Li Wanê Mîtînga 1'ê Îlonê: Bi hezaran diherikin qadê

  • 17:04 1 Îlon 2022
  • Rojane
WAN - Li Wanê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiê ya Cîhanê bi dirûşma "Li dijî şer aşti, li dijî mirinê em jiyanê diparêzin" Mîtîng tê lidarxist. Ji bo tevli Mîtîngê bibin bi hezaran kes li Parka Musa Anter hatin gel hev û bertekên xwe lidijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tînin ziman.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên saziyên sivlî bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma, "Li dijî şer aşti, li dijî mirinê em jiyanê diparêzin" mîtîng tê lidarxistin. Mîtîng li Parka Aştiyê ya Musa Anteer bi dirûmên. "Bila tesrîd bê rawestandin aştî bê axaftin" hatin lidarxistin.  Li pişt sahneyê jî pankarta bi dirûşma, " Şer mirin e Aştî jiyane" hat daliqandin. Gel di bin dorpêça polîsan de ji du hêlan ve diherike qadê.  
 
Jin bi awayê kortejê dikevin qadê
 
Bi sedan jinên ku li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn, kortej pêk anîn û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", bi lîlandinê û bi posterê Aysel Tugluk ku wekî pankart bi kar anîn meşiyan qadê. Dayikên Aştiyê û dayikên di Nobeda Edaletê de bi laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê ne cih girtin û bala her kesî kişandin ser xwe.  Di meşê de jinan dirûşmên, "bijî berxwedana zindanan", "Peymana Stenbolê dide jiyîn" berz kirin. Jin li qadê bi coş hatin pêşwazîkirin û li ber muzîkê govend hat girtin. Qad bi flamayên HDP û DBP'ê hatin xemilandin û li qadê dirûşmên, "Bijî serok Apo" "Bê serok jiyan nabe hatin berzkirin."
 
Li gel ku Komîteya Amadekar hişyariya ji bilî dirûşmên hatine diyarkirin bila tu dirûşm neyên berzkiri nkir jî bi hezaran kesî dirûşmên xwe berz kirin.
 
Mîtîng bi axaftinê berdewam dike
 
Mîtînga ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin, bi axaftina Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Sedat Duşunmez berdewam kir. Herwiha di mîtîngê de li bendê ye ku Hevserokê HDP'ê ya Wanê  Fîkret Dogan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan biaxivin.   
 
Li gorî bernameya mîtîngê wê Koma Sorjiyan û Hunermend Azad Bedran jî stranên xwe pêşkêş bikin.