Li dijî cenazeyê di kîs de hat dayîn bertek: Îşkenceyê li malbatan dikin

  • 09:03 2 Îlon 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Bertekên li dijî rêbaza radestkirina hestiyên Hakan Arslan ku li Edliyeya Amedê di kîsek de radestî bavê wî hatin kirin zêdetir dibin. Jinên Şirnexê destnîşan kirin ku ji salên 90’î heta roja îro bi rêya cenazeyên kurdan li malbatên wan îşkence tê kirin û diyar kirin ku ew ê êşa bi malbatan tê kêşandin ji bîr nekin.
 
Ciwanê kurd Hakan Arslan dema qedexeyên derketina derve di sala 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin. Cenazeyê Hakan sala borî di 7’ê sibatê de li taxa Hasirli ya navçeyê hatibû dîtîn û radestî Tipa Edlî ya Amedê (ATK) hatibû kirin. Piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de hestiyên Hakan li Edliyeya Amedê di kîsek de radestî bavê wî hatin kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî bûyerê her diçe zêdetir dibin.
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê Emîne Ozek diyar kir ku dîmenê bavê Hakan ku hestûyê kurê wî radestî destê wî kirin ji ber çavên wê naçe û wiha axivî: “Em berpirsyarên zarok û gelê xwe ne. Bi salan e dewleta  Tirk zarokên vî gelê dikuje, dipelixîne, cenazeyên wan di tunelan de vedişêre, îşkence dike. Min telefona xwe vekir, kurê min got 'Yadê ew çi torbeyê di destê wî bavî de” me bi hev re temaşe kir û piştre em têgihîştin ku hestûyê kurê wî yê hatiye qetilkirin e û ji edliyeyê derdikeve. Gava min ew dît dilê min gelek şewitî. Ew malbat bi salan e li pey cenazeyê kurê xwe bû û dixwest ku hetiyên kurê wan jî mabin bidin wan. Çawa piştî 7 salan bi awayê wê radestkirinê êşekê wiha mezin bi malbatê dan kişandin. Cihê vê ne di hiqûq û ne jî di wicdan de heye.  Em ne êşa wî bavî ji bîr dikin ne jî êşa dayika Halîse ku hestûyê kurê wê bi kargoyê jê re şandîbûn. Ez ji dayikên van ciwanan re dibêjim “îro hûn ne tenê ne”. Em li hemberê vî zilmê nikarin hestên xwe bînin ziman. Lê ez dibêjin wê serkeftin ya me be. Em wê dayik û bavî bi tenê nahêlin.”
 
‘Gelê Kurd serî natewîne’
 
Emîne, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Gelê Kurd li hemberê vê zilm û zordestiyê serî natewîne û got: “Ez bang li Dewleta Tirk dikim ku ew nikare serî li me bitewîne û bi me çog dayne. Ez dibêjim em ji te natirsin û dê serkeftin ya me be. Ev ax û welatê me ye. Kurdan ne êrîşî malekê kirine ne jî mafê kesekê binpê kirine. Kurd li ser axa xwe tên kuştin. Em her çiqas werin kuştin û girtin jî serî natewînin û têkoşîna xwe tim berdewam dikin. Em soz didin dayikên xwe ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin. Ew dayikên ku bi rojan li ber deriye Sêmalka sekinin û ji ber PDK’ê nekarin cenazeyê xwe werbigirin, ne tenê ne. Em li pişt gelê xwe ne. Em hene û dê hebin. Em ê heta dawiyê li ser xaka xwe bin û li pey doz û mafê xwe bin. Çi dibe bila bibe em hevalê zarokên xwe ne, hevalê gelê xwe ne.”
 
‘Sebra me ji vê êş û elemê re nema ye’
 
Dayika Pakîze Nayir ku di qedexeya derketina derve ya Silopîyê de hatibû qetîlkirin, Behîye Nayir jî axivî û diyar kir ku êşa hestûyên ku di kîs de radestî bavê Hakan hate kirin êşa hemû Gelê Kurd e. Behiye, wiha axivî: “Em êşa malbatê parve dikin û ev hovîtiya ku li ser me tê meşandin şermezar dikin. Êşa vî bavî ya tevahî Gelê Kurd e. Gava me dît dil û kezeba me şewitî. Her wiha dayika Halîsê ku hestûyê kurê wê bi rêya kargoyê jê re şandin jî em  ji bîr nakin.  Ev zilm û hovîtî li tu deverên cîhanê nîne. Ev ne misilmantî ne jî edalet e. Çawa ûjdanê wan qebûl kir ku êşeke wiha  bi malbatê bidin kêşandin. Zarokên wan jî hene, çawa dilê wan bi vî şiklî rehet dibe. Sebra me ji van êş û eleman re nema ye. Bila hemû cîhan vê zilm û êşa ku Gelê Kurd dikşîne bibîne û dengê xwe bilind bike.”
 
‘Em vê zilmê qebûl nakin’
 
Behiye, destnîşan kir ku ew êdî naxwazin dilê tu dê û bavan biêşe û wiha axivî: “ Em vê zilm û êşê qebûl nakin. Li ku derê mirovek rastî êş û zilmê hatibe em êşa wan hîs dikin û parve dikin. Gelek zarokên me berdelên giran dan û di vê rêyê de jiyana xwe jidest dane. Me êşa zarokên xwe dîtiye û em naxwazin êdî dilê tu dayik û bavên kurd bişewite. Ji ber ku em kurd in ewqas zilmê li me dikin. Em kurd in û nikarin kurdîtiya xwe înkar bikin. Dibêjin kurd û tirk xwişk û birayê hevdû ne. Li dijî van ewqas êş û zordestiyan tirk û kurd çawa bibin xwişk û birayê hevdû. Em vî zilmê qebûl nakin û divê li dijî vê yeke dengê xwe bilind bikin. Hêviya me ew e ku bila êdî tu dilê malbatên kurdan neşewite.”
 
‘Di ser cenazeyan re îşkenceyê li malbatan dikin’
 
Rêvebera Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Şirnexê Leyla Alkay jî anî ziman ku ji salên 90’î heta niha bi rêya cinazeyan îşkence li Gelê Kurd tê kirin. Leyla, wiha axivî: “Piştî vê êşê gotinek ku meriv bikaribe bîne ziman nîne. Derdê wan bi malbatan re çi ye? Divê ji cinazeyan re rêz were girtin. Ew îşkenceya li ser malbatan ku bi rêya cenazeyan dikin bi tu şiklî nayê qebûlkirin. Hakan Arsaln Bêriya 7 salan jiyana xwe jidest daye û ji malbatê re dibêjin cinazeyê wî nîne. Lê piştî 7 salan ew kîsê ku hestûyê lawê wî têde ye didin destê bavê wî. Jixwe hemû malbatên kurd dilşewat in.  Ew rastî jî zilm û zordarî ye. Bi vê zilmê peyam didin ku heqê kurdan hestûyên di torbeyan de ye. Kes nekare li hemberê êşa wê malbatê hestên xwe bîne ziman. Ew dîmenên ku bav bi hestûyên lawê xwe ji edliyeyê derdikeve ji pêş çavan naçe. Ji salên 90’î bigire heta niha zilm û îşkenceya di ser cenazeyan re ku li malbatan tê kirin berdewam dike Ev nayê qebûlkirin.”