Parêzer Rewşen Hacim: Divê zarok bên parastin

  • 09:04 25 Tebax 2022
  • Rojane
Yara kendeş
 
KOBANÊ - Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê parêzer Rewşen Hacim, bal kişand ser hedef girtina zarokan û got: "Em bang li Rêxistin û berpirsyarên Mafên Zarokan ên Navneteweyî dikin ku êrişên li hemberî zarokan bidin rawestandin."
 
Ji serê meha tebaxê û vir ve di êrişên hewayî yên Dewleta Tirk de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di van êrişan de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 24 zarok jî birîndar bûn. Ev hem ji aliyê çavkaniyên herêmî û hem jî di çapemeniya navneteweyî de cih girt û bi raya giştî re hat parvekirin. Ji hêla raya giştî ya navneteweyî ve berteke xurt nehat nîşandan yên hatî nîşandan jî ji rêzê bû. Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê parêzer Rewşen Hacim derbarê mijarê de ji ajanse me re axivî.
 
Rewşen, di destpêka axaftina xwe de wiha pênaseya zarokan kir: "Zarok ew mirovên ku temenê wan di bin 18 salî de bin. Di Hevpeymanên Mafên Zarokan ên Cîhanî de pênaseya mafê zarokan hatiye kirin. Mafê zarokan hem di nava dewletan û hem jî di navbera dewletan de hatiye zelalkirin. Di nav hevpeymanê de mafên zarokan çi ye diyar e. Li gorî hevpeymanan mafê zarokan wiha hatiye diyarkirin; Dema zarok tê dinê mafên wî/wê heye ku nav hebe, nasnameyek wê hebe ku li ku dijî bê nîşandan, her wiha divê cudakariya netew, ziman, ol, nekevin nav zarokan." 
 
Rewşen, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser mafê zarokan: "Mafê zarokan heye ku bilîzîn û bixwînin. Divê hurmetê nîşanî firk û ramanê zarokan bidin. Her wiha dema zarokek sûcek bike zagonên heyî ji bo zarokan derbasdar nîne. Zagonên ku mafê zarokan diparêzin divê hebin."
 
‘Zarok nikarin xwe biparêzin' 
 
Rewşen, da zanîn ku di şerê li Rojhilat Navîn de rû dayî de bêtir zarok ji mafê xwe bêpar man û wiha axivî: "Di aloziya li Rojhilata Navîn derketî holê bandorê li zarokan kir û bi taybetî zarok ji her cureyên maf bê par man. Di şer û pêvçûnan de bêtir zarok gefan dixwin. Ji ber taybetmendiya xwe ya fîzîkî zaroka nikarin xwe ji şer û pevçûnan biparêzin. Parastina zarokan a di şer de di Hevpeymanên Navneteweyî de heye." 
 
'Dibistan dibin hedef'
 
Rewşen, destnîşan kir ku di 18’ê tebaxê de li Hesekê Dibistana Zarokan bû hedefa Dewleta Tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema êriş dibin bi taybetî zarok mexdûr dibin, perîşan dibin û koçber dibin. Ji bo zarokan guhertina dibistanan jî zehmet e. Hertim bi tirsa êrişan dijîn. Gelo çawa dibistaneke zarokan dibe hedef?  Li hemberî Hesekê êrişek pêk hat û di necamê de sê zarok jiyana xwe ji dest dan. Bûyerek bi vî rengî li Girê Spî pêk hat û dîsa dibistan bû hedefa topên Dewleta Tirk."
 
‘Divê mafê zarokan bê parastin' 
 
Rewşen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li Rêxistin û berpirsyarên Mafên Zarokan ên Navneteweyî dikin ku êrişên li hemberî zarokan bidin rawestandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber êriş û gefên Dewleta Tirk mafên zarokên me hatine binpêkirin. Em daxwaz dikin ku mafên zarokan bê parastin."