Dayika Davût Altinkaynak: Kiryarên zarokên me diyar in lê edalet nîne

  • 09:02 2 Îlon 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN - Di doza "JÎTEM'a Kerboranê" de ku hemû kiryar hatin bereatkirin dayika Davût Altinkaynak, Hayat Altinkaynak anî ziman ku biryara hatiye dayîn dilê wan şewitandiye û got: “Dîsa edalet pêk nehat. Lê divê bê zanîn ku heta kiryar bên cezakirin ez ê li pey vê dozê bim.” Parêzerê dozê jî wiha axivî: "Ev dosya wêneyê dewletê nîşan dide."
 
Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û di 26’emîn danişîna dozê ya ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin de biryara beraetê hat dayîn. Di dozê de Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin, di 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê de derheqê 18 bersûcan de bi îdiaya “delîleke ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tune ye” biryara beraetê dabû. 
 
Davût Altinkaynak (13), Seyhan Dogan (14), Nedîm Akyon (16), Abdurrahman Coşkun (21), Mehmet Emîn Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Hîkmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57) di sala 1995’an de hatin binçavkirin û wê rojê şûn de tu agahî ji wan nehat girtin. Malbat bi salan cenazeyên wan geriyan.
 
Malbata Davût Altinkaynak di sala 2015’an de cenazeyê kurê xwe di bîrekî de dît. Piştî bi salan 7 cenazeyê xwe girt. Dayika Davût, Hayat Altinkaynak (53) û parêzerê dozê Erdal Kuzu, der barê mijarê de axivîn. 
 
Tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin
 
Hayat, anî ziman ku dema kurê wê hatiye windakirin li Kerboranê bûye û got: “Wê rojê kurê min li ber sewalan bû. Wê rojê serê sibehê leşkeran bi ser mala me de girt û em hemû raketibûn. Kurê min Davût jî wê roja ku ser malê de girtibûn çûbû li ber sewalan. Ew êvarê nehatibû malê. Leşkeran di malê de lêgerîn kirin û gotin kanî Davût? Bû êvar carekedin hatin û bi ser mala me de girtin. Wê demê pitika min 15 rojî bû. Dema ser malê de girtin rûyê wan hemûyan girtî bû. Piştre min kirin binçavan û ji min re gotin ‘Tu çi bikî em ê te bikûjin’. Elbet ez jî tirsiyam, min got dê çi bi min bikin. Bi tevî min ji malekî din mêrekî jî kirin binçavan û çavên me girêdan. Piştre me birin qereqolê û em nêzî 6 saetan di bin çavan de girtin. Lê îşkenceyek giran jî li me kirin. Dema îşkence li min dikirin digotin ‘Kanî kurê te’. Min jî digot ne malê ye, li ber sewalan e. Dema min digot ne li malê ye dîsa îşkenceyê li min dikirin. Leşkeran cilê min hemû derxistin û dîsa îşkence li min kirin. Li wê derê cerdewan jî hebûn û min wan hemûyan jî nas dikir. Bi saetan îşkence li min kirin.”
 
Li ber çavên wê îşkence li kurê wê kirin 
 
Hayat, diyar kir ku kurê Davût wê rojê diçe mala apê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Leşkeran min kirin panzerê û birin li wê derê û kurê min jî anîn û binçav kirin. Kurê min demildest li qereqolê birin cihê îşkenceyê. Çavên me di wan jêrzimînan de hatibû girêdan. Ez û kurê xwe li cem hevdû bûn. Kurê min serê xwe danîbû li ser piyê min. Piştre peniyek li min dan û kurê min li cem min birin. Bû roja duduyan min birin li ber devê derî. Min dît ku Davût daliqandî ye û xwîn jê diherike. Kurê min ji min re got ‘Dayê ez tî me’...  Min nikaribû avekî bidim wî. Ji min re gotin tu kurê xwe dibînî. Min ji wan re got we ji xwe kurê min kuştiye. Dema min kurê xwe di wê rewşê de dît min kir qêrîn û wan peynek dîsa li min da. Min êdî kurê xwe nedît. Roja sêyem gotin were derbikeve. Min got kanî Davût. Got ‘Tu here dê Davût bê.’ Ji wê rojê şûnde min kurê xwe nedît.”
 
Di sala 2015’an de cenazeyê kurê xwe dibîne
 
Hayat, destnîşan kir ku ji bo kurê xwe lêgerînek daye destpêkirin lê tu carî jê agahiyek negirtiye û axivî: “Dîtina min a Davût ew roj bû. Davût kuştin û winda kirin. Cenazeyê kurê min avêtibûn 100 metreyî bin bîrê da. Ez 20 salan li pêy kurê xwe geriyam û heta ku min hestiyên wî dît. Tevî cenazeyê kurê min sê cenazeyên din jî kiribûn bîrê. 7 kesên ku vê demê hatibûn birçavkirin hemû jî hatin winda kirin. Di sal 2015’an de min cenazeyê kurê xwe dît. Lê dewletê cenaze kurê min ji bo rapora tipa edlî birin Stenbolê û piştî salekî cenaze dan me. Di sala 2016’an de me cenazê xwe wergirt û li Kerboranê defin kir.”
 
