Bedriye Înedî: Divê herkes bibe dengê girtiyan

  • 09:04 18 Tebax 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Bedriye Înedî ku kurê wê Celal Înedî yek ji gritiyên nexweş û 4 sal in girtiye, destnîşan kir ku ne tenê malbatên girtiyan divê herkes li dijî rewşa girtiyan rabe ser piyan û bibe dengê girtiyan.
 
Binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe bi rêbazên cûr bi cûr xwe dide der. Bi taybetî di vê pêvajoya ku girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan, girtiyan dixin hucreyên yek kesî û mirina girtiyan a bi guman jî her ku diçe zêdetir dibe. Malbatên girtiyan, sazî û dezgehên sivîl û yên hiqûqî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan û bi taybetî jî ya girtiyên nexweş roj namîne ku banga hestiyariyê nakin.
 
Yek ji girtiyên nexweş jî  jî Celal Înedî ye. Celalê ku nexweşê gurçikê ye 12 sal ceza lê hatiye birîn û 4 sal in jî girtî ye. Celal li Girtîgeha Şirnexê dima û ji ber ku li dijî muameleya kêfî ya li hemberî girtiyan derket sirgunê Girtîgeha Afyonê hat kirin. Dayika Celal, Bedriye Înedî daxuyand ku kurê wê di pêvajoya girtina xwe de gelek caran sirgûnî bajarên dûr hatiye kirin û got: “Zilmeke mezin li kurê min û li me dikin. Tu tiştekî wî jî nedîtin û bêbextî li kurê min kirin.  Bi van bêbextiyan bi salan ceza dan kurê min. Kurê min piştî ji Girtîgeha Şirnexê hate sirgûnkirin min ew nedîtiye. Ji ber ku derfetên me yên ji bo hevdîtinê nînin. Bi salan e nikarim wî bibînim û ji tendirustiya wî jî bi fikar im.”
 
‘Dengê girtiyan bibîhîzin’
 
Bedriye, anî ziman ku divê girtiyên nexweş tedawiya wan were kirin û destnîşan kir ku li cîhanê mînaka zilma ku dewlata Tirk  li girtiyan dike tune ye. Bedrîye, got: “Kurê min rewşa girtigehan û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan radigihîne û bang dike ku bila dengê wan bibîhîzin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û bi vî şiklî êrîşeke mezin li girtiyan tê kirin. Gelek caran kurê min xistin hucreya yek kesî. Dermanê girtiyan nadin wan û girtî ji mafên xwe bêpar tên hiştin.”
 
‘Girtiyan dikujînin’
 
Bedriye, diyar kir ku kurê wê bi koronayê ketiye lê wî dîsa xistin e qawişê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Celal gelek bi fikar bû ku hevalên wî jî bi koronayê bikevin. Bi telefonê li me geriya ku dengê wan were bihîstin. Li girtiyan zilmê dikin. Her wiha mirina girtiyan jî zêdetir dibe. Piştî ku girtî dimirin dibêjin wan xwe kuştiye. Girtî xwe nakujînin, ew wan dikujînin. Kurê min dibêjê tim bi ser qawîşên wan ve tê girtin û eşyayên wan tên desteser kirin. Her wiha îşkence li wan tê kirin. Girtiyên ku li dijî vê muameleya xirab derdikevin jî derdixin dixin yek hûcreye.”
 
‘Bêdeng nemînin’
 
Bedriye, destnîşan kir ku divê ne tenê malbatên girtiyan herkes ji bo girtiyan rabe ser piyan û wiha dawî liaxaftina xwe anî: “Divê em bibin dengê girtiyên xwe. Em bi dengderxistinê dikarinê dikarin heq, hiqûq û edaletê bi dest bixin û mafên girtiyan misoger bikin. Rayedar û hikûmet ji bo rewşa girtiyan kerr û lal in. Ne xema wane. Jixwe ew wan dixin wê rewşê.”