Piştî nîqaşên havînê wê nîqaşên jinê bên kirin

  • 09:04 30 Tebax 2022
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - HDK  piştî ‘Nîqaşên Havînê’ wê di meha cotmehê de bi sernavê ‘Nîqaşên jinan’ bê gel hev. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku ber bi Lijneya Giştî di nokteya diyarkirina polîtîkayên der barê siyaseta cîhanê û rêxistibûnê de hewce bi xebatên wisa heye û banga bilindkirina têkoşînê kir.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) di 31’ê Tîrmehê de stargeha ‘Nîqaşên Havînê’ da û gelek mijarên wek pirsgirêka kurd, kapîtalîzm, ekolojî, ked û penaberî çar hefteyan nîqaş kir. Bernameya ku her hefte rojên yekşemê saet di 11.00 û 17.00’an de li navenda giştî ya HDK’ê pêk hat eleqeyek mezin dît.
 
Xeta têkoşîna hevpar
 
Jinan, parêzvanên maf, ciwan, siyasetmedaran eleqeyek mezin nîşanê nîqaşan dan, pêşniyarên çareseriyê kirin û li ser rêxistinbûnê tespît kirin. Di her rojê de der barê pêşniyarên çareseriyê de nîqaş hatin meşandin, pirs û bersiv hatin kirin. Di nîqaşan de piranî li ser avakirina zemîna rêxistinbûnê hat sekinandin û peyama xeta têkoşîna hevpar hat dayîn.
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr  der barê Nîqaşên Havînê de, çima hewcedarî bi nîqaşên wisa hatine dîtin û li dijî krîza aborî ya li Tirkiyeyê riya ku wê bê şopandin de axivî.
 
Di diyarkirina polîtîkayê de hewce pê dihat dîtin
 
Esengulê wiha vegot: “Mehên havînê de ku her kes li betlanê bû plankirina tiştekî wisa bêguman bi rîsk bû. Di alî tevlibûna bernameyan de hejmara kesên tevli bibin de rîsk hebûn. Lê li aliyê din jî ev demek dirêj e li Tirkiyeyê nîqaşên teorîk, polîtîk û xurt dihatin kirin. Ji ber me dizanibû kêmasî hene me ev plansazî kir. Em niha diçin 10’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan. Di nokteya diyarkirina polîtîkayên der barê siyaseta cîhanê û rêxistibûnê de hewce bi xebatên wisa heye. Ji ber vê me bernameyek wisa da ber xwe.”
 
Li ser rêbazên têkoşînê hat sekinandin
 
Esengulê destnîşan kir ku sernavên bernameyên çar hefteyî gelek girîng bûne û yek ji van jî ‘Têkçûna Kapîtalîzma Global’ bû. Li dijî vê pêşniyarên çareseriyê yên gel çine? Kapîtalîzm navxwe de li çareseriyê digere, hewlesta gelan, çînan a li dijî vê çiye? Me li ser van pirsan nîqaş kirin. Li ser gelek mijaran nîqaş hat kirin. Di rûniştinek din de li ser ekolojî, guherîna hevsengiyan nîqaş hat meşandin.”
 
Mijara herî girîng pirsgirêka kurd bû
 
Esengulê her wiha daxuyakirin ku yek ji mijarek din a herî zêde hatiye nîqaşkirin pirsgirêka kurd a bûye pirsgirêka cîhanê û pêşniyarên ji bo çareseriyê wê bû. Esengulê ev tişt daxuyand: “Di rûniştina hefteya dawî de jî me mijara ‘Penaberan’ girt dest. Mijara cîhanê ya  sînoran, şer û koçberî. Ev bû startek. Ev mijar di rojekê de hatin sînorkirin. Lê tevlibûn gelek baş bû. Tevlibûna hevalên ciwan û jinên ciwan gelek baş bû.”
 
Di meha cotmehê de ‘Nîqaşên jinan’
 
Esengulê her wiha diyar kir ku di hefteya ewil a meha cotmehê de jî wê Nîqaşên Jinan ya ji du rûniştinan pêk tê Meclîsa Jinan pêk tîne wê hebe û di vê mijarê de jî wiha got: “Di wan rûniştinan de jî têkoşîna tevgera jinê, hevparbûn, têkoşînên li cîhanê tê meşandin, têkoşîna li Tirkiyeyê tê meşandin, têkoşîna jinên kurd û gelek mijarên din wê bên nîqaşkirin. Ji bo destpêkê ev pêngaveke gelek baş e. Bernameya derbas bûye bandorek gelek pozîtîf kiriye. Lê têr nake. Divê sazbûnên derveyê me jî van mijaran nîqaş bikin. Tenê HDP û HDK ne, divê pêkhateyên din jî nîqaş bikin.”