Pinar Çelîk Arpaci: Merciyên siyasî jinan hedef digirin

  • 09:02 30 Tebax 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Yek ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Eskîşehîrê Pinar Çelîk Arpaci da zanîn ku hîna mevzuata ku Peymana Stenbolê di meriyetê de ye heye û got: “Merciyên siyasî jinan hedef digirin. Ji ber vê jî şîdeta mêr zêde dibe.”
 
Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 20’ê adara 2021’ê de Peymana Stenbolê bi biryarnameyê fesh kir û piştî feshkirinê şîdeta li ser jinan her çû zêde bû. Jinan ji bo betalkirina feshkirinê serî li Dadgeha Bilid dan û di 19’ê tîrmehê de 10’emîn Dadgeha Bilind biryar aşkera kir û daxwaza betalkirina peymanê red kir. Dadgeha Bilind bi vî awayî bû hevkarê şîdetê. Di rojên borî de raportorên sê saziyên girîg ên jin û zarokan ya Neteveyên Yekbûyî (NY) der barê mijarê de nêrînên xwe ji Dadgeha Bilind re ragîhandin û bang kirin ku Tirkiye şûnde vegerin peymanê.
 
Dewlet naparêze
 
Di meha tîrmehê de ku Dadgeha Bilind daxwaza betalkirina biryara rawestandina peymanê red kir de, 31 jin hatin qetilkirin 12 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha tîrmehê de 4 zarok hatin qetilkirin û 5 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Dewleta ku jin û zarokan naparêzin niha jî Peymana Lanzarote xistiye hedefa xwe. Jin li dijî van êrişan têkoşîna xwe mezin dikin.
 
Yek ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Eskîşehîrê Pinar Çelîk Arpaci derbarê biryara Dadgeha Bilind, polîtîkayên ku jiyana jinê hedef digirin û kuştinên jinan yên demên dawî de zêde bûne nirxand.
 
‘Bi awayekî dijhiqûqî hat feshkirin’
 
Pinarê diyar kir ku Peymana Stenbolê pêngavên ku pêşî li şîdetê bigire dihewand û wiha daxuyand: “Peyman di alî pêşîgirtina şîdeta li hember jinê de gelek girîng bû. Dema ku şîdet derketiba holê jî bi rêbazên cezakirinê pirsgirêk dihat çareserkirin. Peyman alavek têkoşînê ya li dijî şîdetê têdikoşiya bû. Lê peyman bi awayekî dijhiqûqî hat feshkirin. Lê ji bo me hîna di meriyetê de ye. Ji ber gelek binirxe me têkoşîn mezin kir.”
 
Mevzuatên di meriyetê de ne hene
 
Pinarê destnîşan kir ku tevî ku dozger gotiye biryara feshkirinê ne hiqûqiye Dadgeha Bilind biryara red da û got ev jî nîşan dide ku Dadgeha Bilind girêdayê desthilatdariyê ye. Pinarê ev tişt anî ziman: “Jinên salona runiştinê tije kiribûn diyar kirin ku wê têkoşînê bidomînin serî li riyên din yên hiqûqî bidin. Ji bo pêşîgirtina şîdetê tenê Peymana STenbolê tune. CEDAW, 6284 hene. Mevzuatên di meriyetê de ne hene. Em hewl didin bi wan pêşî li şîdeta li ser jinê bigirin. Tevgera jinan dixwaze Peymana Stenbolê pêk bê.”
 
‘Merciyên siyasî jinan hedef digirin’
 
Pinarê got gumanbarê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci vekişîna Peymana Stenbolê erênî dîtiye û wiha vegot: “Feskirina Peymanê ji aliyê gumanbaran ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Li her qada jiyanê êrişên li hember jinan zêde bûne. Tenê ji kolanê êriş pêk nayên. Ji merciyên siyasî êriş tên. Bi gotinên wekê ‘jin e, keç e, surtike? Pêşiya şîdetê vedikin. Merciyên siyasî bi aşkera jinan hedef nîşan dide.”
 
‘Zarok nayên parastin’
 
Pinarê, Beyza Dogan ya 16 salî ku 35 caran gilî kiribû û tevî vê hat qetilkirin jî mînak nîşan da û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Beyza ne ya ewil e. Di salên borî de Ayşe Tugba bi daxwaznameyên li ser ‘Ez ê bimrim’ nivîsî hat qetilkirin. Li vî welatî jin ji mekanîzmayan edeletê nabînin. Beyza zarokek bû. Polîtîkayên dûrû li hember zarokan hene. Dibêjin zarok ji bo me pîrozin. Lê naparêzin. Bi wekheviya zayenda civakî dikare pêşî li şîdeta mêr bê girtin. Di bingeha şîdetê de newekhevî heye.”
 
‘Ya hûnê bimrin yan jî hûnê têbikoşin’
 
Pinarê dawiya axaftina xwe de daxuyand ku wek ji bo parastina Peymana Stenbolê wê bi awayekî aktîf li kolan û salonên dadgehan bin û wiha dawî lê anî: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wekê din rê tune. Divê em xwe nedin aliyekî. Ya hunê bimrin yan jî hunê têbikoşin. Ji ber doz winda bû divê em xwe nedin aliyekî. Ez bi jinan bawer dikim. Em ê dawiyê de wekheviya zayenda civakî qezenc bikin.”