Malbatên Windayan li aqûbeta Hatîce Atalay pirsîn

  • 12:40 3 Îlon 2022
  • Rojane
AMED - Malbatên Windayan di hefteya xwe ya 708’emîn de li aqûbeta Hatîce Atalay a di 10’ê Îlona 1996’an de hatiye qetilkirin û kujerên wê yên nehatine cezakirin, pirsîn.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 708’emîn de çalakiya heftane ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizndin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan li ber Bîrdariyê kom bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Vê hefteyê Hatîce Atalay a di 10’ê Îlona 1996’an de hatiye qetilkirin û kujerên wê yên nehatine cezakirin, pirsîn.
 
Metna daxuyaniyê ji aliye endamê komisyona Wendayan ya ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hate xwendin.
 
Ruxmê birîndar kirin, şevekê li çolê hiştin
 
Firat roja wendabûna Hatîce Atalay bi bîr xist û got: “Di 10’ê Îlonê de Hatîce li gel hevjînê xwe çûn avdana bîstan ku nêzî qereqola Dîcleyê ye. Beriya avdana bîstan gundî agahiyê didin qereqola Dîcleyê. Tîmên taybet ên timî li hêla girê Ziyaretê radiwestiyan gule berdan. Di wê navberê de hevjînê Hatîce dike hewar, dibêje Hatîce birîndar bûye. Li ser bûyerê polîsên li wir heqaret li wî dikin û gefên weke “Em ê te jî bikûjin” lê dixwin. Herduyan heta serê sibehê saet 6’an mijûl dikin. Hatîce Atala ya ranekirin nexweşxaneyê ji wendakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Piştî wê serdozgerê Komarê û bijîşk tên cihê bûyerê. Cenazeyê Hatîce piştî nexweşxaneyê radestî malbatê tê kirin.”
 
‘Qereqolê got eleqeya me pê tune ye’
 
Firat pêvajoya lêpirsînê nirxand û got: “Rayedarên qereqolê diyar kirin ku li cihê bûyerê gule nehatine dîtin û eleqeya wan bi êrişê re tune ye. Li ser wê jî dosya ji aliyê serdozger ve hate girtin. Heta niha têkildarî bûyerê lêpirsînek bandorker nehate birêvebirin û failên Hatîce nehatin cezakirin.”
 
Piştî daxuyaniyê Malbatên Windayan bi çalakiya rûniştinê, dawî li daxuyaniyê anîn.