Salîha Aktar: Bila winda bên dîtin kiryar bên cezakirin

  • 09:03 30 Tebax 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Salîha Aktar ku hevjînê wê Uzeyir Kurt ê di 1993'yan de di bin çavan de hatiye windakirin, bi minasebeta 30'ê  Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê bal kişand ser rojê û  got: " Dayika wî bi hesereta kurê xwe jiyana xwe ji dest da û zarokên wî jî bi hesreta ku goreke bavê wan hebe ne. Bila winda bên dîtin û kiryarên wan bên cezakirin."  
 
Li Kosta Rîkayê di 30'ê Tebaxa 1981'ê de ji aliyê Komeleya Windayan a Amerîkaya Latîn ve Roja Windayan hat îlankirin û piştre ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ji bo balê bikişînin ser eqûbeta windayan ev roj weke Roja Windayan a Cîhanê hat qebûlkirin. Li çar aliyê cîhanê gel bi çalakîî û daxuyaniyên îro balê dikişîne ser aqûbeta windayan ên di êrîşên dewletê yên li hemberî mûxalîfan tên kirin e.  Li xaka mezopotamyayê jî her dagirkerê hatiye komkujî pêk anîye û ev xak talan kiriye. Herî dawî ji aliyê dewleta  Tirkiyê ve ji salên 1980’an vir ve bi hezaran gund hatin valekirin, bi milyonan kurd neçarî koçberiyê bûn, jin û zarok jî di nav de komkojiyên giran hatin pêkanîn û bi sedan kes hatin windakirin. Ji bo aqûbeta van wendayan were zanîn malbatên wendayan bi qasî 30 salan e li her deverê  li hestiyên wendayakiriyên xwe û edaletê digerin. Lêgerîna wan ya edaletê hercarê bê bersiv hate hêştin. Lê li gel vê jî malbat bi israr lêgerîna xwe didin berdewamkirin.
 
Yek ji wendayan jî bavê 7 zarokan Uzeyîr Kurt e. Leşkerên dewleta Tirk yên wê demê di bin fermandariya İzzet Cural de ne, di 24’ê Mijdara 1993'yan de bi ser gundê Birike yê bi ser navçeya Bîsmîla Amedê de girtin. Di gund de tundî, îşkence û qetlîam kirin. Li pêş çavê gundiyan 3 kes hatin qetilkirin û gelek kes jî hatin girtin. Kesên hatine binçavkirin bi îşkenceyên giran re rû bi rû man û Uzeyîr Kurt j girtin. Gund hate valekirin û bê mirov hate hêştin. Piştî bûyerê bi rojekê di 25’ê Mijdarê de diya Uzeyir, Koçer Kurt û hevjîna wî Salîha çûn dîtina wî. Herî dawî Uzeyîr di nav xwîn û şopên îşkenceyê de sax hate dîtin û êdî carek din ew nema dîtin.
 
Bi salan e lêgerîn berdewam dike
 
Malbata Uzeyîr koçberê navenda Bismilê dibe, ji bo jê dûrnekevin û lêbigerin li wir dimînin. Rûxmê gef û serdegirtinên polîsan jî ew lêgerîna xwe ji roja yekem ve didin destpêkirin. Li qereqolan digerin ji rayedaran dipirsin. Herwiha di dagehan de di girtîgahan de li aqûbeta Uzeyîr digerin. Hêvî dikin ku wî zindî bibînin. Lê her ku sal derbas dibin hêviya wan a ku wê sax wî bibînin têk diçe. Her ku dem derbas dibe ew hêvî kezeba wan dişewitîne. Êdî dîtina hestiyan jî ji bo wan tiştek e. Li kîjan bajarî, li kîjan çolî û newalî hestiyên mirovan hatibin dîtin Salîha û Koçer bazdidin wir.
 
