‘Em ê mekanîzmayên parastina cewherî pêş bixînin’

  • 09:06 26 Tebax 2022
  • Rojane
WAN - Jinan balkişandin ser qetilkirina jinên li Kurdistanê  ji aliyên leşker, polîst û cerdevanan ve tên qetilkirin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin û gotin: “Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet mekanîzmayên parastina cewherî pêş bixînin.”
 
Li Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet li ser bedena jinê wek komkujî, destdirêjî û tecawiz didome û jî çaralî ve bertekên li hemberî van êrîşan didomin. Di rojên borî de li Sêgirikê ya girêdayê Qilaban a Şirnexê jinan ciwan Fîrdev Babat ji aliyê cerdevanan ve hat tecawizkirin û qetilkirin. Jin piştî vê hovîtiyê derketin kolanan û  banga piştevaniyê kirin.
 
 Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP û Komeleya Jinan a STAR bertek nîşanê qetilkirina jinan dan û gotin polîtîkaya şerê taybet bi destê dewletê pêk tê.
 
'Em ê edaletê bînin vî welatî'
 
Hevseroka HDP’a Tuşbayê Hanim Akkuş der barê mijarê de wiha vegot: Li herêmê şîdet zêde bûye. Fîrdevs Babat hevalek ciwan bû. Li gund bi destê mêrekî hat qetilkirin. Malbat tê tehdîdkirin. Ev encama polîtîkayên şerê taybete. Jin û zarok tên qetilkirin û gumanbar tên parastin. Dema kujer bê parastin kuştinên jinan jî zêde dibin. Têkoşîna me wê li dijî serdestiya mêr heta dawî bidome. Em ê edeletê bînin welat.”
 
'Çareserî mekanîzmayên parastina cewherî ye'
 
Endama Komeleya Jinan a STAR Serap Guneş jî wiha bertek nîşan da: “ Li Kurdistanê dewlet çekê dide mêran û ew jî şîdetê dikin, jinan qetil dikin. Di mehên borî de li Şax, Elbaq, Şirnex, Cizîrê bi dehan zarok ji aliyê leşker û cerdevanan ve êrîşa zayendî li wan hat kirin. Jin hatin qetilkirin. Mêr dizanin ku vê bikin  jî tu ceza nagirin. Mînaka herî berbiçav jî ya Musa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er. Li dijî êrîşên li hember jinan li dijî binpêkirinên mafan, yekane riya çareseriyê avakirina mekanîzmayên parastina cewherî ye.”
 
'Gumanbar diyar in'
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Mînaz jî destnîşan kir ku yekane sedema zêdebûna şîdetê polîtîkayên AKP-MHP’ê ne û wiha dawî lê anî: “Peymana Stenbolê hat fesihkirin û mafê jinan jî holê hat rakirin. Bi taybet di demên dawî de kuştinên jinan vê baş derdixe holê. Bi taybet leşker, cerdevan û polîs jinan qetil dikin. Em ji mînaka Gulîstan Doku, Îpek Er vê baş dizanin. Li Şirnexê jî Fîrdevs Babat hat qetilkirin. Ev jî asta şîdeta mêran nîşan dide. Ez bang li hemû jinan dikim.  Em bi hev re xwedî nasnameya xwe derkevin li dora  TJA’yê bibin yek.”