‘Têkoşîna Emîne Şenyaşar têkoşîna me ye'

  • 12:07 16 Tebax 2022
  • Rojane
 
Derya Ren 
 
AMED - Emîne Şenyaşar bênavber çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomîne û Emîne di çalakiya xwe de her tim banga piştevaniyê dike. Jinên Amedê jî da zanîn ku têkoşîna Emîneyê têkoşîna jinê ye û gotin: "Em ê li dijî zilm û bêadeletiyê li ber xwe bidin."
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 526’an de jî berdewam kir.  
 
Di çalayan de Emîne Şenyaşar her tim bangewaziya piştevaniyê dike. Jinên ku piştevaniya Emîneyê dikin axivîn û balkişandin ser girîngiya lêgerîna edaletê. 
 
Încî Guler, çalakvana "Nobeta Edaletê" ya Amedê ye diyar kir ku ji çalakiya "Nobeta Edeletê" ya Emîne Şenyaşar feyz girtine û got: “Dema mirov li pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê û qada cemawerî dinêrin dibînin ku Emîne Şenyaşar tenê hatiye hiştin. Emîne vê dibêje ‘Rastiya dewletê ev e. Îro hatiye serê min wê sibê jî bê serê we. Ji bo edeletê ligel min bin, deng bidin dengê min’. Ger ku dayika Emîne ne di rêya heq debûna wê dewletê ev zilma nekiriba. Piştgiriya ji bo Emîneyê kêm e. Divê her kes xwedî li têkoşîna vê dayikê derkeve. Tenê hiştina dayika Emîne kêmasiya me hemûyane. Dayika Emîne hêz da me û bi saya têkoşîna wê îro têkoşîna me gihiştiye aliyên cuda. Dewlet hemû hêza xwe li hember kurdan bikar tîne. Dayika Emîne li dijî vê serî hilda û ev serhildan li hemû welat belav bû. Bila saziyên demokratîk partiyên siyasî û dayikên aştiyê Emîneyê tenê nehêlin.”
 
 
‘Walîtî, dozgerî û emniyet sûc dikin’
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Ozum Vurgun destnîşan kir ku piştî Emîne û Ferît Şenyaşar dest bi "Nobeta Edeletê" kirine dijhiqûqiya Tirkiyeyê li ber çavan raxistine û wiha pê de çû: “Ji ber gotinên dayika Emîne di pêvajoya çalakiyê de anîne ziman doz lê hatiye vekirin. Ev tacîza hiqûqî ya li hember Emîne û Ferît Şenyaşar bi armanca şikandina berxwedanê tê kirin. Dewleta ku edelet û hiqûqê pêk nayne, wekê ku malbat sûcdare xwe paqij derdixe.”
 
Ozum, diyar kir ku "Nobeta Edeletê" ya hatiye destpêkirin, ji aliyê rayagiştî ve mafdariya wê hatiye dîtin û wiha bi lêv kir: "Raya giştî dizane ku ev seknek bir rumet ya li dijî dijhiqûqiyê ye. Nahêlin malbat li ber edliyê rune û ev tê wateya ku astengkirina mafê gerê. Astengkirina nobetê tê wateya çiqas ji 'Nobeta Edeletê' ditirsin. Ligel vê nîşan dide ku Îbrahîm Halîl Yildiz çiqas ji vê berxwedanê ditirse. Me wek OHD’î tu car Emîne û Ferît Şenyaşar tenê nehiştin. Me rapor der barê 'Nobeta Edeletê' de amade kir û di vê mijarê de şaxa me gelek ked da. Emîne Şenyaşar piştî evqas roj bangek wisa dike. Xuyaye kêmasiyên me hene. Ji ber vê divê em piştgiriyê bidin têkoşîna wê. Em soza piştevaniyê didin banga piştevaniya dayikê. Têkoşîna Emîne Şenyaşar gelek mezin û watedar e. Têkoşîn bi piştgiriyê mezin dibe. Ez bang li hemû STK’yan dikim ku piştgirî bidin Emîne Şenyaşar û malbatên di 'Nobeta Edeletê' de ne.”
 
‘Divê em têkoşînê mezin bikin’
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Mafê darizandina adîlane û xwegîhandina edeletê ya malbata Şenyaşar tê binpêkirin. Em ligel têkoşîna wan. Di van du salan de kesên têkoşîna edeletê ran rastî şîdet û binpêkirinê hatin. Ligel wan cih girtin peywira her kesiye. Desthilatdarî gumanbaran diparêze û mexdran hedef digire. Em ligel Emîne Şenyaşar in.”
 
 
‘Têkoşîna wê têkoşîna me ye' 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Raîfe Ozbey jî nêrînên xwe anî ziman: “Têkoşîna Emîne Şenyaşar û xizmên girtiyan gelek girîng e. Emîne bi salane rondikan dibarîne. Zilma li malbata Şenyaşar hat kirin li tu devera cîhanê nehatiye dîtin. Têkoşîna malbata Şenyaşar têkoşîna hiqûqê ye. Em êşa wê parve dikin. Em her tim ligel wê ne.”
 
'Em ê li her qadê têkoşîna Emînê binîn ziman' 
 
Endama Meclîsa Jinan a KESK’ê Fatma Yildizhan jî bertek nîşanê dijhiqûqiya li hember malbata Şenyaşar da û got: “Li cihekî ku edelet tunebe mirov nikare behsa aramiyê bikin. Têkoşîna Dayikên Şemiyê dayikên aştiyê û dayika Emîne didome. Em bi gelek bêdadiyan re tên rû hev. Tevî van piştgiriya ji bo têkoşînê peywira me ye. Ez bang li hemû civakê dikim ku piştgiriya ji bo têkoşînê mezin bikin. Zextên li hember malbata Şenyaşar di esasê de li hember hemû civakiye. Peyama çavtirsandinê ye. Ji ber vê divê têkoşîn bê mezinkirin. Pergal dixwaze dayika Emîne tenê bihêle. Divê em li her qadê têkoşîna dayika Emîne bînin ziman.”