‘Xwezî zimanê dîwarên girtîgehê hebûna’

  • 09:05 27 Tebax 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Yek ji xizma gitiyan Încî Guler ku nêzî 10 meha ye di Nobeta Edeletê de ye diyar kir ku birayê wê yê girtiyê nexweş Abdulselam Guler 17 sale dayika xwe nedî û got xwezî zimanê girtîgehê hebûya biaxiviya û tiştên dê û birayê min jiyane vegota.
 
Xizmên girtiyan li Amedê di 16’ê Mijdarê de dest bi çalakiya Nobeta Edeletê kirin. Yek ji van çalakvanan jî Încî Guler e. Încî ji bo birayê xwe Abdulselam Guler yê nexweş ku li girtîgeha TÎpa D ya Amedê girtiye bê berdan li berxwe dide. 
 
Încî Guler destnîşan kir ku ew ji Psûrê ne sê xwişk û 4 bira ne  û di serê salên 1990’î de bi zexta dewletê re hatine rû hev.  Încî êşa ewil bi xwişka xwe dijî û xwişka wê hîna 16 salî ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dide. Di temenê zarokatiya wê de malbata wê bi giştî belav dibin. Încî wiha dibêje: “Em di temenê 14-15’an de hemû ji hev belav bûn û hîna me kesayeta xwe fêr nekiribû me hev winda kir.”
 
‘Ewil bi ser mala me de dihat girtin’
 
Birayê wê Abdulsamet Guler (Şemsettîn Jiyan) di serê sala 1990’î de leşkeriya xwe diqedîne tevli PKK'ê dibe. Piştî vê zext tên kirin. Înciyê da zanîn ku  dema tiştek li Pasûrê biqewimiya ewil bi ser mala wan de dihat girtin û got birayê wê Abdulsamet di 1996’an de li herêma Federal a Kurdistanê ji ber nexwşiya gurçikan jiyana xwe ji dest daye.
 
‘Gelek zilm dihat kirin’
 
Înciyê wiha berdewam kir: “Wê demê birayê min Abdulselam û bavê min dihatin binçavkirin. Piştî Abdulsamet zextên li ser me zêde bûn. Birayê min Abdulselam jî di 1994’an de hat girtin. Li Pasûrê zilmek mezin li gel hat kirin. Bavê min wan salan di Tekelê de dixebitî. Lê tekel şewitandin û bavê min girtin. Anîn Amedê. Piştre hatin li gund mala me şewitandin.  Bavê min hat berdan. Di 2002’an de jî Birayê min Esat Guler  ê ji ber zextan çûbû Îranê  piştre hat girtin û teslÎmê Tirkiyê hat kirin. Du salan girtî ma û hat berdan. Piştre tevli PKK'ê  bû û jiyana xwe ji dest da.”
 
‘Xwezî zimanê dîwaran hebûna’
 
Înciyê wiha dirêjî dayê: “Dayika min ji 2001’ê heta 2018’an birayê min Abdulselam nedît. Ji ber nexweşiyan dayika min neçû hevdîtinan. Piştî birayê min anîn Amedê dayika min çû hevdîtinê. Xwezî zimanê dîwarên girtîgehê hebûna û biaxiviya. Xwezî tiştên ku dayika min û birayê min jiyan vegotiba. Dayika min di 2019’an de jiyana xwe ji dest da. Daxwaza wê azadiya birayê min bû. Lê ev daxwaz pêk nehat. Lê ger ku qanûn pêk bihata wê gelek girtî bihata berdan. Birayê min di pêvajoya girtinê de bi gelek nexweşiyan ket. Em di nobetê de ji bo wan têdikoşin.”