Ji jinên zanîngehê şîroveya giştînameyê: Rêxistinbûna xwendekaran hedef hat girtin

  • 09:07 22 Tebax 2022
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Desthilatdariyê giştînameya bi navê "Li zanîngehan tedbîrên starbûn û ewlehiyê" weşand.  Xwendekaran giştîname nirxandin û gotin hewl didin rêxistinbûn û tevgera xwendekaran qedexe bikin û gotin. "Li dijî vê heta ku zanîngeh azad nebin wê têkoşîn bidome. Her wiha kesên ev giştîname nivîsîne wê miradê wan pêk neyê."
 
Wezareta Ciwan û Spor û Wezareta Karê Hundir bi hevkarî giştînameya "Li zanîngehan tedbîrên ewlehî û starbûnê" amadekirin û şandin 81 walitiyan. Desthilatdariyê dîsa bin navê ewlehiyê de têkoşîna jinan hedef girt û di giştînameyê de tê gotin ku kamerayên ewlehiyê, alaxên X-ray bên zêdekirin, astengkirina faliyetên xwendekaran, qedexekirina buroşur û vekirina standan û gelek madeyên din yên dijhiqûqî dihewîne.
 
Xwendekaran giştîname û encamên wê nirxandin.
 
Berxwedan ji bo wan tehdîde
 
Xwendekara Endezyariya Endustrî ya Zanîngeha Koç Ozge Tugran, da zanîn ku desthilatdarî pirsgirêkên xwendekaran nabîne, berxwedanên xwendekaran nabîne û got: “Îro krîzên van pirsgirêkan afirandine bandorek mezin li ser jiyana me dike. Ev giştînameya ku êrişa dawîn ya li hember xwendekarane, armanc dike ku xwendekaran di bin zextan de bigirin û serê krîza ku têdeye bigire. Erxwedanên ji xwe re wek tehdîd dibînin. Ji ber vê dixwazin rêxistina me bişkînin.”
 
‘Em vê atmosfera tirsê qebûl nakin’
 
Ozgeyê bi lêv kir ku desthilatdarî ji mezinbûna berxwedana jinan ditirse û ji ber vê jî berê xwe dide kulub û civakên jinan yên li zanîngehan û ev tişt diyar kir: “Ji me ditirsin. Ji ber ku dizanin em dest ji peymana Stenbolê bernadin û dizanin em hemû li qadên 8’ê adarê ne. Dizanin em barîkatan dişkînin û li dijî qeyûman û polîtîkayên zayendperest yên YOK’ê xwe diparêzin. Ji hemû tiştên ditirsin wê bê serê wan. Heta îro me çi kiriye emê ji vir şûnde jî bikin, rêxistinê mezin bikin. Em ê vê atmosfera tirsê qebûl nekin. Em ê xeteke berxwedanê ya bi israr û îstîkrar ava bikin. Em ê zanîngehan azad bikin.”
 
Naveroka giştînameyê valaye
 
Xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Bogazîçî Buse Mîne Lulenler jî destnîşan kir ku der barê bihayên yurdan de di giştînameyê de xebatek şênber cih nagire û wiha bi lêv kir: “Xwendekar niha ji bo pereyên yurdan bidin gelek zehmetiyan dikşînin. Bihêlin yên sektora taybet yurdên dewletê gihiştine bihayên gelek zêde. Di vir de ji bihayên zêde wêdetir dixwazin xwendekarên yurdan bikin kilifên siyasî. Ji ber xwendekarên li yurdê dimînin destur nadin tu faliyetên wan yên siyasî. Dema mirov van li ber çavan digirin dibînin ku ji bo pirsgirêka yurdê tu çareserî tune. Naveroka giştînameyê vala ye. Dixwazin pêşiya faliyetên xwendekaran bigirin. Di bin navê kilifa terorê de tedbîrên elwhiyê zêde dikin û dixwazin pêşî li faliyetên siyasî bigirin. Lê kesên ku ev giştîname nivîsîne wê negihêjin miradan.”
 
Ji bo xwendekarên faşîst destur heye ji bo muxalîfan tune
 
Xwendekara Fakulteya Zanîngeha Marmarayê Elîf Baysal, da zanîn ku bi polîtîkaya dewletê û giştînameya hatiye weşandin re dixwazin pêşî li ber xwendekarên muxalîf û jinan bigirin û wiha axivî: "Dixwazin krîmînalîze bikin û pêşî lê bigirin. Xwendekarên faşîst li dibistanê çalakiyan dikin lê pêşî li wan nayê girtin. Lê ji bo yên muxalîf her tişt qedexeye. Hêza tevgera yekbûyî tê qedexekirin. Ji ber vê jî divê li dijî vê berxwedanek rêxistinkirî pêk bê.”