Fîgen Altindag: Em ê xeyalên ku nîvco mayî temam bikin

  • 09:03 17 Tebax 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag, di salvegera 3’yem a tayînkirina qayûman de bal kişand li ser armancên sîstemê û got: “Ne xebata di nava 4 dîwaran de, xebata di nava gel de girîng e. Em di nava gel de erka xwe berdewamdikin. Em ê xeyalên ku nîco mayî temam bikin."
 
Ji salên 2016’an ve qayûm di rojeva me de ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 31'ê adara 2019’an de 65 şaredarî bi dest xist. Ji şaredariyên hatine girtin, 3 jê bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe, 12 bajarok hebûn. 6 mazbeteyên hevşaredaran nehat dayîn û qeyûm tayînê 40 şaredariyên HDP'ê kirin. Her wiha beriya HDP'ê jî, ji 102 şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, qeyûm tayînî 96 şaredariyan hatibû kirin. 
 
Yek ji bajarên mezin ku di 19’ê Tebaxa de qayûm hatibû tayînkirin Mêrdîn bû. Di salvegera sêyem ya xespkirina vîna gel de hevşaredara HDP’ê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag derbarê pêvajoyê de axivî.
 
‘Qayûm li dijî jinan êrişek bû’
 
Fîgen, piştî navberekî dirêj beriya 3 salan cara dûyem bi tayînkirina qayûman vîna bi milyonan gel hate xespkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Yek ji wan Mêrdîn bû. Demek dirêje di nava HDP'ê de pergala hevserokatiyê heye û wisa tê birêvebirin. Li dijî vê sîstemê û bi taybetî jî li hemberî jinê êrişek pêkhat. Armanca yekem desteserkirina destkeftiyên jinan bû. Divê li ser vê bingehê mijar bê nirxandin."
 
'Rê li ber jinan hat girtin' 
 
Fîgen, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser helwest û hişmendiya qeyûman: "Dema qeyûm hatin tayînkirin di serî de kedkarên HDP’yî ji kar dûrxistin. Piştre jî dest bi girtina komeleyên çand, ziman û jinan kirin. Bi taybetî jî li ser astengkirina xebatên jinan rawestiyan. Ji xwe herî zêde di hêla binpêkirina mafên jinan de partiya me di nav têkoşînê de bû. Ji ber vê yekê qeyûm di serî de berê xwe da sazî û dezgehên jinan. Jinên ku dikarî pirsgirêkên xwe îfade bike û rêya çareseriyê bigire rê li ber wan hat girtin. Niha çend sazî hene lê baweriya jinan bi wan saziyan nayê. Her wiha serlêdana jinan a wan saziyan jî gelek kêm e, ji ber ku ne bawerin ku encamê jê bigirin."
 
Armanca girtina saziyên jinan... 
 
Fîgen, daxuyand ku komeleyên wek Gulşîlav, Çîçek, Nûda û yên din hatin girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li şaredariyan Daîreyên Polîtîkayên Jinan hebû. Li dijî hişmendiya zayendperest di nav têkoşînê de bû. Ji hêla şaredariyan ve atolyeyên perwerdê dihatin organîzekirin, atolye bi armanca têkoşîna rê û rêbazên li dijî hişmendiya zayendperestiyê dihatin organîzekirin. Her wiha kursên nexş û neqaşên destan jî hebûn. Ev xebat li dijî dûrxistina jinan a ji civakê dihatin kirin. Bername, xebat û plan ji bo jinên ku di nava civakê hatine tunehesibandin, hatin kirin. Hîna şaredariyên me yên xebatê didin meşandin hene. Em xebatên wan jî dişopînin. Her wiha em dikarin bêjin xebatên perwerdeya zimanê zikmakî ji bo me di rêza yekem de bû. Komeleyên me û cihên me yên perwerdê hebûn. Mêrdîn cihek rengîn e, di nava xwe de gelek ol, ziman û netew dihewîne. Di bajarek wisa di bin banê rêxistinek gotina jinê esas digire de xebitîn cihê rûmetê ye.”
 
‘Em li dijî xebata di nav 4 dîwaran de nin' 
 
Fîgena ku beriya tayînkirina qeyûman 4 mehan xebitî, niha jî li qadan xebatên xwe didomîne û got: "Çend qeyûm hatin tayînkirin jî xebatên me yên di nav civakê de didomin. Ji xwe em li dijî xebata di nava 4 dîwaran de ne, pêwîste şaredarî di nav gel de be. Xebatên me jî li gorî modela me berdewam dike. Pêwîstiya me bi fikrê gel heye û divê em di nava civakê de di nava danûstendinê de bin. Em bi jinan re mil bi mil dixebitin. Em piştgirî didin pêkhateyên jinan. Li Mêrdînê Platfora Jinan a Şahmaranê heye, em bi dilgermî xebatên wan himbêz dikin û weke kes jî beşdar dibin."
 
‘Em ê dev ji têkoşîna xwe bernadin’
 
Fîgen, destnîşan kir ku dê her tim têkoşîna me bidome, xebatên ku nîvco mayî dê temam bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema me şaredarî ji qayûmê girt, hindirê wê vala bû di bin deynan de mabû. Em bûn şahid ku kedkarên şaredariyê bi mobîngê û neheqiyê re rûbirû mane. Çend demek kurt jî şaredarî ket destê me jî, me li gorî hişmendiya xwe xebatên xwe kir. Bê guman projeyên me yên mezin jî hebûn. Xeyalên me yên li gor bejwendiyên gele me hebûn. Lê belê divê bêzanin ku em ê careke din şaredariyên xwe bi dest bixin û em ê xeyalên xwe yên nîvço mayî temam bikin. Em dev ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin. Em ê bibin layiqê gel û bibin layiqê têkoşîna jinê. Em hêsanî dev ji van qadan bernadin. Em ê tim li vir bin."