Emîne Bekîr: Ji bo aştî û azadiyê dê têkoşîna me bidome

  • 09:01 30 Tebax 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Cîgira Desteya Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir bal kişand ser 1'ê Îlonê û got: "Dewletên ku berjewendiyên xwe diparêzin li dijî gel û civakê tevdigerin û li ser vê axê mafên mirovan bin pê dikin. Ji ber vê jî mirov dikare bêje ku ji bo aştiyê heta niha pratîkeke şênber nehatiye nîşandan. Lê têkoşîna me dê ji bo aştî û azadiyê bidome." 
 
Her sal 1’ê îlonê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pêşwazîkirin. Di 1’ê îlona sala 1939’an de Artêşa Alman di bin fermandariya Adolf Hîtler de Polonya dagir kir û Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Ev şer bû sedema mirina 50 mîlyon mirovan. Ev şer di dîroka mirovahiyê de şerê herî bi xwîn tê pênasekirin. Ji ber vê 1'ê Îlonê  ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1981'an de weke Roja Aştiyê ya Cîhanê hat îlankirin. Yekem car di sala 1982'yan de hate pîrozkirin. 
 
Di nav şer, talankirin, qirkirin, komkujî, wêrankirin, koçberkirinê de hemû desthilatdar di 1'ê Îlonê de peyamên aştiyê didin. Îro li tevahiya Kurdistanê êrişeke topyekûn heye û li ser vê erdnegariyê jî desthilatdar li ser girîngiya aştiyê radiwestin. Derbarê rojê de Cîgira Desteya Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir ji ajansa me re axivî. 
 
‘Ji bo aştiyeke mayînde pratîkeke şênber nîne'
 
Emîne di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser dîroka 1'ê Îlonê: "Rojeke bi vî rengî ji bo tevahiya mirovahiyê pêwîst e. Ji dîrokê heta îro li tevahiya cîhanê gelek şer û şoreş pêk hatin. Lê belê heta îro jî di hêla aştiyeke mayinde tu partîkeke şênber nehatiye avêtin. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn. Rojhilata Navîn hem di hêla siyasetê û hem jî di hêla pêvçûnan de her tim di rojevê de ye. Çawa ku di sedsala 20’emîn de di nava welatên cîhanê de parçebûnek çêbû, di sedsala 21’emîn de jî heman dîrok xwe dubare dike. Parçebûna dewletan, parçevbûna netewan û gelan her hebûye. Lê belê pêwiste ku li ser bingeha aştiyeke rûmet netew xwe bighînin hev. ”
 
Pêşxistina Projeya Netewa Demokratîk
 
Emîne, di axaftina xwe de wiha behsa Projeya Neteweya Demokratîk û pêkanîna aştiyê kir: "Dewletên desthilatdar ên ku xwe li ser bingeha yek ol, yek ziman, yek reng, yek netew û yek al bi rêxistin dikin hişmendiya şer ava dikin. Li Rojhilata Navîn ev tişt tê kirin. Li dijî vê yekê em dikarin Projeya Netewa Demokratîk a Rêber Apo derxin pêş. Ev proje ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê derbasdar e. Li ser vê projeyê mirov dikare vegere ser hebûna xwe ya rast. Bi taybetî jî mirov dikare behsa Civaka Neolotîk bike, ji ber ku vê demê her kes bi renge xwe di nava jiyaneke aram û azad de jiyana xwe didomand. Pergala parvekirin, wekhevî, hezkirin, aştî û parastina hevdû li pêş bû. Dema em vegerin dîroka rast, ew dîroka rast e. Rêber Apo jî di vê sedsalê de ew proje ji bo gelan, bi taybetî jî bo Rojhilata Navîn û cîhanê pêşniyar dike."
 
Çareseriya ji bo berjewendan... 
 
Emîne di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn: "Bi armanca şoreşê, bi armanca guhertina pergala heyî û bi armanca pêşxistina demokrasiyê li Sûriyeyê şer dest pê kir. Lê divê mirov li ser bisekîne ku gelo armanca rast çi bû, bi çi rêbazê hatin kirin. Bi rastî jî tevahî dewletên heyî hêzên ku li ser vê axê tevgerin dixwazin li gorî berjewendiyên xwe xebatên xwe bikin. Ev hêzên heyî li Sûriyeyê 11 sal in tu çareseriyekî li pêş nexistin, bêtir alozî derxistin. Ji bo gelên Sûriyeyê aştiyê pêşnexistin, beravajî vê yekê li Sûriyeyê bêtifaqiyê mezin kirin. Tenê ji bo berjewendiyên xwe qala çareseriyê kirin. Mînak Dewleta Tirk. Tirk raste rast bi hinceta parastina sînorê xwe êrişê Sûriyeyê kir. Di encamê de çi bû bi hezaran kes koçber bûn. Komkujî pêk hatin. Tirkiye piştevaniya zîhniyeta desthilatdar kir. Ji ber vê sedemê dema qala 1'ê Îonê Roja Aştiya Cîhanê tê kirin divê mirov tişta heyî raste rast dayne holê. Lê belê dewletên berjewendiyên xwe diparêzin li Sûriyeyê li dijî gel û civakê tevdigerin û li ser vê axê mafên mirovan bin pê dikin."
 
Pêşxistina guhertina demografiyê
 
Emîne, da zanîn ku li her çar parçeyên Kurdistanê hêzeke desthilatdar heye û dixwazin kurdan bixin bin kontrola xwe wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca şoreşên ku li Kurdistanê pêk tên bi zelalî aşkera ne. Ji bo jiyaneke azad, aram û aştiyê ya li ser axa xwe ye. Peymanên ku bû sedema parçekirina Kurdistanê dê di sala 2023’yan de bê nûkirin. Niha jî dixwazin heman polîtîkayên parçekirinê bidomînin û mijarê bêtir kûr bikin. Mînaka niha em dikarin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin. Herêm niha bi êrişê re rûbirû ye. Bi taybetî jî cihên ku piranî kurd lê dijîn. Armanca wan êrişan baş tê zanîn. Her wiha li her çar parçeyên Kurdistanê ên wekî Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hêzeke desthilatdar heye û di bin kontrola wan de ne. Em ji dîrokê bigirin heta îro bi heman armancê êrişê kurdan dikin. Koçberiyê li kurdan ferz dikin wek Efrînê. Kurd ji Efrînê hatin derxistin û çete hatin bicihkirin. Ev tişt tê wateya guhertina demografiyê. Dixwazin yekcar di nav kurdan de parçebûnê pêş bixin. Her hewldan li dijî aştî, aramî û yekitiya pêkhateyên herêmê tê kirin." 
 
‘Xwedî derketina li aştiyê girîng e'
 
Emîne diyar kir ku piştî ewqas koçberkirin, talankirin, qetilkirin, dagirkirin kuştina zarok û jinan dîsa Gelê Kurd û bi xwişk û biratiya gelan rabûne li ser piyan ji bo jiyaneke aram û aştîxwez rolek girtine ser xwe û got: "Kelaha Berxwedanê ya Kobanê, bi tevahî parastina zarokên cîhanê kir. Her wiha jin bi cesareteke mezin têkoşîneke bê navber dan. Ji ber vê sedemê xwedî li derketina aştiyê girîg e û divê her gel ji bo aştiyê di nav hewldanê de bin."