‘Abdullah Ocalan sembola aştiyê ye’

  • 09:02 29 Tebax 2022
  • Rojane
 
WAN - Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babur da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yekane kesê ku aştiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn e û ji ber vê mîsyonê jî tecrîd her diçe giran dibe.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sale di bin tecrîdê de tê girtin û 17 mehe jê agahî jê nayê girtin. Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran serlêdanên hevdîtinê bê bersiv tên hiştin. Baroya Amedê di 10’ê Kanûna 2021’ê de bi armanca biryarên ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatine dayîn pêk bên 5 serlêdan li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin. Komîteyê ji Tirkiyeyê parastin xwest. Serlêdanên ji bo rêxistinên mafên mirovan û bang didomin. Her wiha ji gelek aliyan jî ji bo bidawîbûna tecrîdê bang tên kirin.
 
Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER) Edîbe Babur der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî.
 
‘Li Tirkiyeyê maf û hiqûq tune’
 
Edîbeyê destnîşan kir ku tecrîd pêkanînek dijmirovî iye û wiha daxuyand: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li girtîgehan jî dike. Şert û mercên girtîgehan her diçe giran dibin û ev jî nîşaneya tecrîdê ye. Em tecrîdê qebûl nkain. Her mirov mafê wan heye ku bi parêzeran re hevdîtinê bikin. Li her derê cîhanê ev maf heye. Lê mixabin li Tirkiyeyê tune ye.”
 
‘Sembola aştiyê ye’
 
Edîbeyê balkişand ser dijhiqûqiyên li girtîgehan û wiha daxuyand: “Şikandina tecrîdê tê wateya ku hemû welat wê bîhnekê bigire. Li gorî me birêz Ocalan sembola aştiyê ye. yekane mirovê ku aştiyê bîne Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ji bo vê çi hewceye divê bê kirin. Divê demildest dengê Birêz Ocalan ji derve re bê ragîhandin.”
 
‘Divê bi birêz Ocalan re runên’
 
Edîbeyê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan sembola aştiyê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn û nûnerê aştiyê ye. Edîbeyê wiha bi lêv kir: “Ji ber vê jî tecrîdê giran dikin. Divê ev bê ziman, nikarin gelê Kurd û Birêz Ocalan ji hev qût bikin. Ez bang li rayedarên Tirkiyeyê dikim. Divê demildest bi Abdullah Ocalan re runin û aramiyê bînin welat. Aştî û aramî bi Birêz Ocalan pêkan e.”
 
‘Li girtîgehan tecrîd tê jiyîn’
 
Edîbeyê balkişand ser rewşa girtîgehan û got şert û merc di encama tecrîdê de her diçin xerab dibin û wiha balkişand ser rewşa girtiyên nexweş: “Girtiyên nexweş derman nakin û nabin nexweşxanê. Li girtîgehan di nava tecrîdê de tecrîd tê jiyîn.”
 
‘Dayik li benda edaletê ne’
 
Edîbeyê her wiha di berdewamiyê de Nobetên Edeletê ku malbatên girtiyan ev 10 mehe ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan, dane destpêkirin jî bibîr xist û wiha dawî lê anî: “Dayik li benda edaletê ne. Divê dengê dayikan bibîhizin. Girtiyên cezayên wan qedyane poşmaniyê li wan ferz dikin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nakin. Hemû kesê xwedî wijdan divê ji bo edeletê destê xwe bikin bin kevir. Ez hemû kesî vedixwînim ku banga edeletê bikim.”