'Li hemberî êrişan dê bi ruhê 19'ê Tîrmehê li ber xwe bidin'

  • 09:02 19 Tebax 2022
  • Rojane
 
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Siyasetmedar Firyaz Berkel êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatî şermezar kir û got: "Bêdengiya heyî rê li ber êrişan vedike. Ji bo me têkane rê serkeftin e." Siyasetmedar Cîhan Derwîş jî got: "Şoreşa ku bû çirûska azadî û vejînê, dê dîsa bibe têkbirina dagirkeriyê û serfiraziya Gelê Kurd."
 
Di encama êrişa ku di 16'ê tebaxê de li hemberî navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê, gundewarê navçeya Til Temirê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, 5 gundên rojavayê bajarê Girê Spî pêk hatî de zarokek jiyana xwe ji dest da û gelke kes jî birîndar bû. Êrişên ku pêk hatî ji hêla gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin şermezar kirin. Derbarê êrişên ku pêk hatî de Cigira Hevseroka Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweser ya Kantona Kobanê Firyaz Berkel û Hevseroka Desteya Jin a Herêma Firatê Cîhan Derwîş ji ajansa me re axivîn.
 
'Rê li ber êrişan vedikin' 
 
Firyaz Berkel, di axaftina xwe de bertek nîşanî êrişan da û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em êrişên Dewleta Tirk a wan rojên dawiyê de li hemberî Kobanê pêk hatî qebûl nakin û şermezar dikin. Ev êrişên li hemberî herêmê nîşan dide Amerîka û Rûsiya hevpar in. Bi erka xwe ya fermî ranabin, di heman demê de eger rê ne daba Dewleta Tirk ev êrişa li hemberî Kobanê pêk nedihat."
 
Projeya guhertina demokrafiyê 
 
Firyazê di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser armanca hedef girtina Dewleta Tirk: "Dewleta Tirk ne tenê pêkateyekê hedef digire hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye hedef digire. Di hedefa Tirkiyeyê de Qamişlo, Amûdê, Tirbesipiyê, Til Rifet, Zirganê, Til Temir û Kobanê heye. Di encama êrişên dawiyê de hem zirarên madî û hem jî yên ziyanî çêbûn. Di heman demê de jî welatî birîndar bû, armanca dewleta tirk guhertina demografîk e. Çawa li Efrîn û Girê Sipî guhertinek pêk anî, dixwaze li wan cihên aram jî projeyê xwe guhertinê bimeşîne. Ji bo me jî tekane rê têkoşîn e û yan serkeftin an serkeftin.”
 
'Gel dê li hemberî topan li ber xwe bidin'
 
Cîhanê Derwîş, diyar kir ku demên dawiyê gefên dewleta tirk a li hemberî herêmê zêde bûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev êrişa Dewleta Tirk a li hemberî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe girantir dibe. Weke ku li Şehba, Amûd, Dirbasiyê, Tirbesipiyê, Til Temir û Kobanê pileyên êrişan zêde bûye. Di 16’ê tebaxê de me dît ku Dewleta Tirk bi rengekî hovane êrişî Kobanê kir. Di encama êrişê de 6 kes birîndar bûn û zarokek jiyana xwe ji dest da. Ji xwe gel ê Kobanê çawa bi berxwedaniyeke dîrokî li hember DAIŞ’ê sekini û şikand, dê bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê gelê Kobanê li ber tang û topên dagirkeriyê li ber xwe bidin.”
 
'Em ê bersiva êrişan' 
 
Cîhanê, da zanîn ku dê bi rihê 15’ê Tebaxê, bi têkoşîna jina azad û berxwedana gelê Kobanê dê tola xwe rakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa ku bû çirûska azadî û vejînê, dê dîsa bibe têkbirina dagirkeriyê û serfiraziya Gelê Kurd. Bi hemû pêkhateyan em ê bibin bersiva êrişan."