Li dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ doz hat vekirin

  • 09:05 23 Tebax 2022
  • Hiqûq
ENQERE - Bi hinceta xebatên Meclîsa Jinan a HDP’ê meşandine, muzîka kurdî guhdarkirine, govend gerandine û dirûşmeya "Jin jiyan azadî" berz kirine derbarê 11 jinan de doz hat vekirin. Yek ji van jinan Ayfer Demîrel e. Ayfer da zanîn ku li Aydinê bi armanca pêşî li xebatên jinan bigirin van zextan dikin.
 
Aydinê jinên ku li dijî feshkirina Peymana Stenbolê derketin, tevli 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê bûne lêpirsîn hatibû vekirin û vê carê jî bi hinceta govend gerandine û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kirine li jinan doz hat vekirin.
 
Di 14’ê Sibatê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê ve lêpirsîn hat vekirin û di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malan de hat girtin û 11 jinên HDP’ê hatin binçavkirin, der barê 7 heban de jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propanganda rêxistinê kirine’ îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Aydinê ve hat qebûlkirin û yekemîn rûniştin wê di 11’ê mijdarê de bê dîtin. Îdiayên bûne mijara dozê jî xebatên jinan yên di bin banê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine meşandinê, dirûşmeya ‘jin jiyan azadî, guhdarkirina muzîka kurdî, gerandina govendê û daxuyaniyên çapemeniyê ne.
 
Yek ji 7 jinên doz lê hatiye vekirin endama Navenda Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayfer Demîrel e. Ayferê der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku emniyeta Aydinê ji bo pêşî li xebatên jinan bigire ketiye hewldanek wisa.
 
‘Xebatên jinan sûc hat dîtin’
 
Ayferê destnîşan kir ku di bin bana HDP’ê de xebatan dimeşînin û di 14’ê sibatê de bi ser mala wan de hatiye girtin û hatine binçavkirin û got: “Em 10 heval 4 rojan binçavan de man. Xebatên jinan çalakî û bername sûc hatin dîtin. Xebatên me yên ku tu aliyê wê yê sûc teşkîl bike tune ji aliyê emniyetê ve sûc hatin dîtin.”
 
‘Ji bo mezinkirina têkoşîna jinê’
 
Ayferê bi lêv kir HDP sêyemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî dayê: “Xebatên di bin bana meclîsa jinan HDP’ê de tên meşandin ne veşarîne û li ber çavane. Ev xebat li kolanê li her qadê tên kirin. Xebatên me ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jinane. Lê vê wek sûc dibînin. Ev ne raste. Sûcê esas emniyet dike.  Em sûc nakin. Em têkoşîna azadiya jinê dimeşînin. Ev ne sûce ev mafekî demokratîk e. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
 
‘Dixwazin em şûnde gavê bavêjin’
 
Ayfer, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze jin serî bitewîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dixwazin li Aydinê pêşî li têkoşîna jinan bigirin, bixwazin pê şûnde gavê bidin avêtin. Lê ev îdianame nikare pêşî li têkoşîna me bigire nikare bi me şûnde gavê bide avêtin. Em li dijî zîhniyeta serdest ya mêr, li dijî emniyet û desthilatdariyê şûnde gavê navêjin. Govend gerandin sûc hatiye hesibandin. Muzîka kurdî sûc hatiye hesibandin. Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ delîla sûc hatiye dîtin. Lê sûcê esas Emniyeta Dîdîm û Aydinê dike. Em dixwazin daraz bi awayekî serbixwe li îdianameyê binêre. Ev îdianameyek vala ye.”