ku Parlamenterê me hat girtin jî ew politiqa bi avayekî şênber hat xuya kirin. Lê çawa ku hevala me Semra Guzel serî netewand em jî hemberî wan polîtikayan serî netewînin. Wêzîrê karê sûc hemû kesen ku dizî, tecavuz, ketlîam kirine wêne kişandiye. Lê ew tevî vê yekê jî ew derketiye hevalê me sûcdar dike. Yekî ku bê darizandin heye ew jî wezîrê karê sûc e. Lê qet şerm nakin û partiya me hedef digirin. Em ji vir wan re dibêjin heke hûn sûc digerin, têk çûyinê digerin biçin neynikê binerin.”
 
‘Min serî netewand’
 
Ayşe, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê li ser dijminatiya kurdan dixwazê emrê desthilatdariya xwe dirêj bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Semra Guzel vîna bi milyonan mirovan e. Tiştekî ku hevala me jê şerm bike tune yê. Bi hezaran wêneyên dijminatiya kurdan hene. Yek ji wan, ew rojê li Amedê hestiyê lawê wî di kîsikekî de dan bavekî. Ew wêneyê dijminatiya kurdan e. Ayşe Gokkan ji ber tekoşîna jinan da ye 30 sal ceza jê hat birîn. Ew e dijminatiya jinan û kurdan. Her wiha Aysel Tugluk û girtiyên nexweş ku tevî nexweşiyê di girtîgehê de ragirtîne. Wekî ku hevala me Semra Guzel jî digot, ‘ Wan dixwast serê min bitewînin lê min serî netewand.’ Em jî serî natewînin û tekoşîna me wê bidomê. Semra Guzel vîna vî gelî ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Semra Guzel vîna me ye” û “jin, jiyan, azadî”  bi dawî bû.