Li Amedê 'Nobeta Edaletê' 288 roj in didome

  • 12:49 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
AMED - Malbatên girtiyan li Amedê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. Çalakiya ku 288 roj in didome îro li ber ATK'ê pêk hat û malbatan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.
 
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan di roja 288'an de berdewam kir. Malbat li ber Saziya Tiba Edlî ya Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.
 
Di çalakiyê de Herdem Merwanî axivî û got: "Niha rewşa gelek girtiyên nexweş di xeterê de ye. Divê mafê jiyanê ji bo hemû girtiyan derbasdar be. Divê her kes guh bide daxwazên me. Ev daxwazeke mirovahiyê ye. Me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir û divê demildest bersiv bidana. Em ji ber rewşa girtiyan di nav tirs û fikaran de dijîn. 
 
Çalakiya malbatan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", "Heq, hiqûq, edalet" bi dawî bû.