Sozdar Şêxo: Li dijî kurdan li hev kirin

  • 09:01 31 Tebax 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Hevseroka Desteya Hûndirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo, diyar kir ku lihevkirinên siyasî yên di navbera Dewletên NATO, Rûsya, Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê tê wateya hedefgirtina hebûna kurdan got: "Di navbera wan de her tim li hember kurdan bazarek heye. Ji ber ku kî ji parçeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe tê wateya ku perçeyek ji Rojhilata Navîn biriye."
 
Ligel geşedarên siyasî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike jî gelên li vir dijîn bi sazî û dezgehên xwe hewl didin ku Projeya Neteweyên Demokratîk li pêş bixin. Şoreşa ku wekî "Şoreşa Jinê" jî tê binavkirin 10 sal li dû xwe hiştin. Di vî deh salî de ev pergala pêşketî ya li ser asasê jiyaneke nû ji bo gelên li Rojhilata Navîn bû cihê hêviyeke mezin. Li dijî polîtîka, plansazî û berjewendiyên Amerîka, welatên Ewropayê, Rûsya, Rejîma Esad û Tirkiyeyê gel têkoşîna xwe bi her awayî didominin. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Hûndirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo ji ajansa me re axivî.
 
'Piştî hevdîtinê êrişê Kobanê kirin'
 
Sozdarê di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser plansaziya li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: "Dewletên din di hevdîtinên xwe de li hemberî herêmê li hev hatine. Di çarçoveya lihevhatinê de plansaziya xwe didin meşandin. Ev tişt li holêye. Piştî hevdîtina Rûsya û Tirkiyayê li hemberî Kobanê êrişek pêk ha. Bi rêbazekî hov gel hat hedefgirtin. Ev tişt nîşan dide ku Rûsya bi awayekî veşartî êrenî nêzê Tirkiyeyê bû."
 
'Li hevkirina Sûriye û Tirkiyeyê'
 
Sozdar, diyar kir ku piştî hevdîtinan, li hemberî kiryarên ku li herêmê pêkhatî de dewletên NATO’yê bêdeng man û got: "Bi rastî di çarçoveya lihevkirinê de nêrîn û nêzkatiyên NATO’yê ya li hemberî planên Dewleta Tirk re balkêş e. Dewletên NATO’yê û di serî de Tirkiyê tu carî bi Sûriyeyê re nebibûn yek. Her kes dizane ku di alozî û şerê hindûrin ên Sûriyê de para kijan dewletan heye. Dewleta Tirk hertim dijberiya axa Sûriyeyê bû û axa wê dagir dikir. Lê dema ku mijar dibe kurd û bazara xwe li ser kurdan dike. Hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de tên kirin de bazar li ser kurda ye û derfet didin hevdû. Ji xwe her kes vê yekê dizane ji ber ku ne mijareke nû ye ku derketiye holê."
 
'Dixwazin parçeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin'
 
Sozdar, da zanîn ku di sedsala derbasbûyî de, hertim daxwaza parçekirin û tunekirina kurdan dihat xwestin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî parçekirina kurdan dê herkes ji axa kurdan para xwe bigire. Her wiha ne tenê Rûsya û Tirkiya helbet NATO jî di serî de dê para xwe bigire. Ji ber ku xeta Rojhilata Navîn û xeta ku Osmaniya li ser şer dikir, li vê derê ye. Ji ber vê jî çavê her kesî di li van deveran e û her kes dixweze parek ji Sûriyê, Rojhilata Navîn û bi taybet jî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire, dagir bike û li vir bi cih bibe. Kî ji parçeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe tê wateya ku perçeyek ji Rojhilata Navîn biriye.”
 
'Li hember êrişan çima Sûriye bêdeng e?'
 
Sozdarê, destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn dixwazin carek din Hevpeymana Mîsaqa Milî nû bikin û wiha bi lêv kir: "Her wiha şerê di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê ne nû ye. Ji dagirkirin Îskenderûn heya îro her tim li seranserê sînor şerek û êrişek hebûye. Lê îro em dibînin ku Rejîm bi hêsanî bi Tirkiyeyê re rûdinê û li dijî kurdan bazarê dike û hevpeymanan îmze dikin. Şerê ku di demên nêz de pêk hatî de balafirên şer ên tirk Baregehên Rejîmê da û Rejîm jî ji wê yekê re bê bersiv ma. Gelo çima Sûriyê xwe bêdeng kir? Ma ne hertim Rejîm dibêje ku tirk axa min dagir dike, li ser wê yekê tu daxuyanî nehatin dayîn. Rejîm, heya hejmarên kuştiyên xwe yên di wê êrişê de jî aşkera nekir. Dema ku lihevkirin û hevpeyman hebe, li hember êrişan Sûriye xwe bêdeng dike." 
 
‘Em bi pergala rêberê xwe bawer in'
 
Sozdar, di dawiya axatina xwe de wiha bal kişand ser antîpropagandayên ku li herêmê tên kirin: "Li herêmê li hemberî gel niha antîpropagandayek heye. Siyasetên dewletên garantor, berjewendiyên dewletên garantor, hevdîtinên di navbera her sê aliyan de bi giştî li dijî Projeya Neteweta Gelan e. Ji ber vê yekê jî em weke gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji endamên sazî û dezgehan de bigirin dest heya mirovên sivîl di nava civakê de, hemû siyasetên dijberî xwe baş dizanin. Heviya gelê me êdî bi kesên din û dewletên garantor re nemaye. Tenê em bi pergala ku Rêberê Gelan ji me re daye ravekirin em pê bawer dikin yê Şerê Gelê Şoreşgerî û dê heya dawiyê jî li ser wê pergalê hebûn û nebûna me we re teqez kirin.”