'Kiryarên zarokên me diyar in'
 
Hayat, da zanîn ku ew ê tu carî wê rojê ji bîr nake û wiha domand: “Kurê min herî dawî got ‘Dayê ez tîme’ û ev gotin di guhê min de ye. Tu carî ji bîr nakim. Kurê min hertim li ber çavên min e. Kesên ku zarokên me kuştin bereata wan dan û kesek ji wan nehatin girtin. Ji ber ev biryara ku hatiye dayîn em diqehirin û kezeba me dişewite. Heta em saxbin dev ji vê dozê bernadin ku ji bo kiryar bên cezakirin. Kiryarên zarokên me diyar in û em dizanin kî ne jî. Yên ku zarokên me di malê de birin û carekedin agahî ji wan nehatin girtin qetilkirin. Hikûmetê cerdevan û leşkerên xwe parast û vê biryarê da. Min bi çavên xwe dît ku îşkenceyek çawa li kurê min kirin. Em jî zanin ku wan kuştiye."
 
‘Heta dawiyê li pey vê dozê me’
 
Hayat da zanîn ku dîsa edalet pêk nehat û wiha dawî li axaftina xwe anî: "7 kesî kuştin û hema kesek jî ji wan nehat girtin. Ev biryara hatiye dayîn kezeba me dişewitîne. Dilê dayikên kurd hertim dişewite. Ger ku edalet hebûya dê îro kiryarên zarokên me bihatana cezakirin. Ger ku dadgehê îstîsnafê jî ceza nede em ê doza xwe bibin heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Em tu carî ji vê rêyê venagerin. Daraz carek din kiryar parastin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li pey vê dozê bin. Ger ku ez nebim dê zarokên min xwedî li vê dozê derkeve.”
 
 ‘Dewletê zihniyeta xwe da nîşandan’
 
Ji parêzerê dozê Erdal Kuzu jî wiha bal kişand ser dozê: "Ev doz doza 7 sivîlên ku ji dawiya cotmeha 1995'an û destpêka mijdarê vir ve li Kerboranê bi awayekî derqanûnî hatibûn binçavkirin û piştre hatî vindakirine. Em behsa pêvajoyeke dozê dikin ku li ser daxwaznameyên ku malbatan pêşkêş  kirine, ji dema binçavkirina van zarokan di sala 1995'an de dest pê kiriye, lê bi dawî nebûye. Cenazeyên van 7 kesan û 7 kurdên sivîl ên ku di sala 95’an hatibûn winda kirin, di encama têkoşîna malbat û mafên mirovan de ev nêzî 30 sal in jiyana xwe ji dest dabûn, hatin dîtin. Ji ber vê yekê hûrgiliyên aqûbeta van kesên ku dewletê qebûl nekir û lêkolîn nekirin, ji aliyê malbatên wan ve hatin eşkerekirin."
 
'Cenaze hatin dîtin'
 
Erdal, diyar kir ku tevahiya mesele ew bû ku ev kesên ku çarenûsa wan eşkere bûye, yên ku ew kuştine, gelo dê cezayeke adil werbigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dîsa bi biryarê hîn bûn ku di darizandina 30 salan de di zîhniyeta dewletê de nêrîna kurd, nêrîna pirsgirêka kurd zêde guhertin çênebûye. Dosya rastî dosyayek ku sûcên dewletê eşkere kiribû ye. Ev dosyayek e ku tê de zarokên biçûk hatine kuştin, avêtin bîrê û bêyî dadgehkirin hatine înfazkirin e. Her wiha dosyayek e ku tê de sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin e. Kêfxweşiya herî mezin a me û malbatên me di vê pêvajoya dozê de, helbet zehmet e ku mirov vê bextewariyê çawa diyar bike, cenazeyên van 7 kesên ku winda bûne hatine dîtin e. Di pêvajoya vê dozê de dosyayek e ku ev polîtîka bi hemû delîlên ku polîtîkaya bêcezakirinê çi ye, çawa ye û çawa tê meşandin, tê sepandin e. Ev dozekî îfade dike ku bûyereke ku dewletê çawa xwe beraat kir, sûcên ku dewletê kirin çawa hatin paşguhkirin û nixumandin e. Di rastiyê de ev dosyaya 30 salî, darizandin û biryara dadgehê ye her wiha dîmenek zelal a zîhniyeta dewletê ya li hemberî kurdan nîşan dide."  
 
