Nuray Çevîrmen: Li welat rejîma hepskirinê heye

  • 09:03 16 Tebax 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku ji 2022’yan heta niha 41 girtî jiyana xwe ji dest dane û piştî Garîbe Gezer li girtîgehan mirinên biguman zêde bûne. Nurayê da zanîn ku li girtîgehan 4 salên dawî de hemû maf tên binpêkirin.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û li gorî îstatîstikên Saziya Înfaza Ceza ya ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza hatiye weşandin, li girtîgehan 283 hezar girtiyên ceza girtine û 38 hezar û 738 girtî bi giştî 322 hezar û 187 girtî hene. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Dîsa li gorî ÎHD’ê di 2020’an de 50 û di 2022’yan de 14 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Ji van 7 kes piştî hatine tahliyekirin jiyana xwe ji dest dane û 57 jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.
 
Di 2020’an de 7 girtî bi guman jiyana xwe ji dest dan
 
Di 2020’an de li girtîgeha Tîpa T ya Îskenderunê girtiyê bi navê Bangîn Muhammed ku 6 sal û 3 meh cezayê wî hebû di hucrê de jiyana xwe ji dest dabû. Dîsa li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê Garîbe Gezer diyar kiribû ji aliyê gardiyanan ve şîdet û tacîz dîtiye. Piştî daxuyaniya Garîbe xistin hucreyê û di 9’ê kanûnê de hat îdiakirin di odeya sungerê de întîxar kiriye. Di 15’ê kanûnê de Abdulrezak Suyur û Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dan. Salîh Tugrul yê li girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê girtîbû,  hişê xwe winda kir û di 13’yê kanûna 2014’an de hat tahliyekirin. Salîh di 16’ê kanûna 2021’ê de li nexweşxana Bajar a Mersînê jiyana xwe ji dest da. Li girtîgeha TÎpa T ya Boluyê Îlyas Demîr yê 32 salî di 17’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Vedat Erkmen jî li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê di hucrê de bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî rapora ÎHD’ê di 2022’yan de jî 5 girtî ji ber pirsgirêkên tendristiyê, 4 girtî bi guman, 4 girtî întîxar kiriye û jiyana xwe ji dest dane. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen der barê mirinên guman de nirxandin kir.
 
‘Piştî Garîbeyê mirin zêde bûn’
 
Nurayê da zanîn ku li girtîgehan îşkence û pêkanînên xerab mijara gotinê ne û got: “Ji bo komeleya me serlêdan hene. Raya giştî ji vê rewşê ne agahdare û em di serlêdanan de pirsgirêkan dijîn. Piştî Garîbe Gezer li girtîgehan mirinên biguman zêde bûn. Serlêdanên girtiyan yên der barê îşkence û pêkanînan de bê encam tên hiştin. Ev jî polîtîka bêcezahiştinê bixwe re tîne. Peywirdar van pêkanînan ji xwe re wek maf dibînin. Îşkenca li ber kamerayan tê kirin piştî mehan tê dîtin. Wezareta Dadê demên dawî de daxuyaniyan dide û dîmenên şîdetê red dike. Dibêje li girtîgehan şîdet û pêkanînên nebaş tune ne. Lê ev ne wisa ye. Bi raporan ev tê îspatkirin.”
 
‘Ji 2022’yan heta niha 41 girtî jiyana xwe ji dest da’
 
Nurayê, diyar kir ku ne tenê girtiyên siyasî girtiyên edlî jî bi binpêkirinan re tên rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Girtiyên edlî der barê binpêkirinan de serlêdanan nakin. Demên dawî de tecrîd li ser girtiyan giran bûye. Mafên wan ji holê tên rakirin. Mafên aktîvîteyên civakî, nedayînan weşanan hemû binpêkirinin. Ev jî di be sedema giranbûna pirsgirêkên psîkolojîk û fîzîkî. Gelek mirinên em ji girtîgehan dişopînin hene. Her çiqas bêjin întîxare jî gelek mirin li gorî me mirinên bigumanin. Ji 2022’yan heta niha 41 kes li girtîgehan mirin.”
 
‘Li girtîgeha Sîncanê înfaza 9 girtiyên jin hat şewitandin’
 
Nurayê balkişand ser şewitandina înfazên girtiyan û di vê mijarê de jî wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev du sal in mekanîzma Lijneya Şopandin û Îdarî hat avakirin. Ev lijne ji bo me giştî li dijî normên gerdunî yên mafê mirovane. Ji ber lijne xwe dike şûna dadgehê û pêşî li tahliyekirina girtiyan digire. Girtiyên 6 mehan carê derdikevin lijneyê gelek nirxandinan de derbas dibin. Bi taybet ev li ser girtiyên siyasî veguheriye alava zextê. Pêşî li tahliyeyan digirin. Zêdegirtina pirtûkan, derneketina psîkolog, ji faliyetên civakî fêdeyê nadigirin, lê ji ber ev pêk nayên dikin hinceta cezayên dîsîplînê. Li gelek girtîgehan ev pêkanîn hene. Li girtîgeha Sîncanê 9 girtî înfazên wan ji aliyê lijneyê ve hatin şewitandin.”
 
‘Rejîma hepskirinê pêk tê’
 
Nurayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê rejîma hepskirinê heye û ligel vê polîtîkayên çewisandin û tirsandinê hene û got: “Polîtîka çewisandinê li ser girtiyan heye. Azadiya girtiyan tê astengkirin û girtî ne xwedî mafên wekhev in. Maf tên binpêkirin. Îşkence û binpêkirinên nebaş di peymanên navneteweyî de û di rêziknameyên Tirkiyeyê de jî qedexene. Lê li Tirkiyeyê rêveberiyeke ku normên mafê mirovan pêk tîne tune. Di vê mijarê de guhertin şert e.”