Hatîce Kiye: Divê her kes li dijî qeyûman bin

  • 09:04 19 Tebax 2022
  • Ramyarî
 
Derya Ren 
 
AMED - Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Hatîce Kiye geşedanên piştî tayînkirina qeyûman û kampanyaya îmzeyan a dane destpêkirin nirxand û da zanîn ku qeyûm li Tirkiyeyê bûye teşeyê rêvebirinê, ev ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye ya hemû civakê ye û divê li dijî vê hes dengê xwe bilind bike. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP li gelek bajaran bi ser ket û şaredariyên ku qeyûman di 2016’an de girtibûn dîsa dewr girt. Lê desthilatdariyê dîsa şaredariyên HDP’ê hedef girt û hevşaredar ji peywirê girtin û xistin girtîgehan. Çawa qeyûm hatin hemû saziyên jinan, yên çand û hunerê girtin, kurs û kreş girtin, tabelayên kurdî rakirin.
 
Kampanya hat destpêkirin
 
Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê di salvegera tayînkirina qeyûman de bi sernavê "Bila bajarê min îradeya min birêve bibe" di 9’ê tebaxê de kampanya da destpêkirin. Kampanya bi lez didome. Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Hatîce Kiye der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Hewldanên mezin hatin dayîn’
 
Hatîceyê da zanîn ku beriya li ser tayînkirina qeyûman bisekinin divê çawa gihiştiye vê pêvajoyê bê nirxandin û got: “Bi hilbijartinên 2014’an re tevgera kurd serkeftinek mezin bidest xist. Jin, ciwan, kal û pîr bi kedek mezin xebitîn DBP’ê 105 şaredarî girtin. Piştî hilbijartinan xebatek mezin hat meşandin. Li her bajarî ji her alî civakê kesî di xebatan de cih girt û ji bo vê jî hewldanek mezin hat dayîn.”
 
‘Pêngav hat avêtin’
 
Hatîceyê bi lêv ku hewcedariyên gel esas hatine girtin, ziman çand û dîrok hatiye parastin û xizmet hatiye dayîn û wiha domand: “Aramamiya ku hawira aştiyê afirandibû xwe li her derê hîs dikir. Di vir de piştgiriya şaredariyan gelek mezin bû. Modela hevserokatiyê ya li cîhanê mînaka wê tunebû, hat avakirin. Ji malên jiyana jinê bigirin heta mîmariya bajar heta çandiniyê bi dehan xebat hatin meşandin.  Desthilatdariya faşîst ya di 2015’an de hilbijartin winda kir, ji bo beka xwe biparêze konsepta şer xist dewrê. Bi vê koasê re bajar hatin hilweşandin û di 11’ê îlon a 2016’a de  di serî de şaredariyên Îpekyolu û Sûrê, qeyûm tayînê şaredariyan kirin û îradeya gel xespkirin. Bi vê jî pêngava ewil avêtin.”
 
‘Bertek hatin nîşandan’
 
Hatîceyê, destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê hedef hat girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi dehan hevserok û hevşaredar hatin girtin. Saziyên ciwanan û jinan hedef hatin girtin. Bajar hatin talankirin û xerakirin. Lê tevgera siyasî ya kurd li dijî vê talan û êrîşê şûnde gav navêtin. Li dijî êrîşan sekinin û talan teşhîrkirin. Gel tevî hemû êrişan û xespkirinê şûnde gav navêt û di 2019’an de dîser  biser ket. Şaredarî ji nûve girtin. Lê dîsa qeyûm hatin tayînkirin.”
 
‘Qeyûm li dijî her tiştê xweş dijmin e’
 
Hatîceyê balkişand ser hedef girtina saziyên jinan û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Modela ku tevgera siyasî dixwest biafirîne, avakirina bajarên ku jiyanek wekhev lê tê jiyîn bû. Guhertina bajaran jî ancax bi azadiya jinan pêkan bû. Tevgera siyasî ya kurd hevserokatî esas girt. Nûneriya wekhev esas girt. Hedefa wan ev bû li her qadê nûneriya wekhev pêk bê. Lê bi qeyûman re hemû destkeftî hedef hatin girtin. Qeyûman li dijî hemû tiştên xweş dijminahî meşand. Bi KHK’yan bi hezaran kes ji kar avêtin. Çawa qeyûm hatin karker ji kar avêtin. Her wiha hedefa qeyûman a ewil jî qadên çand û ziman bûn. Çawayam hemû saziyên çand û hunerê û kreşên zarokan girtin. Navê kurdî guhertin.”
 
‘Bila her kes tevli kampanyayê bibe’
 
Hatîceyê  dawiya axaftina xwe de balkişand ser kampanya îmzeyan û wiha dawî lê anî: “Li Tirkiyeyê qeyûm bûne teşeyê  rêvebriyê. Ev ne tenê pisgirêka HDP’ê ye. Ya hemû civakê ye ya saziyên civaka demokratîk e. Divê hemû kes li dijî pêkanînên qeyûman dengê xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Kampanya me hat asteke diyar. Ji bo bigihêje armanca xwe wê heta 19’ê tebaxê bidome. Hemû kesên li alî aştî û demokrasiyê divê tevli kampanyayê bibin.”