'Tiştên divê bên kirin dibin alava propanganda AKP’ê'

  • 09:09 25 Tebax 2022
  • Ramyarî
Oznur Deger
 
ENQERE - Wezareta Xebat, Civakî û Malbatî ji karmendan re giştîname şand û talîmat da ku malbatên ku serdana wan bê kirin divê nameya serokomarê AKP’î Erdogan bê dayîn. Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl talîmat nirxand û got: “Tişta ku divê dewlet bike bibe alava propanganda AKP’ê. Em vê rewşa ku dibe propaganda qebûl nakin. Ji bo azadiya fikr û raman û demokrasiyê li welat tesîst bibe em ê peywira xwe bînin cih."
 
Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ji bo welatiyên ji alîkariya civakî fêdeyê bigirin û bi hinceta hewcedarî bên tespîtkirin, di çarçoveya serdanên jê re dibêjin ‘bernama ziyareta netewî’ de giştîname şand ji kedkarên cemawerî re. Di giştînameyê de talîmat hat dayîn ku di serdanên malbatan de nameya serokomar Tayyîp Erdogan bê belavkirin. Li dijî vê bertek didomin.
 
Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Şukran Kablan Yeşîl der barê rewşê de nirxandin kir.
 
Şukranê got demeke li welat nîqaşên hilbijartinê tên meşandin û got: “Li hember azadiya fikr û armanê zextên cidî hene. Faliyetên sendîkal tên astengkirin, girtin û binçavkirinên kêfî hene. Em di mijara hilbijartinek demokratîk de bi fikarin. Di mijara dizîna dengan de, di pusulayên bê mohr de ewlehî tune. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî giştînameyek weşand. Ji bo tespîtkirina malbatên hewcedar serdan wê bên kirin û dixwazin di vê serdanê de jî propangan da desthilatdariyê bê kirin.”
 
‘Dikin alava propaganda AKP’ê’
 
Şukranê got tê xwestin ku kedkarên cemawerî bibin parçeyek pêvajoya hilbijartina ne demokratîk û ev tişt bi lêv kir: “Erdogan bi hevkariya kedkarên cemawerî dixwaze propanganda xwe bike. Ev 20 sale em şahidiya vê dikin. Bi alîkariyên civakî dixwazin dengên gel bigirin. Ne pêkane em vê qebûl bikin. Li pêş me pêvajoyek hilbijartinê heye. Welatî dixwazin êdî li welatekî azad bijîn.”
 
‘Em qebûl nakin’
 
Şukranê diyar kir ku dema kedkarên cemawerî tayînê cemawerî dibin, divê ji partiyên siyasî dûr bin û serbixwe bin û wiha anî ziman: “Em xizmeta cemawerî dikin. Em nikarin nokteya propanganda partiyeke siyasî de peywirê bikin û ev ne tiştekî bê qebûlkirinê ye. Di giştînameyek rutîn de ev xal tê cih kirin û bi kedkarên cemawerî vê dikin. Ev bi rastî tiştekî dij demokratîke û nîşan dide ku hilbijartinek ne demokratîk li pêş me ye. Em wek KESK li dijî vê têdikoşin. Em ê qebûl nekin ku kedkarên cemawerî bibin alava propanganda partiya siyasî.”
 
Her wiha Şukranê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku AKP’ê piştî hewldana darbeya tîrmehê  ji bo bi cemaata ku hevkarê wan bû û ji bo ji kedkaran hesab bipirsse bi KHK’yan bi hezaran kes ji kar kirin û got: “Ewlehiya kar ji holê hat rakirin. Em li dijî van pêkanînên dijdemokratîk bertekên xwe didomînin. Ji bo em xwedî li pêşeroj û nanê xwe derketin peywirên cidî dikevin ser milê her kesî. AKP bi polîtîkayên xwe bû sedema krîza aborî ya herî giran. Li dijî talan û wêrankirinê li her derê berxwedan hene. Di hilbijartinên nêz dibin de wê her kes wijdana xwe guhdar bike û di mijara xwedîderketina demokrasiyê de pêngavan bavêje. Daxwaza me ya herî mezin bilindkirina têkoşînê ye. Divê ji bo welatekî azad û demokratîk em hemû peywira dikeve ser milê me pêk bînin.”