Semîre Saît: Hemû êrîşên Tirkiyê bê encam man

  • 09:03 19 Tebax 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Semîre Saît, têkîldarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê axivî û destnîşan kir ku hemû êrîşên Tirkiyê yên li dijî kurdan bê encam man û got: " Kurd li her parçeyên Kurdîstanê li ber xwe didin.”
 
Artêşa dewleta tirk di 17'ê Nîsana 2022'yan de li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê êrişên berfireh yên hewayî û bejahî dan destpêkirin. Di vê pêvajoyê de Tirkiye gelek caran çekên qedexe jî bi kar anîn. Gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek caran sûcên şer kir. Her wiha li gel êrîşên li ser  Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî rojavayê Kurdistanê jî dest bi êrîşan kir. Li hemberî van êrîşan hem NATO hem jî hikûmeta Iraq’ê û hêzên navneteweyî bêdeng man.  Têkîldarî mijarê rojnamevan Semîre Saît ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Semîre, daxuyand ku êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî herêma Federe ya Kurdîstanê îro nehatine testpêkirin, bi taybetî piştî 98’an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber têkoşîna ji bo azadiya Gelê Kurd da hate dîlgirtin, zêde bûn û li çar parçeyên Kurdîstanê belav bûn. Semîre anî ziman ku armanca Tirkiyeyê qirkkirina Gelê Kurd e û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk bi teybetî her deverekê ku  rêxistinbûn û têkoşîna azadiya Gelê Kurd lê pêş ketiye êrîşên xwe zêde kirin. Êrîşên Dewleta Tirk ên bi çekên kimyewî  li ser qadên parastina Medyayê  di 17’ê Nîsanê de hatin destpêkirin. Lê amadekariya ji bo van êrîşan demeke dirêj bû ku dihatin kirin.”
 
‘Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe êrîş erê kirin’
 
Semîre, bal kişand ser rola hêzên navneteweyî a ji bo êrîşên Tirkiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Li başûrê Kurdîstanê rola PDK’ê hevkarî û alikariya ji bo dewletê Tirk e. Dewleta Iraqê jî bi bêdengiya xwe êrîş erê kirin û bi nesînordarkirina Tirkiyeyê re bû hevkarê wê.  Her wiha gava em behsa demokrasiye bikin, behsa hevpeymanên navneteweyî û sazî û rêxistinên ku qaşo mafên mirovan diparêzin bikin jî mirov dikare bibêje ku bi bêdengiya xwe êrîşên Tirkiyê rewa kirin. Hemû dewlet dibînin ku Tirkiyê bi çekên çawa êrîşî kurdan dike. Ew dewletên ku bêdeng dimîni jî ji bo Tirkiyê bi peydakirina çekan hevkariya van êrîşên li ser kurdan dikin. Eger evqas hevkarî ji Tirkiyeyê re nehata kirin, Dewleta Tirk bi tu şiklî nikaribû di wan êrîşên dagirkirinê a Kurdistanê de pêş bikeve. Hem li qada hewayî û hem jî li  ya bejahiyê bi Tirkiyeyê re hevkarî hate kirin. Bêguman ev êrîş jî ne tenê li ser  Herêma Federe ya Kurdistanê ne. Di heman demê de bi êrîşên li ser Şengal, Mexmûr, Bi van êrîşan xwestin Peymana Lozanê ji nû ve zindî bikin.”
 
‘Hemû êrîşên Tirkiyê bê encam man’
 
Semîre, destnîşan kir ku Tirkiyê roj bi roj ber bi şikestinê ve diçe û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de bi teknîka pêşketî û çekên giran bi hemû hêza xwe êrîşî gerîla dike. Lê nikare encamekê bi dest bixe. Dewleta Tirk roj bi roj ber bi têkçûyînê ve diçe. Lê ji ber ku têkçûnê qebûl nake êrîşî deverên din dike. Lê HPG’ê bi belge û daxuyaniyên xwe ku parve kirin, nîşan da ku Dewleta Tirk di çi astê de ye. Tirkiyê di nav kaosek mezin de ye û nikare li cenazeyên xwe jî xwedî derkeve. Ev jî nişan dide ku wê êrîşên Tirkiyê demek dirêj berdewam nekin. Heta ku êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bi dawî nebin wê aramî neyê Rojhilata Navîn.  Erîşên dewleta tirk li hemberî Herêma Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî berdewam in û ev dewlet di heman demê de  bi êrîşên xwe re xwezaya Kurdistanê jî qir dike.”
 