Malbat ji rêyên hiqî hate mehrumkirin
 
Malbat piştî li Bîsmîlê encamekê nagire di 14’ê Kanûna 1993’an de serî li serdozgeriya Amedê dide. Li wir jî tê diyarkirin ku derbarê binçavkirina Uzeyîr Kurt de tu qeyd nehatine dîtin. Di 21’ê Adara 1994’an de serdozgeriya Komarê ya Bîsmîlê bi idaya ‘suc ji aliye PKK’ê ve hatiye kirin’ biryara neşopandinê da. Bi vê biryarê re Malbata Uzeyîr ji lêgerîna bi riyên hiqûqî hate mehrûmkirin. Herçiqas kiryar diyar jî bin kesek nehat cezakirin û hestiyên Uzeyîr jî nehatin dîtin. Di 11’ê Gulana 1994’an de bûyer ji aliye parêzerên İHD’ê ve ji Dadgeh Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hate ragihandin. Dadgehê binçavkirina Uzeyîr destnîşankir û diyarkir ku Tirkiyê xalên qanûnên ên 3 – 5 – 13  û 25’ê binpê kiriye. Ji ber vê Tirkiye hatibû mehkûmkirin. Ruxmî vê jî Serdozgeriya Bîsmîlê dev ji biryara xwe berneda û lêpirsîn neda destpêkirin.
 
Malbat bi caran hate mexdurkirin
 
Hevjîna Uzeyîr Salîha Aktar a agahî parve kirin diyarkir ku ew ne tenê bi hesretê bi koçberî û xizaniyê re dûbare kuştin e. Hevjîna Uzeyîr Salîha ya 7 zarokan mezin dike wiha dibêje: “Piştî em ji gund derxistin 5 salan nehêştin em bikevin gundê xwe. Erdên me zeviyên me bê xwedî man. Em li Bîsmîlê bi cih bûn û wê demê jî tiştekî me tüne bû. Li aliyekî em di hewldana lêgerîna Uzeyîr de bûn li aliyekî jî me hewil dida em zarokên xwe xwedî bikin. Rewşa me nebaş bû. Weke me bi sedan malbat hebûn. Dilê me teva dişewitî. Ên ku nasên wan li cihê bûyerê hatine qetilkirin, yên îşkence li wan hatiye kirin û yên hatine wendakirin. Weke roja mehşerê bû.”
 
‘Min ew cara dawîn dît’
 
Salîha dema qala wendabûna Uzeyîr û mexduryeta xwe kir got: “Min cara dawî wî dît. Ez û xesiya xwe çûn cihê lê girtî bûn. Di nava komek leşkeran de bû. Rûyê wê ji lêxistinê reş bûbû. Ji me rewşa gundiyan pirsî. Me qala valekirina gund kir lê me qala kesên hatine qetilkirin nekir. Wî ji me cixare xwest. Ew bû daxwaza wî ya dawî û dîtina dawî. Êdî me nedît. Bi salan em li pey şopa wê ne. Her derî li ser me girtin. Ne kiryarên bûyerê hatin cezakirin ne jî cenazeyî wî dane me.”
 
‘Dîtina her gorekê hêvîyek bû’
 
 Salîha got me hêviya xwe ya ku em wî bi saxî bibînin wenda dikir lê dîtina hestiyên wî jî ji bo me hêvî bûn. Salîha wiha berdewam kir: “Bi salan em li herdeverê li pey çûn. Me girtîgeh nehêştin. Herî dawî hêviya ku em wî sax bibînin  winda kir. Lê cardin hinek gotin dihatin guhê me, hinekan digot sax e. Vê dîsa hêviyên me geş dikirin. Lê her ku me encamek bi dest nedixist em bêhtir dişikestin.  Em êdî bi hesreta dîtina hestiyên wî bûn. Diya wî bi wê hesretê mir. Digot bila ez bibinim û piştre bimrim. Ji bo wê li her derê geriya û heta  Ewrûpayê jî çû. Lê dîtina wî ji me re ma hesret.”
 
‘Bila wenda werin dîtin’
 
Salîha got bûyerên hatine jiyîn li dijî mirovahiyê bûn lê belê niha jî ji wê demê ne cudatir e. Salîha wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta cenze neyên dîtin şîn li ji malan naqede. Lewra li vir 30 sal in şîna me berdewam e. Bila êdî winda werin dîtin û kiryar bên cezakirin.  Em edaletê dixwazin.”