‘Em ê Ayselê ji girtîgehê bigirin’

  • 09:02 25 Tebax 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk tevî ku nexweşa girane nayê berdan. Siyasetmedaran bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku têkoşîna wan wê heta dawî bidome.
 
Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku nexweşa demansê ye li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a Kandirayê girtî ye. Aysel tevî rewşa wê ya giran hefteya borî jî bi kovîdê ket. Aysel tevî hemû hewldanan nehat berdan. Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce, endama Lijneya Rêveber a HDP’ê Îdîl Ugurlu der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Biryarek siyasî ye’
 
Berdevka SODAP ya Stenbolê Fatma Înce da zanîn ku Aysel di encama biryar û daraza dijhiqûqî de nayê tahliyekirin û got: “Mafê herî sereke yê dermankirinê pêk nayê. Gumanbarê 28’ê sibatê Çevîk Bîr bi hinceta nexweşiya demansê hat berdan. Lê Aysel nayê berdan. Ji ber vê ev biryarek siyasiye. Aysel siyasetmedarek kurd e. Ji ber vê nayê berdan. Ev biryarek dijhiqûqiye.”
 
‘Divê em êdî encamê bigirin’
 
Fatmayê destnîşan kir ku tiştên di şexsê Ayselê de pêk tên di salên dawî de li girtîgehan li ser girtiyan pêk hatiye û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber ji ber tiştên di cenazeya dayika wê de hat jiyîn rewşa wê giran bû. Nahêlin kes cenazeya xwe bi baweriya ola xwe defin bikin. Nahêlin kes şîna xwe bigire. Polîtîka dijminiyê pêk tê. Cenaze tên revandin û bi veşarî tên definkirin. Ayselê 30 salan têkoşîna sosyalîst meşand. Di têkoşîna mafê mirovan de bi salan xebat meşand. Ji salên 90’î heta niha têkoşîna xwe da. Aysel hem parêzer hem jî aktîvîsta mafê mirovan bû. Wê demê parêzera me bû. Têkoşîna maf dida. Divê em xwedî lê derketin. Divê êdî em encamekê bigirin.”
 
‘Desthilatdarî Ayselê wek sembol dibîn’
 
Endama HDP MYK’ê îdîl Ugurlu jî da zanîn ku Aysel ji bo civak, jinan sembole û yekem hevseroka jine û wiha dirêjî dayê: “Aysel jinek kurd û Elewiye. Aysel ji ber pratîka jiyana xwe ji aliyê gelek jinî ve model tê girtin. Desthilatdarî jî Ayselê wek sembol dibîne. Aysel yek ji pêşengên têkoşîna jinê ye. Di vî alî de fîgurek serbilind ya li dijî pergalê ye. Aysel hişekî cidiye.”
 
‘Ev rêbaza bi îşkencê kuştine’
 
Îdîlê destnîşan kir ku pergal dixwaze pêşengên têkoşînê tecrîd bike tenê bihêle û wiha bi lêv kir: “Li girtîgehê beden û mêrjiyê Ayselê radest nekirin. Lê Aysel bi nexweşiya demansê ket. Divê bê tahliyekirin. Lê ATK’ê rapora dikare bimîne da. Gumanbarê 28’ê sibatê Çevîk Bîr ji ber nexweşiya demansê hat berdan. Ew mêr û Tirk bû. Lê Aysel jin û kurd e. Wê bernadin. Dixwazin bi rêbaza îşkencê mirovan li girtîgehan bikujin. Aysel berxwedanek mezin dide. Aysel bi îdiayên vala hatine girtin. Gelo Ayselê li dijî civakê sûc kiriye? Ayselê li meclîsê gel parastiye. Mafê jinan û ciwanan paratsiye. Li dijî şer bû. Ked û ekolojî parastiye. Têkoşîna Ayselê têkoşîna me ye. Em ê Ayselê ji girtîgehê bigirin. Têkoşîna jinê wê heta azadiya Ayselê bidome.”