Ji siyasetmedaran peyama 1’ê îlonê: Em ê aştiyê biqîrin

  • 09:06 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Siyasetmedaran der barê 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hêviyên xwe anîn ziman û gotin wê aştiyê biqîrin.
 
Li dijî şerê di serî de li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tê meşandin bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang tên kirin. Siyasetmedarên jin der barê wateya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji ajansa me re peyamên xwe parve kirin.
 
Peyamên siyasetmedarên jin ên 1’ê îlonê wiha ne:
 
Dijberbûna şer gelek girîng e
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş: Dijberbûna şer, parastina aştiyê yek ji xetên esas ê HDP’ê ye. Bi salane em ji bo vê têdikoşin, em gotinan tînin ziman û di her qada jiyanê de der barê vê de xebatên me hene. Şer bi hemû civakê dide windakirin. Desthilatdarî her cara ku dikeve tengasiyê li dijî Kurdan operasyona dersînor dike. Tehdîda ‘di şevekê de em ê ji nişka ve bên’ her tim dubare dikin. Tirkiye hîna jî li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmê bi rê ve dibe. Çeteyek li ser navê Tirkiyeyê wir bi rê ve dibe û li wir sûcên cur bi cur dike, li dijî mirovahiyê sûc dikin û rayagiştî vê dizane. Ev di raporên NY’ê de jî hene. Parastina nirxên mirovahiyê, dijberbûna şer,  em wek parametre dibînin. Em endamên partiyeke ku jiyaneke wekhev û azad dixwaze ye.
 
Em ê li hemû qadên Tirkiyeyê li qadan bin
 
Li Wan û Şirnexê du mîtîngên me yên mezin wê pêk bê. Lê em ê li hemû bajarên din ên Tirkiyeyê jî li qadan bin. Em ê bi hêzên demokrasî û saziyên civaka sivîl bi dirûşma ‘Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin’ li qadan bin. Daxwaza aştiyê û dijberbûna şer gelek girîng e. 1’ê îlonê di rewşa normal de wek rojek normal tê zanîn lê îro Tirkiye hem li hundir hem li derve şer ferz dike. Desthilatdarî ji bo beka xwe pêk bîne vê ferz dike. Em ê li dijî vê gotina xwe bêjin.
 
Aştiya herî xerab ji şerê herî mafdar baştir e
 
Cîgira serokatiya giştî ya CHP’ê Gamze Akkuş Îlgezî:Cîcerî dibêje aştiya herî xerab ji şerê herî mafdar baştir e. Ji bo aştiyê bi têkoşînê êşkişandin, ji bêdengiya li dijî şer bêguman tevgereke bi rûmet e. Ji bo aştî bibe helbesta herî xweş ez ê heta dawî bixebitim. Ez ê ji bo aştiyê biqîrim. Ji ber ku ji bo me û hemû cîhanê wekî din rê tune ye. Bi hêviya ku 1’ê îlonê aştiyê bîne axa me û hemû cîhanê.
 
Aştî bi qasî nan û avê girîng e
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Ji aliyê NY’ê ve 1’ê îlonê wek Roja Aştiyê ya Cîhanê hat îlankirin û ji wê rojê de wek roja aştiye tê pîrozkirin. Erdnîgariya me ji ber ku erdnîgariyek pir bi xwîn e aştî ji bo me qasî nan û avê girîng e. Li ser axa me desthilatdarî xwîn, rondik û pevçûnê ferz dike. Hewl didin ku îfade bikin yekane teşeyê jiyanê ev e. Desthilatdariyên li ser vê xwînê mezin dibin hene. Lê jin, gel û hemû civak êşê dikşînin. Em îsal di 1’ê îlonê de dixwazin girîngiya aştiyê bînin ziman. Ji ber ku şer bixwe qirkirina gel, xweza, jin û baweriyê ye. Divê em li dijî vê qirkirinê ji bo aştiyê bên gel hev. Ev jî bi rêxistinbûnê pêkan e. Divê em li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
 
Em di 1’ê îlonê de li qadan bin
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê Sema Barbaros: Em di pêvajoyeke ku kesên din li maseya şerê emperyalîstan zêde bûye, di pêvajoyeke ku tovên dijminahiyê ji nû ve hatiye çandin, binpêkirinên mafan û zext zêde bûne, têkoşîna li girtîgehan didome de diçin 1’ê îlonê. Em wek EMEP’ê ji bo li dijî şer bibin yek her kesî dawetî qadan dikin. Em ji bo cîhanek bê şer li qadan bin.
 
Heta kapîtalîzm têk neçe mirov nikarin behsa aştiyê bikin
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren: Heta ku pergala emperyalîst, kapîtalîst, welatên di tekelê wan de û deshilatdariyên wan welatan hebin mirov nikarin behsa aştiyek rast bikin. Yên ku aştiyê bînin ne ku yên şer derdixinin, jin, ciwan û gelê li berxwe dide wê aştiyê bînin. Bedela şerê AKP-MHP’ê dîsa gelên bindest didin. Zarok û jin didin. Çina karker didin. Heta ku pergala emperyalîst kapîtalîst tune nebe mirov nikarin behsa aştiyek mayînde bikin. Ez hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin silav dikim.