Bi 9 kelepçeyan Cemîleyê birin îfadeyê: Ez ê 'Nobeta Edaletê' bidomînim

  • 12:07 17 Tebax 2022
  • Rojane
 
Gulistan Dursun
 
STENBOL - Çalakvana "Nobeta Edaletê" ya Stenbolê Cemîle Karakaş ku polîsan 9 kelepçeyên plastîk li destê wê kirin û bi saetan wisa hiştin. Cemîle li dijî êrişan peyama biryardariya têkoşînê da.
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Stenbol, Amed, Îzmîr û Wanê pêk tê didomin. Malbatên ku tevlî çalakiyê dibin ji bo girtiyên siyasî banga hestiyariyê dikin. Çalakiya li Stenbolê ligel êriş û astengiya polîsan bi biryardarî didome. Bi dehan caran malbat bi lêdanên hatin binçavkirin. Malbatên girtiyan di her çalakiyên xwe de biryarbûna xwe ya domandina çalakiya "Nobeta Edaletê" tînin ziman. 
 
Di êrişa li dijî çalakiya ku malbat xwestin li Qada Şîrînevlerê pêk bînin de, polîsan 9 kelepçeyên plastîk li destê dayika Xemgîn Karakaş a sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hatî kirin, Cemîle Karakaş kirin. Yek ji detayên balkêş ên li qada çalakiyê jî hebûna Midûrê Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgeha Stenbolê Muhammed Henîfî Zengîn e ku di dema binçavkirinê de jinek tacîz kiribû û di medyaya dijîtal de hatibû eşkerekirin, di çalakiya Qada Şîrînevlerê de serê Cemîleyê girt, demek dirêj li erdê hişt bêbêhn hişt. Cemîle derbarê vê rojê de ji ajansa me re axivî. 
 
'Kurê min sirgunê Afyonê kirin'
 
Kurê Cemîleyê 4 sal in girtiye û Cemîle wiha behsa rewşa kurê xwe kir: "Kurê min sirgunê Afyonê kirin û bi îşkenceyên curbicur re rûbirû ma. Di dema sirguniyê de gardiyan bi qayişê ku xistin qirika wî bi seaten îşkence lê kirin. Di necamê de guhê kurê min ziraz dît. Bi zanetî polîtîkayên sirguniyê dikin û ji bo ku malbat dûrê girtiyan bikevin. Bi her awayî em pirsgirêkan dijîn. Di hêla madî û manewî de jî em zehmetiyan dijîn."
 
'Bila malbatên girtiyan piştevaniya me bikin'
 
Cemîle bi bîr xist ku ji bo dawî li îşkence, bêhiqûqî û tecrîdê bîne bi malbatên girtiyan re "Nobeda Edaletê" li dar xist û wiha got: “Em her hefte 'Nobeda Edaletê' li dar dixin da ku zarokên me rastî van îşkenceyan neyên. Em ê berdewam bikin çalakiya xwe. Dengê me digihê hemû cîhanê, ma naçe malbatên girtiyan? Her hefte îşkenceyê li me dikin û di bin çavan de digirin. Em dixwazin malbatên girtiyên din jî piştgiriyê bidin çalakiya me." 
 
'Serê min li qoltixa maşîneyê xistin'
 
Cemîle diyar kir ku di hefteya 21'emîn a nobeda de malbatên girtiyan bi îşkenceyên giran re rûbirû ma, der barê wê rojê de ev tişt gotin: "Hemû cîhan şahidê îşkenceyê bû. Polîsan 9 kelepçeyên plastîk danîn destê min. Rûyê min li erdê xist û lingê xwe da ser serê min. Dema îşkence li min dikir got, 'Ez li Komara Tirkiyeyê me, dewlet im. Were kî wê te xilas bike, bila were te xilas bike'. Îşkenceya di hundirê maşîneyê de berdewam kirin. Polîseke jin a ku temenê wê neviya min bû bi porê min girt û gelek caran serê min li qoltixa maşîneyê xist."
 
'Bi 9 kelepçeyan min birin îfadeyê'
 
Cemîle di axaftina xwe de wiha bal kişand kontora bijîşkan: "Min ji bijîşkê re got 'Eger wijdana te hebe tu yê raporê rast bidî min'. Dema ji min re got 'Çi ye', min destê xwe yê yên neh kelepçe li ser heyî nîşan da. Wî ji min re got, 'Ez tiştek nabînim' û raporek nivîsand û ez ji odeyê derxistim. Piştî kontrola tenduristiyê kelepçeyên hevalên min derxistin lê belê yên min venekirin. Bi 9 kelepçeyan min birin îfadeyê." 
 
'Bila dawî li îşkenceyan bînin'
 
Cemîle da zanîn ku ji ber keleqçeyê destê min werimîn û reş bûn û got: "4 saetan zêdetir kelepçe di destê min de ma. Behna min çû, dilê min diesiliya. Piştre destê min bi du kelepçeyan li pêş girêdan. Di îfadeyan de ji min pirsîn 'Tu çima diçi çalakiyê'. Min ji wan re got ez dayik im, ez ji bo mafê kurê xwe diçim û ez dixwazim dawî li îşkenceyan bînin."
 
'Qêrîna dayikan bibhizîn'
 
Cemîle di dawiya axaftina xwe de wiha bang li araya giştî kir: "Bila her kes van qêrîna dayikan bibihîze. Em dibêjin êdî bes e. Zarokên me bêguneh girtî ne. Hemû qatil û tecawizkar li derve ne, zarokên me bêguneh in. Ji ber vê yekê ez bang li Gelê Kurd û malbatên girtiyan dikim. Bila zarokên me serbest bên berdan. Em tenê edaletê dixwazin. Em mirina zarokên naxwazin. Bila êdî paşguh nekin, hestiyar bin û piştgiriyê bidin me. Çi dibe bila bibe ez ê ji bo kurê xwe û hevalên wî yên girtî têbikoşim. Heta kurê min û hevalên wî bên berdan dê têkoşîna min bidome."