‘Hikûmeta Iraqê dualî nêz dibe’
 
Semîre, diyar kir ku hikûmeta Iraqê li dijî êrîşên Tirkiyê dubendiyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî mînak di rojên derbasbûyî de nerazîbûnek mezin li dijî komkujiya Zaxoyê pêk hat. Hikûmeta Iraqê jî nerazîbûnek li dijî vê komkujiyê nîşan da. Yanî hikûmeta Iraqê û bi teybet desthîlatdariya Kazimî di warê van êrîşên Dewleta Tirk de dualî nêz dibe. Bi peymana li ser Şengalê ku di navbera hikûmeta Kazimî û PDK’ê de hate kirin re xwestin îrade û rêveberiya li Şengalê ji holê rakin.  Li dijî êrîşên Tirkiyê ji aliyê gelên Iraqê ve nerazîbûnek mezin heye. Hikûmeta Iraqê ji bo parastina berjewendiyên xwe bi awayekî fermî nerazîbûnên xwe nîşan nade. Naxwaze pêşiya Dewleta Tirk bigire an jî nikare dewleta tirk tawanbar bike. Di armanca Tirkiyê de ne tenê Gelê Kurd, bi giştî gelên Rojhîlata Navîn jî hene.”,
 
‘Tirkiyê li başûrê Kurdîstanê sîyasetekê dabeşker dimeşîne’
 
Semîre, diyar kir ku Tirkiyê sîyaset û parçebûyîna Iraqê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha axivî: “Tirkiyê li başûrê Kurdîstanê sîyasetekê dabeşker dimeşîne. Li dijî van êrîşan her bêdengîya Iraqê rêyekê din ji bo êrîşkirina Tirkiyê vedike. Helwestên ku digire jî tenê li ser kaxiz û bi gotinê dimînin. Ango helwestek cidî nîne ku pêşiya van êrîşan bigire. Bi giştî Iraq niha bi xetereyeke mezin re rûbirû ye. Ji aliyek ve Îran êrîş dike ji aliyek ve jî Tirkiyê êrîş dike. Heke pêşiya van êrîşan neyê girtin wê alozî û pirsgirêkên di nav Iraqê de kûrtir bibin. Sîyaseta Iraqê bi giştî di bin kontrola dewletên din de ye.”
 
‘Li dijî êrîşan berxwedanek bêhempa tê dayîn’
 
Semîre, daxuyand ku Tirkiyê tu carî êrîş û komkujiyên ku pêk tîne qebûl nake û got: “Ewqas li Rojava êrîş û komkuji kırın lê belê ligel hemû belgeyan jî ew qebûl nekirın. Gelek caran çekên kimyewî bi kar anîn lê tevî piştrastkirinan jî ne hêzên navneteweyî ne jî Tirkiye ew qebûl nekirin Erdnîgariya Iraq û Başûr xwedî taybetmendiyek dewlemend e. Tirkiyê wan dewlemendiyan jî ji bo xwe bi kar tîne. Armanca Tirkiyeyê hemû deskeftiyên Gelê Kurd bi giştî ye. Ango bejewendiyên hemû hêz û dewletan di vê de heye. Lê li dij îvan hemû êrîşan berxwedaneke bêhempa ya Gelê Kurd heye."
 
‘Li başûrê Kurdîstanê MÎT tê perwerdekirin’
 
Semîre, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkîlîyên MÎT’ê yên li başûrê Kurdîstanê û wiha got: “Li Başûr têkîlîyên MÎT’ê gihiştine lûtkeyeyê û herêm hatiye dorpêçkirin. Li başûrê Kurdîstanê MÎT tê perwerdekirin. Li herêmê ji bo berjewendiyên Tirkieyê êrîş dikin.  Têkiliya Mîtê tenê ne bi Başûr re  sînordar e li Rojava jî komên wan hene  Karê xwe jî hemû li ser dagirkirin û êrîşan dimeşînin. Bi taybet li başûrê Kurdîstanê bi destê MÎT’ê gelek welatparêz û sîyasetmedar hedef tên girtin. Bi van komkujiyan jî tê xwestin ku çavên welatparêzan were tirsandin û tirs û xofê bikin nava wan. Lê ji vê tu encam bi dest nexistine."
 
‘Kurd xwedî li netewa xwe derdikevin’
 
Semîre, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êdî Gelê Kurd li her parçeyên kurdistanê di berxwedanê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî “Li Silêmanî an jî li gelek bajarên başûrê Kurdîstanê li dijî êrîşên Tirkiyê nerazîbûnek heye. Her wiha Gelê Ereb jî nerazîbûnên xwe tîne ziman. Tirkiyê bi fîzîkî nikare bi ser bikeve lewra li Başûr jî şerekî derûnî û taybet dimeşîne. Aliyê wî şerî yê herî şenber jî MÎT e. Tevî van yekan jî nikare encaman bidest bixîne. Ji ber ku êdî kurd bindestiyê qebûl nakin û li her çar parçeyên Kurdîstanê li ber xwe didin. Eger ku li bakûrê Kurdîstanê di newrozê de bi mîlyonan kurd bi rihê neteweyî xwedî li hebûna xwe derdikevin li hemû parçeyên Kurdîstanê jî bi şêweyên cuda kurd xwedî li hebûna xwe derdikevin. Gelê Kurd ne tenê niha, gelek caran bi qirkirinê ve rûbirû maye. Hemû belgeyên wan qirkirinan hene lê nayên dîtin. Heke li cîhanê demokrasî hebûye tevî hemû van belgeyan ew komkujiyên li ser kurdan wê bihata naskirin.  Wê demê jî wê kurd ji aliyê dewletan ve nehata qirkirin.”