‘Tinazê xwe bi aqil û hestên malbatan dikin’
 
Erdal, bi lêv kir ku her çiqas ev biryar biryara dadgehê be jî, biryara dewletê ye û wiha bi lêv kir: “Divê ev wisa bê dîtin. Ji ber vê yekê em wê wekî biryarek ku sê dadwerên li wir hatine dayîn nabînin. Di vê dozê de, bersûc di encama polîtîkaya bêcezakirinê ya ku di dozên bi vî rengî de tê meşandin de beraat bibin, li me ditirsan. Lê belê li gorî rastiya siyasetê ya ku derdikeve pêş, em meraq dikin gelo em li Tirkiyeyê bi zihniyeteke dadwerî re rû bi rû ne ku naxwaze vê rastiyê veşêre, li gorî wijdan û edaleta xwe tevbigere, an jî bibe hakimê gelên li Tirkiyeyê, bi hêviya ku îhtimalek wiha derkeve holê û em di tevahiya pêvajoya dozê de derbas bûn û şopand. Di qonaxa niha de, li Tirkiyeyê bi rastî sîstemeke dadwerî nîne, sîstemeke darazê ya girêdayî heye. Dadgehên ku sûcên ku dewletê an jî sûcên kesên ku li ser navê dewletê tevdigerin darizînin, li hember polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê helwestek cuda nîşan nadin. Me dît ku dewletê nasnameyên bersûcn esas girtiye û ji be vê yekê ev biryar girtin. Ji ber vê yekê biryara ku hatiye ragihandin biryareke dewletê ye. Em vê biryara dewletê weke biryareke ku nêrîna dewletê ya li ser Kurdan îfade dike, dinirxînin. Ji ber vê yekê di vê wateyê de ev biryar di şert û mercên Tirkiyeyê de ji bo me ne surprîz bû. Lê belê ev biryar wîcdana birîndar kir. Ev biryar malbatan birîndar kir. Ev biryarek e ku bi zelalî nîşan dide ku cudakarî heta dawiyê hatiye nîşandan. Ev biryareke ku bi awayekî zelaltir îfade dike ku Kurd di sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê de ne xwedî nirx û qîmetê ne. Dema em li biryara bi hincet dinêrin, diyar dibe ku hincet nîşan nedane. Di du hevokan de mirov bêje tu delîlên şênber nîn in û tinazê xwe bi aqil û hestên malbatan dikin. Li aliyê din jî xiyaneta li hember pîşeyê ye. Mirovên ku di bin çavdêriya dewletê de, bi belgeyên fermî yên dewletê ketine qereqoleke dewletê ya di bin çavdêriya dewletê de, ji aliyê kesan ve gundên Mêrdînê yên ku ji ber ewlehiyê hatine qedexekirin, cenazeyan avêtine li wê derê. Ew ne tiştekî ku bi qanûnê were ravekirin e. Ev jî îfadeya zelal a zîhniyeta dewletê û polîtîkaya dewletê ye. Ev yek dide xuyakirin ku hemû mesele kurd e.”
 
‘Ev doz dê derbasî mekanîzmayên navneteweyî bibe' 
 
Erdal, destnîşan kir ku piştî bidawîbûna pêvajoyên îtirazê, bêguman em ê mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî bikar bînin û wiha behsa çi bikin kir: “Lê di nava pergala Tirkiyeyê de îtîrazên fermî hebin. Bi gotineke din, ez nafikirim ku meqamê îstînafê biryarek wêrek ku biryara dadgeha herêmî ya heyî betal bike an dewlet sûcdar be an jî kesên li ser navê dewletê tevdigerin sûcdar bike. Ji ber vê yekê hêviya me ji hiqûqa wan nemaye. Lê belê em ê mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.  Di vê wateyê de me îtîraz kir. Li gel sedeman me daxwaza betalkirina vê biryarê û cezakirina tawanbaran kir. Em ê bibin şopdarê vê pêvajoyê. Li gorî encamê, helbet piştî ku rêkarên navxweyî yên li Tirkiyê bi dawî bûn, ger ji Dadgeha Destûra bingehîn a Tirkiyê ya heyî û ji wir jî biryarek neyê girtin, helbet dê ev doz derbasî mekanîzmayên navneteweyî bibe.”
 
‘Ev wêneyê dewletê nîşan dide’
 
Erdal, dawiya axaftina xwe de got ev doz li Tirkiyeyê lêgerîna kurdan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza kurdên Tirkiyê bû ku li dijî lêgerîna edaletê derkevin. Lê xuyaye ku vê yekê bersiv neda. Zihniyet negûherî. Ev biryar encama zîhniyeta sed salî ya dewletê ye ku li kurdan dinêreye. Kuştina derveyî hiqûqê polîtîkaya dewletê ye. Me bi biryara dadgehê dît ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Ev sîstem înfazkirina bê daraz û yên ku ev sûc kirine, kesên ku di serhildana Şêx Seîd de hatine binçavkirin, bê qeyd hatine girtin û ji Kela Zerzewanê hatine derxistin parastine. Di vê wateyê de ev biryara dadgehê ya heyî hem dewlet û hem jî kesên ku li ser navê dewletê ev sûc kirine parastin. Kêfxweşiya tenê ew e ku malbat cenazeyên xwe bibînin û bigihîjin gorên xwe. Em dikarin vê weke serkeftinekê binirxînin. Lê li aliyê din ev dosyayek ku wêneyê dewletê nîşan dide ye.”