'Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta tirk paşguh dikin'

  • 09:01 4 Îlon 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Ji Rêveberiya Meclîsa Çandiniyê ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê, Lûtfiyê Mehmod di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê wiha got: "Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta tirk paşguh dikin lê belê em tu carî li ber kiryar û pîlanên qirêj ên vê dewletê teslîmkariyê qebûl nakin."
 
Ev demeke dirêj e dewleta tirk bê navber êrîş û gefan li gelê Kurd dide xwarin, her wiha her carê rêbaz û şêweyên êrîşên cuda bi kar tîne. Dewleta tirk dîsa careke din di 29'ê Tebaxê de bi dijwarî êrîşê Mexmûr û Şengalê kir û di encama wê de gelek ziyan û qeza çêbû. Ev ne cara yekem e dewleta tirk bi vî rengî êrîşî Civaka Êzîdî dike û komkojî û qetilaman pêk tîne. Balafireke bê mirov û biçek a dewleta tirk xaniyekî  welatiyê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir. 
 
Di vê çarçoveyê de ji Rêveberiya Meclîsa Çandiniyê ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê, ji ajansa me re nêrîna xwe anî ziman.
 
'Nemirovî û bêsinciya bi kar tîne, ne di pîvan û rêgezên mirovan de ye'
 
Lûtfiyê di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku nemirovî û bêsinciya ku dewleta tirk bi kar tîne, bi rastî ne di pîvan û rêgezên mirovan de ye û wiha pê de çû:"Di dema dawiyê de êrîşên dewleta tirk a li ser zarok, jin û civakê her ku diçe zêdetir bûne. Hemû deverên ku gelê Kurd ê aştîxwaz lê dijîn, di bin gefên dewleta tirk de ne. Em bala xwe bidin bûyera ku li Şengal û Mexmûrê rû daye. Mixabin dîsa careke din bi destên dewleta dagirker a tirk bû. Her tim hewldanên qirikirinê li ser gel tên meşandin, gel her tim di nava qirkirin, talankirin, wêrankirin û têkbirinê de derbas dibe. Civaka Êzîdî gelekî zehmetî û azarên giran dîtine, her carê jî bi destê dewleta tirk a dagirker ev bûye. Ev ne careke û ne jî didu ne. Dewleta tirk bi vî rengî, bi hovî gefê li gelê Kurd dixwe. Ev nemirovî û bêsinciya ku bi kar tîne, bi rastî ne di pîvan û rêgezên mirovan de ye."
 
'Em tu carî li ber kiryar û pîlanên qirêj ên vê dewletê teslîmkariyê qebûl nakin'
 
Lûtfiyê di nava axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelan û hevjiyana hevpar û wiha pê de çû: "Em weke Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bi hevdu re weke jiyaneke hevpar li hemberî gefên dewleta tirk dibin bersiv û serî natewînin. Ji ber vê yekê jî dewleta tirk dîn dibe. Dema dewleta tirk yekîtiya me û têkoşîna me ya xurt, bi vî rengî dibîne, êdî nema zanibe çawa êrîş bike û me lawaz bixîne. Ji ber vê yekê êrîşên dewleta tirk bi armanca têkbirina vê proje û çandina wekheviya di navbera neteweyan de ye. Di heman demê de ji ber ku dewleta tirk nikare bi hêza me ya heyî û vîna me loma jî bi balafirên bê mirov êrişî me dike. Ji hêza jinê ya mezin ditirse, ji têkoşîna gelan xema dixwe. Hema em dibêjin çawa û bi çi şêweyê dixwaze êrîş bike bila bike, em tu carî li ber kiryar û pîlanên qirêj ên vê dewletê teslîmkariyê qebûl nakin."
 
'Em ê xwe bi xwe parastina xwe bikin'
 
Lûtfiyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dewletên Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta tirk paşguh dikin û wiha dawî lê anî: "Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta tirk paşguh dikin. Êrişên bi balafir, tanq, top, obîs, hawan û şerên navxweyî li ser me tê meşandin. Em ê xwe bi xwe parastina xwe bikin. Em tim bang dikin û dibêjin bila çareserî ji bo pirsgirêk û şer bê dîtin lê kes xwe nalivîne û gotinên me derbas dikin. Dema li dereke din zarok tên qetilkirin her kes dinyayê hildiweşîne. Çima tu kes pişta me nagire û nabêje mafê parastina zarokan erka me ye. Ez weke jineke Kobanê bang li ciwan û jinên ciwan dikim ku ew dikarin bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bimeşin û xwe pêş bixin."