‘Divê têkoşîna jinê bê mezinkirin’

  • 09:07 27 Tebax 2022
  • Rojane
STENBOL - Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên jinan diyar kirin ku divê li dijî zîhniyeta serdest ya mêran a cîhanê têkoşîn bê kirin û balkişandin ser berxwedana jinên Afgan ya li dijî Talîban û peyama bilindkirina berxwedanê da. Jinan her wiha gotin zîhniyeta Talîban û DAIŞ’ê ji hev cudatir nînin.
 
 Li Afganîstanê piştî 20 salan şûnde di 15’ê Tebaxa 2021’ê de rêveberî dîsa ket destê Talîban û di serde salek derbas bû. Ji wê rojê heta niha Talîban gelek îşkenceyên dijmirovî li jin û zarokên keç dike. Jin ji bo jiyan û azadiya xwe biparêzin  li ber xwe didin lê hemû cîhan li dijî Talîbanê bêdenge.
 
Roja Piştevaniya bi Jinên Afgan re
 
Jinên Afgan 15’ê Tebaxê wekî ‘Roja Piştevaniya bi Jinên Afgan’ re îlan kirin û bi çalakiyên cuda banga yekitiyê kirin. Li gelek deverên cîhanê jinan guh dan vê bangê û peyama ligel jinên Afgan in dan. Aktîvîstên TJA û rêxistinên jinan jî di vê çarçoveyê de  li Stenbolê zincîra jinan ava kirin û gotin ew ligel jinên Afganin.
 
Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên jinan diyar kirin ku divê li dijî zîhniyeta serdest ya mêran a cîhanê têkoşîn bê destpêkirin û balkişandin ser berxwedana jinên Afgan a li dijî Talîban û peyama bilindkirina berxwedanê dan. Jinan her wiha gotin zîhniyeta Talîban û DAIŞ’ê ji hev cudatir nîne.
 
‘Çareserî têkoşîna jina ye’
 
Aktîvîsta TJA’yê Eylem Çelîk da zanîn ku li ser banga jinên Afgan hatine gel hev û got: “Em ji bo bibin dengê jinên Afgan û hemû jinên cîhanê li virin. Kapîtalîzm ji bo desthilatdariya xwe biparêze bi awayekî dijwar êrîşê jinan dike. Divê em li dijî hovîtiya li hember jinan bêdeng nemînin. Jin berxwedanê ji Rosa luxemburg, Clara Zetkîn û denîz poyraz fêr bûn.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayşegul Karadag jî da zanîn ku jin bi salan e li dijî serdestiya mêr têdikoşin û got ew piştgiriyê didin têkoşîna jinên Afgan û wiha vegot: “Em jinên li dijî komkujiyan li ber xwe didin wek sembol dibînin. Jinên Rojava, jinên li Tirkiyeyê em hemû têdikoşin. Zîhniyeta serdest ya cîhanê zîhniyeta dijminê jinê ye. Ji ber vê tiştên tên jiyîn ji bo berjewendiya wan e. Dema em li Rojhilata Navîn û welatên din yên paşverû dinêrin dijminahiya li hember jinan dikin. Ji bo me ya girîng têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e. Têkoşîna yekbûyî ya jinan wê gelek xweş be. Em neçarin berxwe bidin. Ez dixwazim zincîra jinan  li hemû cîhanê belav be.”
 
'Divê ji bo têkoşîna jinê piştgirî hebe'
 
Aktîvîsta TJA’yê Sîbel Karabulut jî bi lêv kir ku hêviya wan ev e ku têkoşîna jinê roj bi roj mezin bibe û wiha anî ziman: “Jin bi hev re xurtin. Ev vê wek mînak pêşniyar dikim. Peyamek girîng dihewîne. Jinên Afgan ne tenê ne. Em piştgiriya wan dikin û em ligel wanin. Em di heman demê de dibin dengê jinên girtî. Divê ji bo têkoşîna jinê jî piştgirî hebe. Bila jin di têkoşînê de cih bigirin û ji vê netirsin. Ez dixwazim jin azad bin û zextan biçewisînin.”
 
'Zîhniyeta Talîban, Tirkiye û DAIŞ’ê wekhev in'
 
Endama Jinên Demokrat (YDK) Nurgul Ucî jî di vê mijarê de nirxandin kir û wiha anî ziman: “Zîhniyet Talîban, Tirkiye û DAIŞ’ê ji hev cudatir nîne. Li Tirkiyeyê jî li hember jinên Kurd heman îşkence pêk tê. Li ser Aysel Tugluk îşkence tê kirin. Ji ber vê jî em ne biyaniyên pêkanînên Talîbanin. Li dijî vê zilmê tişta ku em bikin ev e, yekitiye. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em çiqas dengê jinên Afgan bidin bihistin em ê evqas bibin destek.”