Dayika Îpek Er: Birîna dilê min dê heta mirinê bi min re be

  • 11:11 17 Tebax 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ÊLIH - Dayika Îpek Er Hakîme Kilinç, bertek nîşanî bêzezahiştina Mûsa Orhan da û got: "Êşa min hîn jî wek wê rojê ye. Birîna dilê min dê heta mirinê bi min re be. Ez dixwazim edalet pêk bê. Ez bang li raya giştî dikim ku xwedî li doza keça min derkevin."
 
Îpek Er ku li navçeya Qûbîna Êlihê dijiya, di 7'ê tîrmeha 2020’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabû, der barê derstdirêjiya çawîşê pispor Mûsa Orhan de gilî kiribû. Tecawizkar Mûsa nehat girtin. Îpek jî di 16’ê tîrmeha 2020'an de hewlda ku dawî li jiyana xwe bîne. Îpek derbarê serpêhatiyên xwe de nameyek li pêy xwe hiştibû. 
 
Îpek di nameya xwe de wiha gotibû: 
 
“Mûsa Orhan xeyal, jiyan û hêviyên min şewitand, min qirêj kir û dinya li min wêran kir. Dilê min diêşe ez êdî nikarim… Min tehdît kir. Ji min re digot eger tu ji malbata xwe re bêjî ez ê te bikujim. Niha hewce nake ku ez bitirsim ji ber ku ez ê bimirim... Mûsa Orhan tecawizê min kir. Porê min girt û min ji erdê kaş kir û got 'Kes ji te bawer neke. Tu bê xwedî yî'. Çi sûcê min hebû. Û înkar jî kiriye. Ew jiyan û hêviyên min tune kir… An Mûsa min bikuşta an jî min ê xwe bikuşta.” 
 
Îpek a ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê, di 18’ê tebaxa 2020’an de ango piştî 34 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna dozgeriyê de Mûsa Orhan di 16’ê tîrmehê de hatibû binçavkirin û piştî îfadeyê wî sewqî dozgeriyê kirin û li vir bi biryara şerta kontrola edlî hat berdan.
 
Serdozgeriya Komarê li hember vê biryarê nerazîbûn nîşan da, lê belê îtîraz nehat qebûlkirin. Di 27’ê tîrmeha 2020’an de îdianame hat amadekirin. Dema ku îdianame ji ber kêmasiyê hat vegerandin, Serdozgeriya Komarê li dijî vê biryarê îtîraz kir û dema îtîraz hat qebûlkirin, dozgeriyê li gel îdianameyê daxwaza girtineke din kir. Bi zextên medyaya dijîtal lêpirsîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve bi dawî bû, dadgehê îdianame û daxwaza girtinê qebûl kir. Der barê Musa Orhan de biryara girtinê da. Piştî bertekên medyaya dijîtal Mûsa Orhan hat girtin û şandin girtîgehê. Parêzerên Mûsa Orhan li dijî biryarê derketin, 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê biryara îtirazê di cih de dît û di 25’ê tebaxa 2020’an de bi hinceta “gumana revê tune ye” ji girtîgehê tahliye bû.
 
Danişîna dawî ya doza ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê di 3'yê kanûna 2021’ê de bi îdîaya "Êrişa zayendî" der barê tecawizkar Mûsa Orhan de hatibû vekirin, hat dîtin. Dadgehê li gorî xala 102/2 ya Qanûna Cezayê ya Tirk ji bo tecawizkar Mûsa Orhan bi îdiaya "Êrişa zayendî" 12 sal cezayê girtîgehê birî. Di biryara der barê kiryar de bi hinceta "Dibe ku bandoreke neyînî li pêşeroja wî bike" û bi awayekî rêkûpêk beşdarî hemû rûniştinan dibe, di danişînê de "Rewşeke baş nîşandaye" ceza daxist 10 salan. Her wiha biryar hat dayîn ku tecawkar Mûsa gumana revê jî tune ye, biryara bêyî girtina wî bi pêkanînên tedbîrên edlî bê darizandin hat dayîn.
 
Dayika Îpek, Hakîme Kilinç a ku di salvegera mirina keça xwe de bi telefonê em pê re axivîn. 
 
‘Ez dev ji dozê bernadim’
 
Hakîme, anî ziman ku êşa dilê wê hîn wek heman rojê ye û got: “Ez her roj ji bo keça xwe digirîm. Her roja min bi giriyê derbas dibe. Birîna dilê min dê heta mirinê bi min re be. Heta ez saxbim dê ev dilê min ji bo keça min bişewite. Divê ev kes bê girtin û cezayê herî giran lê bihata birîn. Pêwîste her kes xwedî li mafê keça min derkeve û bêdeng nebîne. Divê dewlet jî xwedî keça min derbikeve û cezayê herî giran divê bitin tecawizkar."
 
‘Bila edalet pêk bê’
 
Hakîme, bertek nîşanê berdana Mûsa Orhan û cezayê ku lê hatiye birîn da û wiha axivî: “Bila ev kes bê girtin û cezayê gelek giran lê bê birîn. Ev cezayê ku lê hatiye birîn ne bi edaletî hatiye dayîn. Bila cezayê herê giran bidin wî ku bila êdî kezeba dilê dayik û zarokên wan neşewite. Ez naxwazim dilê tu dayikek wek ya min bişewite. Heta ku ez saxbim ez ê xwedî li vê dozê derkevim. Keça min zarok bû û bê sûc bû. Ji ber wî dawî li jiyana xwe anî. Ev rewşek gelek giran e. Tu carî ev bê hiqûqû û bêedaletî nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku dewlet piştevaniya me bike." 
 
‘Bila gora min li kêla gora keça min çêkin' 
 
Hakîme, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heta dawiyê ez ê xwedî vê dozê derkevim. Ger ev kes neyê girtin ez li şûna xwe nasekinim. Hîn ew kincên keça min ên bi xwîn di qefesa min de ye. Ez ê tim wan veşêrim û destûrê nadim ku ev doz bê girtin. Ger ku ez mirim bila min li kêleka gora keça min defin bikin û bila wê demê her kes bê ser tirba min.”