Parêzer Gevriye Atli: Werin em bi hev re Gulîzarê biparêzin

  • 12:21 16 Tebax 2022
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Parêzer Gevriye Atli, derbarê dosyaya Gulîzar Karaman a rastî êrişa Azîz Karaman hatî û ji mirinê rizgar bûyî de diyar kir ku ji ber sedema polîtîkayên bêcezahiştinê hatiye vê rewşê û got: "Di 2'yê îlonê de danişîna dozê heye û ez bang li hempîşeyên xwe dikim ku xwedî li dozê derkevin. Divê em guh bidin gotina Gulîzarê 'min bi tenê nehêlin’. Em wê bi tenê nehêlin."
 
Gulîzar Karaman a dayika 6 zarokan e, di 30'ê gulanê de li Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrişa bi çekdarî hat. Gulîzar bi giranî birîndar bû. Êrişkar Azîz Karaman 11 roj şûnde hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê derbarê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "teşebusa kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevsera xwe" îdianame amade kir. 
 
Derbarê pêvajoya hiqûqê de parêzera Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Amedê Gevriye Atli axivî û bang li hempîşeyên xwe kir. 
 
'Biryareke sosret e' 
 
Parêzer Gevriye di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dosyayê û got: "Gulîzar ji aliyê Azîz Karaman ve bi sê guleyan hate birîndarkirin. Raste rast ji bo mirina wê ev êriş pêk anî. Ligel vê ji mixabin serdozger ne li ser kuştinê, li ser birîndarkirinê doz vekir. Biryarek sosret e. Piştî hevdîtinên me, Dadgeha Cezayê Asliyê îdaname vegerand. Dadgeha Cezayê Aslî jî li ser van yekan nivîsandina îdanameyê vegerand. Serdozger jî li dijî biryarê derket û li ser îtîrazê ku hat kirin dosya ji 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand. Me hêvî dikir ku ev şaşiya hatiye kirin li Dadgeha Amedê de were sererastkirin. Lê mixabin li ser heman biryarê hate rawestîn û ev weke 'birîndarkirin' derxistin pêşiya me.”
 
‘Ji bo mirinê pêwîste çi were kirin?' 
 
Gevriye li ser birayara dozgeriyê rawestiya û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo ku bibe mirin pêwîste hîna çi were kirin? Gulîzar niha bi sê guleyên li laşê wê ketine dijî lê bi zorê jiyan xwe ya rojanê didomîne. Ji wan guleyan yek jê hîna di laşê wê de ye. Ji ber nêzî siniran ketiye tu bijîşk rakirina guleyê pêşniyar nakin. Hîna jî metirsiya li ser jiyan wê berdewam dike. Cardin guleya li destê wê ketiye bûye sedema nexebitîna tiliyên wê û guleya dawî jî li linge wê ketiye. Di rewşeke wisa de biryara ku hatî dayîn nêzîkatiya darazê ya li hember qetlîama jinan bi eşkerayî nîşa dide. Ez bi salane vî karî dikim, bê guman mînakên weke vê zêde ne lê belê cara yekem e ez dibinim ligel ewqas delîlan serdozgerî biryareke wisa dide.”
 
‘Min nekarî ez berdawamiya wê guhdar bikim' 
 
Parêzer Gevriye, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser serpêhatiyên Gulîzarê: "Gulîzar, bi sala ne ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin ve bi tundiyê re rûbirû dimîne. Weke parêzer min ewqas bûyer bihîstine lê min nekarî ez berdewamiya vê mijarê guhdar bikim. Gulîzar ewqaz tiştên giran jiyaye. Azîz bi awayekî sistematik êrişê berdewam kiriye. Gulîzar gelek caran gilî dike. Cara dawî jî diçe dadgehê û giliyên xwe tîne ziman, vê demê sûcdar Azîz Gulîzar li dadgehê Gulîzar û xwişkên wê dişopîne. Azîz bi wan gotinan 'Bigerin ev gera we ya dawî be’ tehdîtan dike. Gulîzar di rê de maşîneya polîsan dide sekinan din û alîkariyê dixwaze. Lê mixabin polîs dibêjin biçe dadgehê ev ne karê me ye. Her wiha di navbera mala Gulîzar û dadgehê de navbendek dirêj heye. Di vê rêyê de Gulîzar bi êrişê re rûbirû dimîne. Li vir jî xuya dike ku Gulîzar hatiye şopandin bi aşkerayî pêşiya wê hatiye girtin. Kesek nikare îdia bike ku di encama hersê de ev şîdet pêk hatiye û ev bûyereke tesadûfî ye. Ji xwe dema êriş dike dibêje ‘Ev dawiya te be’ û  ji carekî zêdetir gule direşîne. Ligel vê yekê, biryara serdozgeriyê me matmayî hişt." 
 
‘Karê di nîvî de mayî temam bike...’
 
Gevrîye diyar kir ku çend Azîz hatiye girtin jî hêj jî tehdîtên wî didomin û wiha bi lêv kir: "Gulîzar kuştinê tê tehdîtkirin. Xaniyê malbata Gulîzarê ji aliyê kurê wê û birayê Azîz ve hat gulebarankirin. Azîz bi rêya kurê xwe Gulizarê bi mirinê tehdît dike. Kurê wî dibêje 'Bavê min gotiye karê min di nîvî de maye tuyî temam biki'. Azîz hewl dide ku Gulîzar dev ji giliyê berde." 
 
'Ger nêzîkatî ev be qetlîamên jinan dê zêde bibin’
 
Gevriye, di axaftina xwe de wiha behsa polîtîkayên bêcezahiştinê kir: "Sedema ku dosya hatiye vê rewşê jî polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Bê guman sedemê zêdebûna tundiya mêr jî ev biryarên ku tên dayîn e. Ligel vê jî jin dema serî li qereqolan didin û gilî dikin de îfadeyên wan cidî nayê girtin. Yan jî ji wan re dibêjin tiştek ji vê giliyê dernakeve herwiha cezayek berbiçav ji nayên dayîn. Ev jî dibe sedem ku jin giliyan nekin. Gelek caran jî ji wan re dibêjin ‘ew hevjînê te ye hunê şer bikin û li hev ji bên’ û wan dişinin malê. Ev asta em li Tirkiyê gihiştinê astek xeternak e. Li Tirkiyeyê her roj jinek tê qetilkirin. Ev hemû jî ji aliyê hevjînê wan an jî desgirtiyên wan ve pêk tên. Ger ku ev dosyayên weke ya Gulîzar encam negirin mixabin wê mêr bêhtir cesaret bigrin û qetlîaman pêkbînin. Ger ku giliyên Gulîzar cidî hatiban girtin, ger ku polîsan wê rojê piştgirî bidana Gulîzarê belkî dosya nehatiba vê astê. Lê mixabin mînaka Gulîzar nêzîkatiya dozgeriyê ye nîşa dike.”
 
‘Werin em Gulîzarê biparêzin’
 
Gevrîye, da zanîn ku di 2'yê îlonê de danişîna doza Gulîzarê heye û wiha bang li raya giştî kir: "Ez li dijî vê hişmendiyê û biryara ku hatiye dayîn bang li hevalên xwe yên parêzer û hemû jinan dikim ku tevlî danişînê bibin. Divê em li cem Gulîzarê bin. Gulîzar her roj li me digere û her carî bi awayek ji xwe bawer dibêje ‘ger ev mêr derkeve wê min bikuje, min bi tenê nehêlin’. Malbata Azîz jî di vê baweriyê de ne. Em jî dibêjin ger Azîz derkeve wê Gulîzarê bikuje."