Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol: Bi destê darazê cînayet pêk tên

  • 09:04 24 Tebax 2022
  • Rojane
ENQERE - Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol  da zanîn ku di 8 mehan de 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û got: “Em  li dijî cezakirina kesên bi binpêkirinan re tên rû hev, temaşevan biminin tu wateya têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê namîne. Bi destê darazê cînayet tên kirin. Ev pirsgirêka me hemûyane divê em berxwedanê mezin bikin.”
 
Xizmên girtiyan bi armanca girtiyên nexweş bên berdan li Îzmîr, Wan, Amed û Stenbolê nobeta edeletê dan destpêkirin û têkoşîna xwe diomînin. Li gorî daneyên ÎHD’ê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Her  wiha di encama raporên ATK’ê ku dibêjin dikarin girtî bimînin de pêşi li tahliyeya girtiyên nexweş tê girtin. Di 8 mehên ewil yên 2022’an de 44 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Girtiyên nexweş ku ji sedî 96 astendar û li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar Yek a xerpêtê  dima Îbrahîm Yildirim yê 68 salî ji tahliya wî re 10 roj mabû di 14’ê Tebaxê de, Hevserokê kevn yê DBP’a Êlihê û endamên  Meclîsa Partiyê Mehmet Candemîr yê 60 salî li girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresunê di 15’ê Tebaxê de, girtiyê nexweş Bozo Yilmaz ê 67 salî yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 ya Rihayê  di 18’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. BI gışti di 5 rojan de 3 girtıyan jiyana xwe ji dest dane.
 
Endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarê de axivî û banga xwedîderketinê kir.
 
Sevdayê da zanîn ku yek ji rojevên herî girîn binpêkirina mafan a li girtîgehane û zextên desthilatdariyê yên li derve bi awayekî cuda li ser girtîgehan jî dike û got: “Daraz bûye siyasî. Girtîgeh, ATK û gelek saziyên din biryarên siyasî didin û ev jî bi binpêkirinên mafan encam dibin. Nirxên mirovi yên gerdunî, rêgeza wekheviyê  û binpêkirinên mafan yên cidî pêk tên. Ev pirsgirêk hemû ji polîtîkayek sîstematîk pêk tên.  Em em li dijî cezakirina kesên bi binpêkirinan re tên rû hev, temaşevan bimÎnin tu wateya têkoşîna mafê mirovan û demokrasiyê namîne. Bi destê darazê cînayet tên kirin. Ev pirsgirêka me hemûyane. Divê em berxwedanê mezin bikin.” 
 
‘Bi destê darazê cînayet pêk tên’
 
Sevdayê got taloqkirina cezayên girtiyên nexweş sererastkirinek taloqkirina qanûna înfazê ye û wiha daxuyand: “Bi biryarên siyasî re rû bi rû ne. Piştî vê jî mirin rû didin. Di hefteyekê de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Di 8 nehan de 44 girtıyan jiyana xwe ji dest dan. Bi binpênkirinên mafan, jiyana mirovan ji dest tê girtin. Li gorî min bi destê darazê cînayet pêk tên. Biryarên ATK’ê raste rast bandor li ser jiyana mirovan dikin.”
 
‘Biryarên ATK’ê polîtîkin’
 
Sevdayê bal kişand ser girtiya nexweş Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk û raporên ATK’ê yên dikarin girtî bimînin bi bîr xist û wiha dirêjî dayê: “Tevî zemîna hiqûqî tune jî gotin dikare îfadê bide. Raporên ATK’ê yên li pêş tahliyekirina girtiyên nexweş bû ateng, rê li ber mirinan vekirin. ATK ji bo her kesî bêguman heman biryaran nade. ATK biryarên siyasî dide. Der barê ve tespît û bertekên cidî hene.Divê ATK li gorî mevzuatê biryarê bigire. Divê bêguman ev jî bê kontrolkirin.”
 
‘Divê hiqûq pêk bê’
 
Sevdayê wiha dirêjî dayê: “Ji ber van raporên şaş û kêm yên ATK’ê hem etîka pîşeyî hem ya cezayî û hem jî di alî hiqûqî de li gorî min berpisryariyên wê yên cidî hene. Divê mijarê de ez dibêjim ku serlêdanên ku tezmînata madî-manewî tên kirin hene. Divê em şopdarê vê pêvajoyê bin. Divê hiqûq pêk bê. Tu biryareke siyasî ji jiyana mirovan ne bi nirxtire. Civak der barê girtiyên nexweş de bi awayekî cidî nerehet bûye. Ya ku dive ser milê me eve ku divê em xwedî lêderketin û vê xwedîderketinê jî mezin bikin.”