Piştî Gazete Şûjin: Heqîqet wê bi pênûsa jinê bên nivîsîn

  • 09:07 25 Tebax 2022
  • Rojane
Derya Ren
 
AMED - Rojnamegerên jin derbarê 5’emîn salvegera girtina Gazete Şûjin, DÎHABER û Rojeva Medya de axivîn û diyar kirin ev tiştên tên jiyîn wê bi pênûsa jinê her tim bên nivîsin.
 
Gazete Şûjin ya di Kanûna 2016’an de dest bi weşandê kir,  Ajansa Nûçeyan Dîcle Medya (DÎHABER) û Rojnameya Rojeva Medya û 3 komeleyên din bi qanûna hejmar 693 (KHK) di 25’ê tebaxa 2017’an de hatin girtin. Piştî girtina Şûjinê, JINNEWS di xeta wê de weşangeriya xwe kir.  Edîtora Kurdî ya JINNEWS’ê Munever Karademîr û rojnameger Mekiye Gorenç der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Weşanê berdewam kir’
 
Mekîyeyê da zanîn ku JINHA a yekem ajansa jinê ya li Tirkiyeyê bû di 2012’yan de 8’ê adarê hatiye avakirin û di 29’ê cotmeha 2016’an de hatiye girtin û got: “Piştî JINHA hat girtin rojnamegerên jin hatin gel hev û di kanûna 2016’an de bi dirûşmeya ‘Bi şûjinê li zimanê çapemeniyê’ dest bi weşanê kirin. Bi kurdî, zaravayên wê soranî û kurmanckî, îngîlîzî, tirkî û erebî weşan kirin. Nûçeyên rojane, ji pênûsa jinê, nûçeyên dosya, portre û jîneolojî û femînîzm hat dest girtin.”
 
Soza xebatê hat nûkirin
 
Mekiyeyê destnîşan kir ku Gazete Şûjin di 25’ê tebaxa 2017’an de hatiye girtin û wê pêvajoyê xebatkarên wê daxuyaniyek daye û wiha dirêjî dayê: “Xebatkaran li dijî êrişê daxuyanî dan û gotin ‘Me gelek tehdîd girtin. Li hember malpera me ya web gelek êrişên sîber pêk hatin. Xwestin me bêdeng bikin. Lê me doz da ku em ê xebatên xwe bidomînin. Me cesareta xwe ji Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nujiyan Erhan girt. Li welat jin bi binpêkirinên cidî re tên rû hev. Jin û zarok tên qetilkirin, tacîzkirin û tecawizkirin. Li welat divê ev rastî bihata nivîsîn û me beramberê vê zext, girtin da ber çavan. Ji bo jin bên bêdengkirin her cureyê rêbazê pêk hat. Rojnamegerên jin mîrayeta Gurbetellî, Ayfer, Nujiyan û Denîzê berdewam kirin.”
 
‘Wê heqîqet bi pênûsa jinê bên nivîsin’
 
Mekiyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zextên li ser rojnamegeran û wiha bi dawî kir: “Yên li Tirkiyeyê tên jiyîn evin. Sedema êrîşên li hember çapemeniya muxalîf ev e ku nahêlin heqîqet derkevin holê. 2 meh berê 16 rojnameger hatin girtin. Hinceta girtina wan jî heman hincet bû. Em rojnamegerên jin wê heqîqetê wek duh îro jî bi pênûsa xwe binivîsin. Wê heqîqet bi pênûsa jinê bê nivîsin.”
 
‘Dixwazin rêxistinbûna jinê tune bikin’
 
Edîtor Munnever Karademîr jî destnîşa kir ku piştî hewldana dabeya 15’ê tîrmehê şûnde saziyên çapemeniyê yên muxalîf ji aliyê desthilatdariyê ve hatine girtin û di serî de jî çapemeniya azad hedef hatiye girtin. Munneverê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Azadiya Welat, Ozgur Gundem, DÎHA û JINHA hatin girtin. Bi girtinan xwestin çapemeniya azad bêdeng bikin. Li aliyê din jî dest danîn ser alavên me û xwestin pêşî li xebatan bigirin. Lê dem hat me li malên xwe dem hat me li parkan û kafeyan nûçeyên xwe bar kirin. Me ji kesên ku piştgirî dan me kompîtur peyda kirin bi vî awayî me xebatên xwe domand. Me nivîsandina heqîqetan domand.”
 
‘Yekane tişta me pişta xwe dayê heqîqet bûn’
 
Munneverê di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt bi lêv kir: “Em rojnamegerên jin hatin gel hev. Tevî hemû kêmasiyan me Şujin vekir. Ji ber me polîtîkayên qirêj yên pergalê li herêmê dimeşand teşhîr kir, em bi êrişan re hatin rû hev. Şujinê 7-8 mehan xebat meşand. Piştre dîsa êriş kirin. Me dîsa polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr kirin. Mînaka herî mezin ev bû ku bûyera fuhuşa li jinan dihat ferzkirin ya li Êlihê teşhîr kir. Di girtina Şujinê de yek ji sedemên herî mezin jî ev bû. Her ku me ew teşhîr kirin wan êriş kirin. Xwestin dengê me bibirin. Piştî girtina Şujinê xwestin dîsa dengê me bibirin. Lê rojnamegerî di nav çar dîwaran de nayê kirin. Me li her derê nivîsî, me li her derê kişand. Me pişta xwe neda erdê, me pişta xwe ji heqîqetê girt. Di esasa heqîqetê de em bûn deng û çavên civakê. Îro jî em bi heman awayî xebatên xwe dimeşînin.”