‘Hejmara kesên bi koronayê herî kêm çar kat zêde ye’

  • 09:06 18 Tebax 2022
  • Rojane
AMED - Hevseroka SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak da zanîn ku li Amedê hejmara kesên bi kovîdê dikevin zêde bûye û hejmara nexweşan 4 kat zêde ye.
 
Ji roja ku li cîhanê vîrusa  korona (Covîd -19) hat dîtin şûnde ji dawiya sala 2019’an şûnde bi mîlyonan kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê tê gotin ku ji ber vîrusê 100 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê di navbera 1-7’ê Tebaxê de 380 kesî jiyana xwe ji dest daye û hejmara nexweşan 226 hezar û 532 ye. Li gorî pisporan jî hejmar hîn bêtir zêde ye.
 
Yek ji bajarên ku hejmar lê zêde bûye Amed e. Hat diyarkirin ku di beşa giran a Nexweşxana Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê de 40-50 kes hene. Hejmara kesên li dijî vîrûsê aşî dikin jî her diçe kêm dibe û ji her sê kesên testê dikin jî yek pozîtîf e.
 
Hevseroka SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak der barê tedbîr û bûyeran de tedbîran de nirxandin kir.
 
Hejmar hîn zêdetire
 
Yildizê da zanîn ku li hemû bajaran hejmar zêde bûye û li Amedê jî demên ku herî zêde nexweşî zêde dibe meha Tîrmeh û Tebaxê ye û got: “îsal jî wisa bû. Di meha Tîrmehê de hejmar zêde bûn. Roj bi roj hejmar zêde bûn. Li seranserê Tirkiyeyê hejmar zêde bûne. Lê derfetek wê heye ew jî nexweşî zivik derbas dibê. Bawerim ev jî ji ber aşiyane. Lê mixabin hejmara kesên testê dikin gelek kême. Niha hejmara bûyeran pîke lê ger em kesên testê nakin bisekinin ev hejmar çar kat e.”
 
Tedbîr qelsin
 
Yildizê diyar kir ku di pêvajoya ku vîrus destpêkiriye nexweşî giran derbas dibû û wiha daxuyand: “Sedema vê jî ev bû ku beden hîna ev vîrus nas nedikir. Tedbîr gelek qelsin. Ji ber vê jî mirin jî zêde ne. Bi aşiyan re nexweşî zivik tên derbas kirin. Lê ev nayê wateya ku kovîd qedyaye. Hejmar zêde dibe. Her roj vîrus xwe nû dike.”
 
Navbera fîzîkî ferze
 
Yildizê bi lêv kir ku demên dawî de gelek kesên nîşaneyên vîrûsê dihewînin, testa wan negatîf dertê û di vê mijarê de jî wiha nirxandin kir: “Demên ewil de carna test pozîtîf carna jî tevî ku nîşane hebûn negatîf derdiketin hebûn. Divê em wan jî wek kovîdî binirxînin. Her wiha kesên kovîd zivik derbas kirine û aşîne nebûne jî gelek zêde ne. Kes dikarin vê wek şewbê jî bifikirin. Ev nîşane bi kovîdê re jî hene. Hun dikarin kovîdê zivik derbas bikin lê ev li pêş aşiyê ne astenge.Divê kes li navbera fîzîkî jî baldar bin.”
 
‘Nêzî 40-50 nexweş razane’
 
Yildizê her wiha got ku li Tirkiyeyê xwenegîhandine hejmara rast û wiha pê de çû: “Em xebatkarên tenduristiyê li gorî çavdêriyên xwe dibêjin. Mixabin em xwe nagihînin daneyan. Em ji hevalên xwe hejmaran digirin.Meha Tebax û Tîrmehê de li Amedê dema pîk tê jiyîn. Li beşên giran nêzî 40-50 nexweş hene.  Salên borî jî wisa bûn.  Divê kovîd cidî bê girtin. Bandora aşiyê gelek girînge. Divê dozên din bên kirin. Divê aşî neyê îhmalkirin û li navbera fîzîkî baldar bin.”