Êrişî daxuyaniya Dayikên Şemiyê hat kirin: 13 kes hatin binçavkirin

  • 16:01 30 Tebax 2022
  • Rojane
 
STENBOL - ÎHD û Dayikên Şemiyê xwestin bi munasebeta Roja Kesên bi Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî li Goristana Bêkesan daxuyaniyê bidin. Polîsan êrişî daxuyaniyê kirin û 13 hatin binçavkirin. 
 
ÎHD û Dayikên Şemiyê xwestin bi munasebeta Roja Kesên bi Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî li Goristana Bêkesan a Altinşehirê ku cenazeyên Hasan Ocak û Ridvan Karakoç jî di wir de ye, daxuyaniyê bidin. Polîsan êrişî daxuyaniyê kirin û 13 hatin binçavkirin. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri, Dayikên Şemiyê, Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin.  
 
Bi dirûşman bersiv dan dorpêçkirinê
 
Girseya hat ber goristanê bi astengiya polîsan re rû bi rû ma. Polîsan qedexeya çalakiyan a Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê wekî hincet nîşan da û destûr neda daxuyaniyê. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ew bi awayekî bê hiqûqî tên astengkirin û bertek nîşanî dorpêçê dan. Xizmên windayan bi dirûşma "Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê tê bibe" bersiv da dorpêçkirinê.
 
Li dijî rûmeta mirovahiyê ye
 
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu yê li derveyî dorpêçê ma xwest biçe gel girseyê. Musayê bertek nîşanî astengiyê da wiha got:"Tiştên hûn dikin li dijî mirovatî û rûmetê ye. Hûn daxuyaniya parlamenteran asteng dikin. "
 
13 kes hatin binçavkirin
 
Polîsan xizmên windayan dorpêç kirin û 13 kes kirin bin çavan. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri, Maside Ocak, Huseyin Ocak, Ali Ocak, Besna Tosun, Hanim Tosun, Huseyin Aygul, Hasan Karakoç, Hanife Yildiz, Ferit Barut û sê jinên navên wan nehatin hînbûn. Hat hînbûn kesên hatine binaçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Musayê bertek nîşanî binçavkirinê da dirûşma "Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê tê bibe" berz kir. 
 
Musa yê piştre axaftineke kurt kir Hakan Aslan ê di qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dabû û 7 sal şûnde hestiyên wî di tûrikekî de dan bavê wî û Agit Îpek ê ku bi kargoya PTT'ê cenazeyê wî teslîmî malbatê hatibû kirin, bi bîr anî û got divê herkes li dijî wehşetê derkeve.